Sersaxiya hêja Yûsiv Hirsan (Bavê Dara)Xwişkên hêja Hêvîn ,Şêrîn û Nûra !
Birayên hêja Dara , Hember û Kisra !
Malbata Hirsan li Welat û li Welatê penaberiyê !
Bidilekî xemgîn û bi êş û jan me nûçeya koçkirina birayê mezin, welatparêz , siyasetmedar , kurdperwer ; hêja Yûsiv Hirsan ( Bavê Dara ) bihîst. Ez beşdarî xem û êş û jana we ya dijwar dibim.
Omêdewarim rojên wisa tal û nexweş dûrî malbata we bin.
Naskirin û dîtina Bavê Dara bûyereke mezin bû di jiyana min de .
Tê bîra min salên 1958 , 59 , ew kata ko nû yekemîn Partî li Rojavayê Kurdistanê hatibû damezrandin , em komek ji gencên Amûde bûn gava em diçûn dibistanê em di ber mala wî re diçûn , em li hev rast dihatin û bi seetan wî ji me re tiçtên balkês li ser tevgera miletê kurd , Xoybûn , Hawar û Barzaniyê nemir û Partî diaxinî .
Bavê Dara jiyana xwe dabû miletê Kurd , nediwestiya , hertim li rêzên pêşî bû , stûneke mezin û kevnare ji nav me barkir ; lê miletê Kurd ne bes li Bajarê Amûdê ; herweha li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê wê wî xweşmêrî ö welatparêzî bi bîr bînin û wê herdem di dilê me de bimîne .
Hezar çîçek û gul û sosinên Amûdê li ser gora tenî pîroz be Bavê Dara , sed rehmet li giyana tenî pîroz be û cihê te bihuşta rengîn be .
Bela serê miletê Kurd û malbata wî sax be .
Zinar Şêxmûs
Berlin - Elmanya
25.8.2010-----------
Birûska sersaxiyê
Malbata gorbuhuşt, Ûsivê Hersan...
Bi dilekî tev kul û kovan, me nûçeya koçbarkirina zimanhez û welatparêz ê Kurd ê navdar Ûsivê Hersan bihîst.
Hêj beriya derdora 65salan, Ûsivê Hersan ê ciwan, yê ku ji welat û zimanê dayika xwe pir hez dikir, xwe li ser destê pispor û zanan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye û bûye aboneyê kovara HAWAR ê, ji kaniya wê ya zelal ava kurdayetî, welatperwerî û wefadariyê vexwariye û li kêleka berevan û çalakvanên doz û zimanê Kurdî cih girtiye.
Piştî damezrandina Xoybûn, ew dibe endamê wê û bi mêrxasî erk û stubarên xwe yên netewî pêk tîne. Herwiha di warê zimanê Kurdî de jî, Ûsivê gorbuhuşt di kovarên Kudî yên wê demê de mîna(Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr..) bi navê xwe yê aşkere gelek gotaran dinivîse.
Bila serê we sax be û cihê wî buhuşta rengîn be!
Desteya weşana NEWROZ
25.08.2010Z-2622K
----------
Birûska sersaxiyê
Malbata Ûsivê Hersan
Xwîşka hêja Nûvîn Hersan
Bidilekî xemgîn me nûçeya koçkirina weltparêzê û rewşenbîrê kurd û siyastemedar bavê te Ûsivê hersan bihît hêvidarim xwedê sebrê bide we û rehmeta xwe lê bibarîne û cih û warê wî bike bûhişta redwan serê we saxbe û her wisa serê miletê kurda jî saxbe Helebestvana kurd
Evîn Şikakî
----------
Bi koçberbona mamoste Yousef Haj Harsan em serê gelê kurd u malbeta mamoste xoşdikin, u daxaza me ji xode mezin ku ciye mamoste buhuşt bi. Heviya me ewe, ku dibistana mamoste eh dest pihkir were berdewamkerin, u keda mamoste neye ji birkerin !!!
Bijit Kurd Bijit Kurdistan
Dr. Ihsan Efrini- Keneda (Canada)
----------
Xuşk u brayên hêja Dara,Hêvî,Dr.Kesra,Novîn,Dr.Dawud,Hember
u Sirin,malbata mala hersan.
Rehma xudê lêbe ucihê wî buheştbe u serê we saxbe
Dr.Lezgîn Mela Tahir
29.8.2010