Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi Hûnermendê şêwekar Arşevîn re

 


Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Kekê Arşevîn, em hindekî derbasî nava çîroka cîhana vê şaxa hunerê bibin, ev çîrok çawa destpêkir, dergehê vê cîhanê çawa vebû, jiber çi(di dîrokê de)?


Bi rastî ev şax  pir  xelek jêre divê  ,lê em bi kurtî hinekî li ser  rawestin  ,em ê bînin ser şaxê huneriyê bi tevayî, yan bi taybetî şêwekarî.


, ew li ser zimanan Û  lêkolîn hatiye kirin çi li ber destê mirovan yan ramanên mirovan, yan têgihşitina kesayetiya demê, ku ev huner hate belavkirin, yan fireh geriya ye û bandora wê gihişt tevaya cîhanê  û wek (tê naskirin  di qonaxên piştî  navîn de)  li ser destê rojavayî Ewrupa ta ku bandora xwe  li tevaya cihanê gerand ku gihişt keneda û  Emrîka,jiber  ber ew çax  miletên  Ewrupî  dema koçerên Ewrupî li wir  di man, ne tenê wisa? Dîsa   ji ber destê Ewrupa  gihişt hin ji Efrîqya û Asya , ji ber ew  çax hin ji wan dema  dibin bandor  û pendekehên Ewrupa   de bûn,ta ko ev bandor  hinekî hate  dijiyatiya hev, di dema ku gihişt çerxa bîstan. Lê  dîsa  ev huner di kevnetoriya xwe  li ba roman û  ixrîqiya de  ku ew  ya herî  kevnbûn  di qonaxên dîroka kevn de , ji ber  ew  çax kar û avakirina hunerên wan û berhemèn wan li dora  2000 sal didomand ,  bi navdarî jêhatîbûn, di  gelek beşê huneriyê wek avakirina  welatê xwe , stîla lêkirna  malan yan bircan ,  ku neqş û bedewbûna  lêkirinê gelekî bi çav jidayî lêdikirin. ,ta beşê torevaniyê dîsa roleke  xweyî herî girîng hebû, ko ew çax nivîsandina toreya  Ewrupî ya  kevin dinivîsin û navdarbûn bi çêkirina  pûtên mirovan ji tûnc û heriyê çêdikirin,  li cihên din romanan jî  ji bingeha  hunera ixrîqîyan dest pêkirin û bêtir ji wan bi pêş de  birin û avakirina  malan yan çêkirina koşkên bedewtir kirin û mezintir  kirin ji ixrîqîyan  bêtir , ta  di beşê torevaniyê de  ji  xwe pêsdan û di beşê şêwekariyê de dest bi çêkirina  wêneyên kevin kirin û  gelek wêneyên kevin hebûn nû kirin, bêtir li ser wêneyên xuristî û hebûnê de  radiwestiyan.  Di pey wê de huner  di qonaxên  navîn de , ko ew  çax rola dêrên fillan  gelekî bandora wê li ser  hunerên wê demê de  hebû , ew dihat hejmara  diduwan  bi taybetî di başûrê rojhilatî Ewrupa de , hunera Bîzentî ew bibû ya ku bi rola xwe  baweriyên wê yî  hunerî bi dana  Artodoks ku  çanda  AsIya dihat û hejimara  sisiyan hunera Îslamî   ku hate  xuyakirin  li ispanya, ta perçeyên başûr û rojhilat li Ewrupa, hunermendên qonaxên navîn dest bi naverokên olî dikirin , ta  avakirina  dêran û  nivîsên olî , tiştekî wan li ber çavan nehat kirin , lê hinekî  kêmtir bû, ta ku  ew  huner  hate vejandin  di çerxa yazdeh û duwazdehan de, ew  çax  stîla  romanîsk xuya bû di avakirina  malan de û tarên di wê demê de, ta  çerxa sêzdehan,  hunera bi navê quti peyda bû li perçê herî mezin li Ewrupa , ew huner  herî balkêş bû, avakirina  koşkên bilind  û bedew  bi stunên xweyî pehin û bilind , ew çax  ew  avakirin hat naskirin bi avakirina  quti ?  Di çerxa çardehan ta  sêzdehan  qonaxên huneriyê yên herî berfireh  hate  peydakirin jêre digotin qonaxên hilbûnê bi erebî di gotin alnahda ? Ji  îtalya  ew  huner  dest pêkir ta gihişte seraserî Ewrupa , ne gereke ku em bêjin bandora xwe ya sereke   ji çand  û felsefeya  ixrîqîyan  û romaniyan  anîn, ew  çax  her tişt  bi çavkirineke bêtir ji qonaxên navîn hunerên xwe  pêş  birin û berfireh gerandin  ji her  aliyan ve , dest bi xuristê ta  pûtên kesan ta  li ser  asoyan avakirin,  wek tar û pala dîwaran ,huner di qonaxên hilbûnê de gelek hewldanên berfireh di Ewrupa de hate afrandin   bandoreke  xweyî  taybet di civaka Ewrupade de  lîst, yek jê huner bi di şêweyên  sereke hate naskirin, wek opêra û sîmfonî, di cara yekem lîstika opêra çêbû ? ew çax di  çerxa  şazdehan de bû di sala 1690 z ,û mûzîka sîmfonîyê di çerxa 18 de hate dest pêkirin, di çerxa 17 de  stîleke nû hate çêkirin jêre digotin Baruk ,ev wek kêferatekê bû  ji ber netew xuyabûn , û ew kêferat di navbera herdu dêran de xuyakirin ?, dêra  Brutistant, û katolîkan ,ew çax têkoşînên siyasî yên ku serkêşiya dêra katolîkên romanan dikşand, ku hişt bandora xwe li ser hezkirina mirovan bike, û mirov bi alî hezkirina hunerên bi navê barok jê hezbike, di wan herdu çerxan de mirov bi alî pêşketinê de hate kirin ,hinekî hunermend ketin pêvajoyeke  nû , ku Ewrupa bi alî teknelocya de  hatin  û hunermend ji dabeşkirina  olî de hinekî  kêm kirin !,hunermendan   naskirin ko jiyana  mirovan bi alî pêşveçûnê de deri  , hertişt nemaye  wek berê , wan jî di çerxa 17 û 18 ko dinerin îja  parastina mirovan tê kirin ,  û mirov bi alî pêşveçûnê diçin  , hunermend bi tabloyan û hestên xwe  radibûn çêkirina mirovan yan miletên bindest durist dikirin, û ji alîkî de  dest bi romantîkê di tabloyên xwe de  dikirin,   di nîviyê çerxa 19 de, tevgerek nû hate  afrnadin ji ber civakeke  nû   xuya bû , û pêşketina teknelocya diyar bû  , li wir dibistanake  nû  ji  hunera şêwekariyê hate xuyakirin ku ew dibistan  bêtir  bi civaka wê demê re bi hest dibû, û nakokiyên di civakê de di wêneyên xwe de  çareserî dikirin , ew dibistan jêre digotin hebûn yanî tiştên ku li ber çavan be.,
di  sala 1900 De her çend salan  stîlên nû hatin  xuyakirin, hunermend hinekî neman wek berê di  dabeşkirina dibistanên hunerî de  diman  bêtir , naverokên xwe  ji çîrok û dîrokên berê de tanîn , ta ko dibistana Bawhawis li almanya  derket , bêtir bawhawis  ko neqş û avakirina  mal û bircan   ava dikir, bi awayekî nûjen dihat avakirin, ji ber ko civak  bi alî pêşveçûnê ve diçû, ta ko pêşketinek  di aliyê mûzîk û wêje û çand û şano de  hate kirin  ew çax çerxa 1900 z

Gelo, ev şax wek pêdiviyekê derket yan wek helwestekê yan jî wek hezkirinekê?

Gava yek li jiyana mirovan mêze dike li derûdora wî yan bi tiştê ku bi xwe re aniye  ta roja îro  em mêzedkin ku ew tişt wek pêdivîyeke ji kesayetiya  mirovan re , mirov di qonaxên dema berê de ji bo jiyana  xwe di dema  ko çavên xwe  vekir  li ser rûyê jiyanê   û çav gerand  ku jiyan bibe ew  çax wek  hovekî bû dest dipeland ku xwarina devê xwe peyda bike  radibû li pê pêdivîya jiyana xwe  ji bo xwarina  xwe diafrind , ji wê rojê ta  qonaxa ko mirov tê de  derbas  bû mirovên ku di jiyanê de bi kar û pêk bûn ji hişmendiya xwe  û ji xuristê tişt pêre hate  afrandin yek jê  huner bû , anko mebest ne ku huner  mirovan çêkir huner  berî mirovan  hebû wek xuristê yan  dengê ba û baranê û  ûrûra guran  yan tav  û birûskan, bi xwe  dibû awazek, mirovan lê guhdardikir, li dû wan awazan   şaxek ji hunerê ji wan dengan   dibû sûdeyek ji mirova re û hunermend  bi deng û awazên xwe jê diafirand  ew jî şaxek bû ? û ji xuristê mirovan wek reng yan awayê daran û   meha  buharê , tûniya  çiya, yan tûniya  li ser  rûyê  jiyanê,mirov ew çax  bi çavan lê dinerî radibe ji çavên xwe dighand  mejiyê xwe,  û   wêne jê diafrand  ,ew jî  şaxê şêwkariyê jêre dihat gotin,mebest  ewe  ku berî mirovan her tişt hebû , av ,kanî  , fêkî , buhar, havîn, volkan,zivistan, kesên  canewer  yan giyanwer li ser rûyê gerdûnê.

Tablo heta kîjan astê dikare bibe zimanê cîhana kes û bandora xwe li kesan bike?

Bi rastî tablo bû zimanè cîhanê  , lê ne bi zimanekî  hate  naskirin, tablo bi çar zimanan hate  naskirin ji wan her çar qonaxên ko huner tê de  derbasbû ?
Huner  yan tablo di her çar qonaxan de  xwe  eşkerekir li  cihanê û mirovên li ser  rûyê cihanê ,bera çi kes be û bera kî be?
Lê ji qonaxên  piştî hilbûnê ta  qonaxên berî şoreşa  êlêktronî  tablo û huner  her tişt bi xwe re kişand   û ji mirovan re bû ziman û  bandora xwe  baş li ser  miletan kir, lê  di van qonaxên şoreşa êlêktronî  tablo bû wek dijminekî  li himberî hunera êlêktronî sekinî , ev jî rastiyeke, wek ku qonaxên amûrên hesin derket bêtir ku li welatên rojava derketin bû dijminek li himberî  cotkaran    û cotkar kêm bûn û bûn çîrok, tirs jê jî  heye  ko wek beşê şêwekariyê hinekî di şoreşa   êlêktronî de  ne tenê kêm bû , lê tirs  heye  ko ev ziman di vê qonaxê de ne be  asta her çar qonaxên ku hat buhrnadin, yan ku ev huner hebe , ew hebe  wê bibe hunereke hevdanî  bi  teknelociya elktronî ya nûh re .

Gelek cara tê gotin ku taybetmendiyên hunermendan bi wan re tên dinyayê, heta çi astê ev dîtin

raste, yan jî bi demê re ev yek çêdibe?
Ti mirov bê  taybetmendiyên xwe  tune, di jiyana her şêwekarekî de jî wek 2 taybetmendiyên  xwe hene , yek jê taybetmendiyên  kesayetî  , yan di taybetmendiyên ku ji kesayetiya xwe tine hindir`wêneyê xwe, lê  belê  wek ku şewkarekî navdar be  helbet wê  taybetiyên wî  jî   bi nav û deng  be , bi wî mercê   ku taybetiyên wî  bên xuyakirin , anko ji veşartine  derkeve , hin ji taybetiyên  wan  henin  ta ko dimrin jî  dernaxin , li cihkî  din jî taybetiyên  wan  derdikeve bê berûpêç dîsa  ew  şêwekar pê tê êşandin , di nerîna  min de  taybetî   dibe wek bîranînên şêwekar , yan gelek taybetmendiyên xwe di naveroka  tabloyên xwe de  ji temaşevanan re tîne ber çav, taybetiyên  bi şêweyên rengan yan tevgera xêzên di tablo de yan rastiya tablo ew bi xwe asteke ji hunermend re û xwendevanên hunermend  re ya arêni ew bi xwe dibistaneke ji hunermend  re çi ku ew dibistan wî afirandibe yan lê hatibe şopandin, wek nemûneyên gelek dibistanên  sewkariyê  yen hunermendên navdar li seraseri cihanê .

We çawa dest bi vî hunerî kir, anko derdorê bandor li te kir, tu ketî bin bandora hindekan yan te hew dît ku  di nava vê cîhana hunerî de yî?

Qet min bîrnedibir  ku ez  bibim şêwekarek yan xwedî omîdek, ji ber min xwe  di malbeteke niştimanî dît  û   ez xwedî  bûm , bi wî  temenê  xweyî piçûk bandora  malbata  min ya  niştimanî li  ser min hebû ne ku ez  bibim şêwekarek , ez bi xwe  fêrî hunera şêwkariyê bûm  , ji ber bi wî  temenê xweyî piçûk min nizanîbû karê niştimanî yan gava ko min buyerên tûj ku dihat li ser serê kurdan min dibhîst, zimanê min hîç tunebû ,lê gerek bû bê ku ez zanibim ez çi dikim yan ez şêwekarekim , min rabû di rêya  pênûsa reş de  hin ji wan wêneyên civaka xwe û  çîrokên dema semênê xwe min bi guh dibhîst ez radibûm ji bihistina bûyerên kurdan min bi hest û perikên zuha min reng li ser dixist û ji wan  bûyeran min dikir wêne ji xwe re  ,yan min li ser perçak kaxet duristdikir,dîsa dibêjim civak û derûdaora min û asta ku miletê min, hişt ku ez fêrî karê şèwekariyê bibim.

Li gor dîtina we, şêwekarên ku bandoreke erênî li ser vê hunerê kirîn kî ne û çima ev şax di nava kurdan de pir kême?

Wek min  destpêkê   got, di wan her çar qonaxên ku me bi nav kir  bi taybetî qonaxên hilbûnê ,nayên  jimartin navên wan navdaran ku ez ji wer e  bi rêz bikim , dîsa  ew  huner  bû  û  ew  hunermendbûn yên  ku  bandora  xwe  li seranserî cîhanê  hebû , bandora  wê hingê li  ser parçê Asya jî kiribû, ew çax  li Asya kesî ne digot ev kurde yan erebe yan eceme  yan farise  bê goman dewlet tinebû ku em bêjin  ji kurda  kî bû , bêtir di gotin bandora  hunerî  li Asya dikir yan ji Ewrupa hate afrandin yan li Efrîqya di geriya, yan di Emrîka re derket , li vir  herkes karê bêje miletên Asya kî bûn ? Yan li Emrîka kî bûn? Yan li Efrîqya kî bûn? Wek îro  tê xuyakirin ku her oqyanosek bi gelek netewa tê xuyakirin ,ew çax ji wè çaxê de  netew henin ta vê çaxê wek dîrok, di vê qonaxê de  kurd  ji aliyê ragihandinê de  di tariyeke û bindestiyekê debûn ,anko kurd  jî hevbeşê wê dîrokê bûn  û hevbeşê wê hunerê bûn,sedema herî gring ko kurd çima kêm bûn ? Ji ber kurd tè xuyakirin li ser serê wan her dem cirîd û ceng didomandin ,qet rawestandina xwe ne didîtin  wek welatên Ewrupa ,yan Emrîka , wan ji sûdeya wêyî  hunerî ji welatên mezin ,wek faris û Osmaniyan çaxa misilmantî hate  rûyê  dinyayê, dîsa dimîne  hevbeşê wî karî wek ku ta niha  gelek navdar henin ku tu vedgere bingeha wan yan koka wan ew vedgerin go kurd in,yan em vê jî jibîrnekin  ku kurdan jî para xwe xwarin ji 2 sedemên herî  girîng ku salin dirêj bandora olî li wan kir  û  bandora  welatên paşketî ku dibin bindestiya wan de man bi hezarên salan derfet nebû ko ji aliyê beşê  şêwkariyê pêşbikeve. Û navdar di nav wan de xuya bibe,ji ber wisa  ta roja îro civaka kurdan dûrî  beşe şêwkariyê  ye!

Ji bo Arşevîn şêwekarî çi ye, çêj û dilxweşiya tabloyê di kû de ye?

şêwekarî nasnameya her Hunermendekî şêwekar e û tûniyeke yan eynikeke ku ez li himberî wê eynikê jiyana xweyî  kesayetiyê  dibînim  û  jiyana gelê xwe ya xêzanî  û  perîşanî   qehremaniyê  tê de   dibînim,anko tu kari bêje;  ji bo min şêwekarî  Arşevîne û Arşevîn şêwekariye , di erêkirina bersiva min de jî  ku ez  erêbikim  ji nasmirovên ku min nasdikin dibêjin bêtir waye  yê  şêwekar  , anko nexeme  ku bêje  waye  Arşevin yan gelek gava min dibînin  di rûyê  min de  tablo  û  wêneyê min tê bîra wan, ev jî rastiyeke wek mînak gava tu çandvanekî  di cih de  zad û  genim û garis tê bîra te  yan tu gulfiroşeke bedew dibîne di cih di  gulîstaneke gulan tê bîra te  ,  anko dilxweşiya her tabloyekê hêvî û  gulîstana vehesiya dila ye yan  omîda çavên sêwiya ye, yan vehatina qelşên lêvên birçiya ye, yan çerandina gur û bizna ye ku bi hevre di tabloya minde bi hevre diçerin , wê çaxê  ez ê  xweşiyê di tabloya xwe de bibînim.

Gelo Arşevîn ji karê xwe raziye?

ez bi karê  xwe razî me  Wek berê  jî min gotiye ez  wek yekî cotkarim ku li benda hatina şînahiya   çandiniya xwe ye, yan yekî karker ku li benda destmiza xwêdana xwe ye, lê ez ji  asta karê xwe ne razî me !, Ez jî dikim  wek mirovan, di xebitim şêwekariyê  dikim, lê cima? , ez nizanim,?,bê gûman kar  û berhemên hunermendan  yan mirovan ,  bersiva mirovan dide , dîsa  rewşa her hunermendekî ne wek yê dine  û derfet avakirina wêneyekî  ew derfet nayê  ji her hunermendekî re  gelek astengî pirsgirêk henin , pisîkolojiya her hunermendekî  ne wek yê  dine, piştgiriya hunermendekî ne wek yê dine, kêferata qata di civaka me de hunermend jî dibe sûcdarê vê kêferatê , ji ber hunermendin  hene nan tune bixwin ew di çavên civaka me de dibin mirovên kêm , anko nayê  hezkirin bera ku wek pêxemberekî  anha be ! Aboriya hunermendekî ne  wek yê dine, tenduristiya hunermendekî  ne  wek yê dine , derfetên vexwendina hunermendekî  ji bo pêşangehekê ne  wek yê dine, ragihandina karê hunermendekî  ne  wek yê  dine, ez bi xwe tucarî nabênim asta karê hin ji hunermendan,  heger bera navdar bû  yan anha navdare ez bi xwe nabînim ji zanebûn û xurtbûna wêneyên wî , ez  dibêjim derfet jêre wisa qediya, bi taybetî di dîrokê de,wek mînak û digel rêzgirtina min ji her olê re,  heger Muhamed pêxember kurê roja îro ba wê di vi qonaxê de qonaxên  şoreşa teknolojî  û  êlêktronî wê pêxember ba,,??, wek ko wî sona zana û   pêxemberan danî ,,! ,  her tişt derfet û dem û  piştgirî ji wan re wan navdar kirin, ji belî ko hêjayî  navdariyê bûn , û ji bilî ko yê hêjabûn ko bibin navdar , ew nebûn navdar,   ko ez razîbim ji karê wî yan ne razîbim , derfetên jiyanê ji Arşevîn re  bi awayekîye  û  ji yên din re jî bi rengekî  dineî

Arşevîn di tabloyan de dixwazê çi bide civakê?

Em ji civakekê  çûn civakekê , yani oryantalî ta rojavayî , yan civaka kurdî ta Holendî , min di civaka Holendî de  riya  gelek ragihandinên wan de , êş  û  azirdana ku miletê kurd têde jiyan dibû, wêneyên min li her deverê   eynika miletê min ,di eynika wêneyên min de 2 can tê de ye  yek jê  cama tê şikandin û yek jê wêneya eynika milet û civaka mine , ew şewqa wê eynikê   ye, yan ronahiya wê eynikê ye,  bera  ev eynik li ku be , şewqa wêneyên min namire  ji ber  ew bi xwe civak û miletê mine , lê eynika min ew ê rojekê ji rojan wê bimre ji ber ew cama  û ew cam jî Arşevîn e  û Arşevîn jî  mirovekî  kurd e,? ....,, û  tu kes namîne  di jiyanê de, heta ku ez bimênim,/  îro ez  li Holenda me li himberî min çi heye  , civakek bi awayekî din li himberî mine, li gor reng û dabeşkirina  naverok û rengan  , ez dîsa  hewldidim ku ez  di riya stîla xwe de  û tevgera xêz û rengên xwe de, ronahiya  ji eynika wêneyên xwe de  vî  miletî  bidim  naskirin ,kî ye miletè kurd ,yan kî ye civaka kurd.

Gotina dawî:

Gelek spas bo westandina we û bi vê derfta hêja , ku min jî bi alîkariya we dilopek ji derya êş û derdê miletên xwe , mirovatiya rastî,peyva rast,birîna kûr ,hêviyên mirovên birîndar, ku di hindirên wêneyên xwede û di tiya raghandina we de em pir kêfxweşbûn:


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark