Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: Tenr, bi kve ?

 


  Dilovan Çeto

Li bênderê gund zarok gihane hev, û jihevre gotin emê îro bi çi bileyizin. Hineka gotin emê bi çirê bileyizin, hineka gotin emê bi hisomeyn bileyizin, heryek dixwazê bi leystikekê bileyize, Mihemedo ji nav wan xwe veqetand û got: Lawo emê dinav xwede pik bikin û emê tevde biya êwra gelek bikin. ji nava mala serê Evdê xwiyanîkir û bi ser zarokên civandî de hat û li pêya xwe gokekê dajoyê, wê çaxê yekî ji nav wan got bixwedê emê bi gokê bileyizin.


Zarokan teva razîbûna xwe dan, lê Evdê ji wanre got: Binerin goka min ne çermiye yan jî lastîkîye. Haciyo bankir û got: Naxwe paçikîye! Evdê got: Na, na hesiniye lê ne gelekî girane û emê karibin pê bileyizin. Zarokan xwe kirin du girûp û dest bi leystika gokê kirin. Wê rojê leyistin ta roj çû ava, paê heryek çû mala xwe û goka hesinî li bêndera ma.
Di wê heftiyê de zarok ji xwere bi wê gokê dileyistin û her rojekê li tarekê di leyistin, carna li bakurî gund bûn û carna li bareî gund û gelekê caran hineka ji wan gok bixwere dibire malê.
Rojekê mîna her roj zarok bigokê dileyistin ta roj ava û her kes çû malê, Saliho gok daber xwe û bi pihîna lêdixê ta gihande devê deryê malê, dawî ji gokê paket û pihîneke xurt lêda û çû mal. Serê sibehê zû dayka Saliho, Siltanê hevîrê xwe kir û tatê ji zarokan re çêkir û karê malê qedand, li hevîrê xwe meyzand vaye tir bûye. Bilez darik û tepik û sergîn berdane tenûra li devê derî û agir dada, agirê tenûrê  xurtbû û rimiya wê bi ser devê tenûrê ket, darik û tepik bûne perengê sor û agir hêdî hêdî dibihûrê. Pîrek berî nanê xwe pêvedin kevirekî mîna lepekî dixine qula tenûrê ya xwar, Siltanê çavê xwe li kevirekî gerand li dora tenûrê, titek nedît çend gavekî bi wir de çû ew goka hesinî dît, rahitiyê û anî xiste qula tenûrê û çû aliyê malê hevîrê xwe bikê gilok û bînê pêvedê. Lê çaxa Siltanê hevîr dikire gilok dengekî pir bihêz û bilind hate guhê wê û cama pencerê heja. Bilez dev ji hevîr berda û derkete derve, çi bibînê!!!
Çavê xwe li tenûrê digerînê lê nexuyaye. Cîran û xelkê gund lê civiyan û herkes dixwazê zanibê çi qewimiye, li devê deryê mala Saliho bû qiyamet, kesê ji dawiya gund hatin gotin bavo qetê tenûrê gihitine dawiya gund. Wê çaxê tenê Siltanê zanîbû ku ew goka hesinî ku xistibû qula tenûrê bumbe bû. Herkes vegerane malê xwe pitî dilxwekirin dane Siltanê û gotin mala xwedê ava ku ti yanjî hinek ji zaroka li devê tenûrê nebûn wê çaxa bumbe teqî.
Êvarî li malê Evdê ji dê û bavê xwe pirsî: Gelo ev bumbe ji kû hat? Wê çaxê bavê wî got: Lawo ev bumbe ji sînorê Tirkiyaê tên, ivan û gavan liber sînor pez û dewarên xwe diçêrînin û dibe ku di riya wande hatibe yan jî pîrek ji xwere êzingan didine hev li nêzîkî sînor û dibe ku di riya wandebe û ev ne cara pêiye ku bumbe têne teqandin dinav xelkê sivîlde, beriya çend sala zarokin ji gundê me (Tilzîwan) li nêzîkî sînor ji xwere dileyistin dinava wande bumbeyek teqî û destê kur û keçekê ji wan hate jêkirin û lingê keçeke dî jêbû. Bavê Evdê hinekî pûnijî û berê xwe da kurê xwe û got: Vê teqîna bumbê titekî dî anî bîra min, bi dev kenî gotina xwe berdewam kir: Salekê (dibe ku di navbera sala 1959 ta sala 1961 an de be). li aliyê yan jî li rexê gundê girkê zêra camêrekî pembû çandibû û çemek ji sînorê Tirkiyêve hebû nêzîkî pembû di herikî, xwedanê pembû çend zilam ji gundê Tilzîwan û gundê Qerehesenê girtin û ji wan xwest sikir liber avê çêkin ji bo avê berde ser pembû.
Zilaman bêr û qazmê xwe birin û dest bi çêkirina sikir kirin. Hinek keviran datînin û hinek çîma jêdikin û heryekî karekî dikê. Carekê (Osmanê Rebî’o) ji Qerehesenê bêra xwe li erdê xist lê ew cara dawî bû ku bêra xwe li erdê bixê, serê bêrê kete ser bumbeyekêde û biwande teqî, Osmano di cîde mir û mirovekî Ernasî biwanre bû ew jî mir û ji gundê me Mecîdo û Tewfîqo û Silêmanê Osê û Birê hecî Dendih ji Qerehesenê birîndar bûn. Vê dawiyê Birê jî jiyana xwe ji dest da. Gundî çûne hewarê û laê miriyan kiandine mal û kesê birîndar li ser erebeke qantiran kirin û bilez biser gund de anîn, lê dibêjin Silêmanê Osê zikê wî hatibû çirandin û roviyê wî rijiyabûne erdê û çavekî wî rijiya, lê ew ji hiê xwe neket û rovîkê xwe paqij kirin û desmala xwe liser girêda ta hewar hate biwanve. Gewdê Silêmano dinav cilikekêde li bênderê gund danîn û liser serê wî bûye qîr û qiyamet û xelk li ser digirîn ji ber birîna wî ya mirinêye. Xeber dane xanima wî û ji nikave qîre qîra wê ji dûrve hat û got: Birawo bavê Dirê’î û bi tepa li xwe dixê. Dengê wê kete guhê Silêmanode û di vî wextîde gundiya rê jêre vekirin da ku xwe bigihînê ser laê wî, lê Silêmano bixwe mirovekî xinanîbû û kêfa wî pir ji henekanre dihat û ji civatê pîrekan jî hesdikir. Dema dengê wê bihîst bankir û got: Keçê pitê netinse netinse ez bavê Dinê,î me ma qey ezê bi bumbekê û didiwan bimnim, emanetê tejî saxneme û titek pê nehatiye.
Kesê li dora Silêmano giriyê xwe sekinandin û dest bi ken kirin.
Silêmano û birîndarên dî ji birînê xwe rehet bûn û jiyana xwe berdewam kirin mîna herkesî. Lê ev ne bumba pêîbû û ne ya dawiye jî .
---------
*Tilzîwan- Qerehesen- Girkêzêra: ev hersê gund dikevine rojhilatî bajarê Qamilo qederê pazde kîlometran û Qerehesen û Girkê zêra nêzîkî sînorê Tirkiyê ne qederê kîlometrekî tenê, lê Tilzîwan qederê sê ta çar kîlometran dûrî sînore.
* çîm: axa li devê çeman ku geya dinavde în hatiye û rehê xwe berdane binê erdê û tev bihevre dibû yek parçe.
*ev bûyer bi rastî qewimîne.

jêder: kovara Helez (6)

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark