Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî |Gotarekî Rêke |  Peywendî | Erşîv

Sereke

Ger



Mihvanên beþê Kurdî

Niha / 96 / Mihvan Di Malperê De Hene

Gotarên kevin

· Þermezarkirin
· Ava serê Malikî dikelînin
· ÇEND TÊBÎNÎ-( 1 ) *
· Þevbuhêrkek helbestî Li bajarê Hesekê
· Serkewtina civata fereh ya Encûmena Niþtimanî ya Kurd li Sûriyê Pêkanîna armanca gelê Kurd li Sûriyê nêzîk dike .
· Rastiya rola kurdan di kujtarên ermeniyan de (1)
· Xwendin roja azadiyê diçilvilînê
· Siyaseta derve ya Iraqê bi nêrîneka kurdî ya sûrî
· Çalakî li Elmanya: rol û bandora medya kurdî li þoreþa Sûrî
· Ta ku em Diya Ciwan ji helbestê bê par nehêlin.
· Cejna rojnamevaniyê
· hilweþandina rijêmê ye yan guhertina hiþemendiyê ye jî
· Mamê hunermend û helbestavan Nîzar Yusiv çû ber dilovaniya Xwedê
· Þoreþa Mîr Celadet Ya Zimanvanî
· Welatê min
· Bêndera xaçkirî
· Rola rewþenbîran di hiþyar kirina civakê de (rojname û ragihandin nimûne)
· Qelûn (Xelyûn) Sbareta bîranîna rojnamvaniya kurdî, nameyek bo d.Burhan Xelyun.
· Gotina Hevrêziya Keça Kurd di cejna rojnamegeriya kurdî de.
· Kurd çawe bûba xwedî maf
· Salvegera rojnameya kurdî
· Remmo
· Hevpeyivîn bi nivîskar: EZÎZ XEMCIVÎN re
· Zimanê kurdî mertalê parastina hebûna kurdî ye
· Roja Zayina Rojnamegeriya Kurdî
· Mîna Buhuþtê
· Barê zana ..li milê nezana
· Rikeberiya Sûriyê û mafê gelê kurd
· Dîroka rojnamevaniya kurdî
· Di 114 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Kurdên Binxetê Û Weþangeriya Kurdî

Nûçeyên Kevin


 Pirtûka Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Jinên Helbestvan derket            Wefadariya zindiyan bo miriyan            Behiya Dr. Hisên Kîkî li Bajarê Berlînê            Dayê            Þirovekirin ji Brahîm Yûsiv            Em li vir in!            Þahiya cejna zimanê kurdî li Dêrika Hemko            CEJNA ZIMANÊ KURDÎ            Kevokê            Ji 15 Salan Ve, Di Roja Serdana Serok Barzanî a Qamiþlo De Berx têne Serjêkirin            Martînê Bextewer… Romana nû ya Jan Dost derket            Ji pirojeyên Komeleya Urkêþ simînara Dr. Kemal Sîdo            CIWAN HÊZA VEGURÎN Û BEREVANIYÊ NE            Stranek Pesin Bo Esmerê            Firþkê tirsê dîwarê dilsariyê þikand

Berhemên Nû: Pirtûka Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Jinên Helbestvan derket


  Di van rojên dawî de ji rex (Weþanxaneya Ronahî) ya ku navenda wê li Amedê ye, pirtûka helbestvana Kurd Evîn Þikakî ya bi navê  (Antolojiya Helbesta Kurdî Ya Nûjen) hatiye weþandin.
Helbestvana kurd ya jin Evîn Þikakî li ser jinên helbestvan yên kurd lêkolînek çêkiriye û antolojiyeke helbestên jinan ya li çar perçeyê Kurdistanê amade kiriye.
Ev xebat bi navê “Fîxana Pênûsên Nazik: Antolojiya Helbesta Kudî ya Nûjin” hatiye weþandin.
Di vê pirtûkê de ji helbestvanên Soran bigirin heya yên Kurmanc gelek jinên helbestvan di nav de cih girtine.

Bixwîne... Berhemên Nû

Gotar: Wefadariya zindiyan bo miriyan


Qado Þêrîn

Heçê mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake. Ev hevok mîna lastîkek rizyayî ye, çimkî em di bin gunehan de xeniqîne.
Mirin ne xeyd û cudahîya di navbera laþ û rih deye, belê xeyd û cudahiya di navbera rih û rih deye, rihê laþê mirî û yê me zindiyan. Eger mirin tuneba dê jiyan jî yan tuneba yan bê wate ba.
Carnan mirov di navbera xwe û nefsa xwe de dimre, mirov ji rihê xwe ditengire, û rih dide ber bazara mirinê.

Bixwîne... Gotar

sersaxî: Behiya Dr. Hisên Kîkî li Bajarê Berlînê


  Roja çarþemê 16.5.2012 Katjimêr 22,17 h ; Welatparêz , Kurdperwer û Siyasetvan Birêz Dr. Hisên Sado Kîkî  li Nexweþxana Charité li Bajarê Berlînê bi temenekî 74 salî çû ser dilovanya xwedê .

Dr. Hisên di roja 25.9.1938 li taxa Kurda li Bajarê Þamê ji dayik bûye , sala 1962 koçbarî bajarê Berlîna ( Rojava )  ji bo xwendinê dibe ,  paþ xwendina pizîþkî û pisporiya jinan (Gynekolog) û Acupunktûr ,  nêzîkî 35 sala li Nexweþxanê û dûre serbixwe kar dike .

Bixwîne... sersaxî

Gotar: Þirovekirin ji Brahîm Yûsiv


Nivîskarê kurd rêzdar Berzo Mehmûd di malpera Welatê Me beþê kurdî de gotarek di bin navê ‘’ Rewþenbîriya Aqilmendiyê bo me pêwîst e Dubendî ye, ne Hevbendî ye !!’’. de weþandiye, mixabin tije þaþî ye, ew xwe dispêre qelwelk û gumanan, wek ku di gotara xwe de nivîsandiye, xwe ne westandiye û li gotinên min ên kesane venegeriya ye.
Ezê tenê li hevokek wî vegerînim, ew dibêje ku ez di hevpeyvînek xwe li gel televizyonek kurdî de bi zimanê tehdîdê axivî me. Ji bo rastteqîneyê dibêjim ku pirs ji spîkerê televizyonê ne sereke derket, bi kêmanî sed hezaran lê guhdarî kirine, lînka wê jî amade ye, û min bersiva wî bi hêvî û rica bersiv da ku em yekîtiya nivîskaran biparêzin,

Bixwîne... Gotar

Berhemên Nû: Em li vir in!


  Berhemeke bir her awayî nipînû li edebiyata kurdî ya ku ji “nû“bûnê muzdarib e, zêde dibe: Em li vir in! Beroj Akreyî ku bi xwe kurmancîaxêv e, li Swêdê rojên dawî yên jiyana mirovên swêdî, bi farisî û soranî nivîsand, kitêb li Tehran (farisî) û Hewlêrê (soranî) derket; li Hewlêrê Besam Mistefa ew wergerande kurmancî, nivîskar kurmanciya wê xwend û bi fotoyên eslî yên kesê di çîrokan de, li Stembolê, di nav weþanên Avesta de çap bû.
Di edebiyatê de ceribandineke nû...
Beroj Akreyî li ser tecrubeya xwe ya nivîsandina vê kitêbê, weha dipeyive:
Karkirin ji kesên mîna me re li diyasporayê, yan maliþtin û paqijkirina hotêlan e, yan þûþtina firaxan li xwaringehan; yan jî karên ji van girantir û bê nirxtir in.

Bixwîne... Berhemên Nû

Nûçe: Þahiya cejna zimanê kurdî li Dêrika Hemko


Bi helkefta 15ê gulanê cejna zimanê kurdî .. saziya perwerdeya zimanê kurdî-Dêrika Hemko þahiyeke germ û rengîn li ber deriyê saziya xwe lidar xist, sazî û kolan tev bi al û wêneyan hatin xemilandin. Wêneyên zimanzanên kurd ên navdar wek Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û wêneyên rêberên kurda mina Ebdula Ocalan, Þêx Se-îd, Qadî Mihemed û Barzanî jî hatin hildan. Karnameya  þahiyê bi kêliyek  bedeng li ser giyanê rewanpakê kurdistanê despê kir, di pey re zarokên saziyê û xwendekarên wê bi hev re sirûda netewî Ey reqîb xwendin.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: CEJNA ZIMANÊ KURDÎ


Melevan Resûl

 Em li perwaza dirûnin, hîn dibin zar û hevok
Va li destî xam û xêze, fisqê zeytûn û kevok
(ey reqîb) sultan û þahe, her bi pendê devliken
Gav bigav dewran li ba tê, þev diçê nû tête rok
Herçendî me cejn û þahî û sersal hebin jî , lê roja zimanê kurdî mezintirîn cejn û þahiye ji miletê me re .

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ji 15 Salan Ve, Di Roja Serdana Serok Barzanî a Qamiþlo De Berx têne Serjêkirin


Konê Reþ

Wek rêzgirtin û wefadarî ji serdana serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî re bo bajarê Qamiþlo, ji berî 16 salan ve, welatperwerê Kurd Hecî Abdulezîzê Sara, ji 15 salan ve, her sal di eynî rojê de (7 gulanê), çend berxan serjêdike û wan dike qurbanî ji hatina serok Barzanî re a nav xelkên Qamiþlo û Cizîrê û ku ew serdan bi selametî derbas bû...

Bixwîne... Gotar

Berhemên Nû: Martînê Bextewer… Romana nû ya Jan Dost derket


  Avesta, piþtî “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” vêga jî romana nû ya Jan Dost pêþkêþ dike: Martînê Bextewer. Berhemên giþtî yên edebî yên Jan Dost tev de ji nû ve tên çapkirin. Piþtî çapa nû ya “Mîrname”yê 6 kitêb ê di qotiyekê de bên komkirin û bi bihayekî ji yên li ser kitêbê kêmtir bikeve bazarê. Kitêbên di setê de cî digrin, ji xeynî romana nû, tev de çapên nû ne, bi giþtî jî çapên duyemîn in. Ev serkeftina edebiyat û zimanê kurdî ye, edebiyata kurdî bi firê dikeve. Di vir de rola sereke ya xwendevanê kurdî ye. Qevdek gul ji bo herkesê ku mil dide vê xebatê…

Bixwîne... Berhemên Nû

Semînar: Ji pirojeyên Komeleya Urkêþ simînara Dr. Kemal Sîdo


  Bi alîkariya þarestaniya bajarê Tübingen (Baden-Württemberg), beþê hevgirtin û wekheviyê, û dibistana gel ya bilind (vhs). Komeleya Urkêþ ya çand û hunerê li Tübingen, karî pênc simînaran bi zimanê Elmanî organîze bike, bi navê cîhana kurdan (Miletek tenê bi gelek welatan).
Simînara yekem rêzdar Dr. Kemal Sîdo pêþkêþkir. Di mijarê de li ser rewþa gelê kurd li Turkiyê , û Soriyê, û Êraqê, û li Îranê axift.

Bixwîne... Semînar

Nûçe: CIWAN HÊZA VEGURÎN Û BEREVANIYÊ NE


Nivîs : Melevan Resûl

Li roja înê 11/5/2012 simînarek rewþenbîrî bi rêveberiya yaneya EHMEDÊ XANÎ li navenda Dicle ya çand û huner di bin nav û nîþanê (ciwan hêza veguherîn û berevaniyê ne ) li dar ket .
Pêþî hemû beþdar kêlîk dê deng li ser giyanê þehêdên kurdistanê rawestiyan û þehîdên kurd yên li  bajarê Heleb birêzgirtin bibîr anîn .

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Firþkê tirsê dîwarê dilsariyê þikand


Diyar Ehmed

Di navbera dem û demekî de mamosta Lazgîn Dêrûnî gotarekî ji kelþên mejiyê xwe dertînê,bi dilek êþ û þewat gilî û gazindên xwe  der dikê û pêre jî tirs û pirsên xwe di vê qûnaxa dîrokî de li ser pêþeroja gelê kurd û serwerên wî diyar dikê  û herweha di bere jî hêstirin ciwan li ser xebat û lebata kurdan ya sist û xav, û mafên wî yên wenda dibarînê.lê jibîr dikê yan dixwazê jibîr bikê ku bi gilî û gazindan, bi tirs û pirsan tenê mafê gelan nayê dayîn û herwisa jî nayê bidestxistin,di berê de bav û bapîrên kurdan gotine : (kesekî bi xweziyan negirtiye baqê keziyan) û jibîr jî dikê ku rola zana û rewþenbîran ne ewe, ku dilsarî û tirsê di dil û canê milet xwe de biçînin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Karkirin ji bo yekîtiya Sûriyê û pêkanîna aramiyê jê re.


Dr. Ebdul Hekîm Beþar

Nîr û kawdanên ku þoreþa Sûriyê li ser astê þoreþgerî û gorepanî û  herweha li ser astê siyasî, herêmî û nêvdewletî têre derbas dibe, û derketina rêyên ji hev cuda û newekhev ji çareseriyê re , dihêlin ku ev þoreþ bibê asêtirîn þoreþ di vê deverê de.
 li ser astê þoreþgerî, þoreþgerên Sûriyê bi rêya tevaya Hevrêziyên þoreþger karîn pêdariya xwe ya bê sînor himberî sitem, zordarî û kuþtina hovane bidin nîþandan û di vî warî de dastanên lehengî rûdan, ku di dema pêþ de dikarin bibin nemoneyên þoreþgerî yên pêþketî di peymangeh û zanîngehên cîhanê de bên dan û xwendin.

Bixwîne... Gotar

BEHÎNAME: Behiya bavê Qado Þêrîn li Hollanda


Roja duþemê sibehê 07/05/2012 Mele Isma’îlê Bêco bavê nivîskarê kurd Qado Þêrîn li Qamiþlo çû ser dilovaniya xwedê.
Bila serê we, serê gelê kurd sax be..û cihê wî bihuþta rengîn be.
Bo pêþkêþkirina sersaxiyan, behiya nemir li Hollanda li dawiya heftê  12 û13ê mehê li bajarê Arnhem li dar dikeve.

Bixwîne... BEHÎNAME

Gotar: Rewþenbîriya Aqilmendiyê bo me pêwîst e Dubendî ye, ne Hevbendî ye !!


  Berzo
Têbînî: Bibûrin, gelî xwêneran,  ev gotar ji ber hin þaþiyan, me têde guhart û careke dî bo we rêkir, lewre navûnîþaneke dîtir jêre danî li gel ya kevinBerzo

Di çavpêkeftina TV ya Ronahî de, berî çend rojan, nivîserê meyî Erebînivîs, kak Ibrahîm Yûsif  diyar kir ku hin kes dixwazin ziyanê bigihênin hevbendiya wan, helbet çêl liv û libatên rewþenbîrî ku li hundur çê dibin, heçku keltûra Kurdî nabê bilivê bê ku destûra xwe ji van palewanên dahênana Kurdî bixwazê,

Bixwîne... Gotar

Semînar: Dîdargeha girkê legê ya rewþenbîrî Þeva torevanê mezin MELA EHMEDÊ PALO li darxist.


BIRADOSTÊ MÎTANÎ
 Li bajarokê girkê legê þeva 7/5/2012/ dîdargeha girkê legê ya rewþenbîrî  þevek çandî lidarxist ser torevanê me yê hêja MELA EHMEDÊ PALO bi arîkariya kurê wî RÊZAN PALO û biriyê me ÛSIV BAVÊ EBDILWEHAB yên ji qamiþlo hatin mêvantiya dîdargehê
- helbestvan BEXT REÞÊ KOÇER rêveberiya þevê kir  û bixêrhatina mêvan û mamosta RÊZAN EHMED PALO û biraderê ÛSIV û saziyên rewþenbîrî kir mîna BIZAVA CIWANÊN GIRKÊ LEGÊ û KOÇKA D.NUREDÎN ZAZA û HEVGIRTINA JINA KURD LI GIRKÊ LEGÊ û DIBISTAN Û NAVENDA PAKREWAN KAWE li girkê legê

Bixwîne... Semînar

Gotar: Xwendineke Rexneyî Li Ser Pirtûka (Rêzimanê Kurdî) Ya Mamoste Mele Ehmedê Palo (1-3)


  Qadir Egîd      


Dema ku xebateke nû di warê wêjeya kurdî de dibe, merov bendewarê bidestxistina wê xebatê dimîne, çi roman, çîrok, helbest an rêziman be jî. Çimkî mirovê  kurd ji her mafî bêpar e.
ji van mafên ku bidestxistina wan van rojan – hindekî – hêsan bûye mafê wêjeyî û rewþenbîrî ye, lewre gelek xwendevan – û ez yek ji wan – di destpêka vekirina malperên kurdî de wekî mirovekî tî be, berî her tiþtî çavên me li wêneyê pirtûkeke nû digere, û bêvîn tiliyên me(Mouse)Miþk çeng dikin wî wêneyî û ditikînin, bi yek firê wê peyalê bi ser dilê xwe dadikin ta tîna xwe biþkînin, bi yek xwendinê bê ku em serê xwe rakin di nav rêzên wê gotarê de avjeniyê dikin ta em noq dibin…!

Bixwîne... Gotar

Gotar: Cawê te þale yan çewal e


Melevan Resûl

Dibe ku mirov bi dîtina çavan ji gelek dîmenan re were xapandin , lê tucarî bila baweriya me bi dîtina çavan bi tenê newe , ka çawa gur nabin peza mêþinî , wisa jî masî nabin lawir û durindiyên hovane .
Çîroka me kurdan di seranserî kurdistanê wekî van herdu mînakan hev digrin , her wekî di her parçeyên kurdistanê de ev helwêst û derbirîn ji bal hêzên opzisyonên renga reng ve diyar dibin , lê hema bi giþtî ew ji hêla derbirîn û hiþmendiyê ve ji ramanê rijêmên desthilatdar ne cuda ne , her çiqasî xwe dibin navê gewre û demokrat û pêþverû de binuxumînin .

Bixwîne... Gotar

Gotar: Cihê pirsê ye?? Yan cihê tirsê ye?? Yan cihê hepsê ye??


Berzo Mehmûd

Gelî camêran, di Kurdî de peyva (pirs) û peyva (tirs) li yek rîzmê (rythm) hatine. Gelo (pirs) bi xwe þûna (tirs)ê digirê??  Pirsa me di van rojan de li nav Kurdên Sûriyê xwe tavêjê meydanê, pirsa me bi tirs tê gotin, lewma em dibêjin: çi dibê li tara me, çi diqewimê li bajarê me? Ev kî wilo dike? Û çima? Çilo? Bersiv bi xwe cihê tirsê ye? Lewre (pirs) bi xwe dikevê ber girtinê/heczê  de.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Rastiya rola kurdan di kujtarên ermeniyan de (2)


N. Beyro

Sedemên van kujtaran di vegere çavpêdana ermeniya piþtî vêxistina þerê cîhanê yê yekemîn,
li (serxwebûnê) .weke milletê din yên ku di nav osmaniyn de dijîn.nemaze ku gelek ermenî ketin ,di bin siya leþkerên rûsî de li îranê û li qefqazê.û li gelek þerên sala 1915a hêzên osmaniya þikandin…

Bixwîne... Gotar

Gotar: *Çend têbînê (2)


M.Qasim.K.Cezîrê
m.qibnjezire@hotmail.com

Li devera rojhilata navîn, nexasim li Sûriyê. nêrîn ji hev cudane.carna rikberin jî…
 jibo dirêj nekim u belawela jî nebin, çend têbîniyê xwe raberî
 kesên bi xwazin bi xwînin, di kikim
 Siyaset avaye li gora ku  çi mefa jê hene. U gereke ew mefa  ji gel re be,ji welêt re bê,..wisa li Rojava  bi bingeh bûye.mixabin li rojhilata navîn u welatê þûndemayî mefa ezêtiyê bihtir, bi bingeh bûye.

Bixwîne... Gotar

Gotar: EM JI ÞÎRÊ TIRSÊ FIRÞIK BÛNE


LAZGÎN DÊRÛNÎ

Em gilî û gazindên xwe ji kê dikin
Em li kê dikin hewar û gazî da bi meve werin
Em ji kê mafên xwe dixwazin da bidin me
Maf ji asîmana nayên xwar wek baranê.
Maf li erdêne ,di nav lingên medene,li ber destên mene,li ber çavên mene,lê hinek kar û xebata rast û dirist divê,hinek viyan divê ji bo biryareke dirist werê  sitandin,biryareke ji dil û can û bi mêranî.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Têgeya( Federalîsm) û pêwîstiya wê weke sîstêm bo welatê Sûriyê!!!


Dr.Zara Salih
 
Di dema desthilatdariya Fransa de gava nû welatê Sûriyê hate binav kirin, pênc herêm hebûn û wê çaxê sîstemek federal bû di nav bera wan de ( wan her 5 diweyla de). Ji wê demê ve kurd bêpar bûn, loma wan doza otonomî li Fransa kirin jo herêma Cezîrê.
Piþtî barkirina Fransa rêjîmên navendî destpêkirin û dawiya wan rêjîma Ba’s ya þofînî bû, ku êdî welat bû ji partîkê re û malbatekê re.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Sendîka Mamosteyên Zimanê Kurdî


Salar Elo

Gelemþeya hin dewletan ku zimanê xwe yê dayikê bikar naynin gava ku azad dibin , gelek rastîyan ji mere diyar dike , ev dewlet an gel ku dibin destê dagîrkeran debû, û zimanê dayikê qedexe bû , lêbelê piþtî ku serxwebûna xwe bidestdixist zimanê dagîrkeran dima zimanê fermî li dibistan û zankoyên dewletê , û tu kar ji zimanê dayikê re nedibû ku bibe zimanê fermî yê sereke , wek nimûne dewleta Cezayir .

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Rojnameya ‘’PÊNÛS’’ji weþanên H.N.R.K.S derdikeve


  Yekemîn rojnameya wêjeyî û çandî, bi du zimanan kurdî û erebî ji weþanên H.N.R.K.S derdikeve
Komîta birêvebir a Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî bi helkeftina damezirandina nehsaliya xwe, her wisa bi bihaneya salvegera 114an a rojnegeriya kurdî û roja cîhanî ya azadiya rjnamegeriyê, biryar da ku rojnameyek wêjeyî alektronî û pelikî derxîne.
Rojname bi du zimanan e, kurdî û erebî, navê wê ‘’Pênûs’’e, ewê bendewariyê bide berhemên nivîskarên kurd, ew ê demikî mehê carekê derkeve. Deriyên wê ji hemû pênûsên nivîskarên hindur û derveyî welêt re vekiriye.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Pakrewan ji jiyanê hezdike


  Mehmûd Badilî

Di jiyanê de her tiþt bi wateye, ji xwe mirov ligorî xweristeya mirovatiya xwe ji xêrê hez dike, û her gav hewldide ku derbarî xwe, û derbarî tiþtên li hawîr xwe û jiyanê karê baþ û pak û birûmet bike, vajî vê nerînê û ligorî dîtinên me derbarî jiyana mirovan û kar û kiryariyên wan, em dipelînin ku dijayetî û þerxwazî jî pirr peyda dibe, her wiha herdu alî jî (Xêr û Þer ) di derûna mirov de cîgirtîne, lê kîjan alî bêhtir bi ser dikeve, ev yek ligorî baweriya min li jîngeh û perwerdeya mirov vedigere.

Bixwîne... Gotar

Þermezarkirin


Hêjayan serokatiya Encumena niþtimanî ya Kurdî li Sûrî,
Hêjayan endamên komîteya amadekar ya Encumena niþtimanî ya kurdî li Ewrupa,
Yê me, em wek Encumena Êzdiyên Sûrî di wê baweriyê de ne, ku di vê dema pir nazik û hestedar de a ku Sûrî bi tayîbet û rojhilata navîn bi giþtî tê re derbas dibe, li ser me wek Kurd ferz dike ku em bi zûtirîn dem hêza xwe bikin yek, û bi yek deng û rengî di ber pirsa xwe ya netewî de kar bikin.

Bixwîne...

Gotar: Ava serê Malikî dikelînin


Diyar Ehmed

 Wek me pêvajoya dîroka xebata rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistanê nas kirye, ev rêberê dilsoz, xebatkar û mirovperwer di wê dîroka xwe ya têr û tijî de, tucarî daxuyanî û helwêstên ji xwe mestir ne dane, bîr û boçûnên kelevajî negotine, û tucarî jî ne axivye ji bo piropagendê û herweha ji bo  ku xwehir û vîçkên siyastên ne di rê de bi dest xwe ve bigirê, yan  ji bo gihandina merem û armancin veþartî kar dikê.

Bixwîne... Gotar

Gotar: ÇEND TÊBÎNÎ-( 1 ) *


M.Qasim.K.Cezîrê
m.qibnjezire@hotmail.com

Yek
-  Siyaset : peyveke bi zimanê Erebiye…tê gotin ku ji mana xwedîkirin u bi rêvebirina hespa, hatiye.  Bi Erebî di bêjin :
ساس، يسوس سوسا، فهو سائس وهو مسوس ...
Ji karê bi xwedîkirin u bi rêvebirina hespan. U ji vê manê birêviberina miletan jî bi navkirin, Siyaset.

Bixwîne... Gotar

Semînar: Þevbuhêrkek helbestî Li bajarê Hesekê


Xalid Omer

Di roja þemiyê 27/4/2012 de, bi amadebûna hejmarek xuya ji nivîskar û xemxurên zimanê kurdî , þevbuhêrkek  helbestî li bajarê Hesekê -taxa Miftî bi kêlîkek bêdeng li ser rewanên pakrewanên kurd û kurdistan û Þoreþa Sûriyê bitevayî hate lidarxistin, piþt re pêþkêþê þevbuhêrkê mamosta Salar Elo, rê da xwendina helbestan..

Bixwîne... Semînar


· Þermezarkirin
· Ava serê Malikî dikelînin
· ÇEND TÊBÎNÎ-( 1 ) *
· Þevbuhêrkek helbestî Li bajarê Hesekê
· Serkewtina civata fereh ya Encûmena Niþtimanî ya Kurd li Sûriyê Pêkanîna armanca gelê Kurd li Sûriyê nêzîk dike .
· Rastiya rola kurdan di kujtarên ermeniyan de (1)
· Xwendin roja azadiyê diçilvilînê
· Siyaseta derve ya Iraqê bi nêrîneka kurdî ya sûrî
· Çalakî li Elmanya: rol û bandora medya kurdî li þoreþa Sûrî
· Ta ku em Diya Ciwan ji helbestê bê par nehêlin.
· Cejna rojnamevaniyê
· hilweþandina rijêmê ye yan guhertina hiþemendiyê ye jî
· Mamê hunermend û helbestavan Nîzar Yusiv çû ber dilovaniya Xwedê
· Þoreþa Mîr Celadet Ya Zimanvanî
· Welatê min
· Bêndera xaçkirî
· Rola rewþenbîran di hiþyar kirina civakê de (rojname û ragihandin nimûne)
· Qelûn (Xelyûn) Sbareta bîranîna rojnamvaniya kurdî, nameyek bo d.Burhan Xelyun.
· Gotina Hevrêziya Keça Kurd di cejna rojnamegeriya kurdî de.
· Kurd çawe bûba xwedî maf
· Salvegera rojnameya kurdî
· Remmo
· Hevpeyivîn bi nivîskar: EZÎZ XEMCIVÎN re
· Zimanê kurdî mertalê parastina hebûna kurdî ye
· Roja Zayina Rojnamegeriya Kurdî
· Mîna Buhuþtê
· Barê zana ..li milê nezana
· Rikeberiya Sûriyê û mafê gelê kurd
· Dîroka rojnamevaniya kurdî
· Di 114 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Kurdên Binxetê Û Weþangeriya Kurdî

Nûçeyên Kevin

HELBEST U PEXÞAN