Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemźn Nū: Pirtūka “Kurdźn Almanyayź“ derket

 


  Pirtûka lêkolînî ya bi navê “Kurdên Almanyayê“ ya sosyalpedagogê kurd Zekî Ozmen ji aliyê Wežanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye hate wežandin. Ev pirtûka lêkolînî yekem berhama bi zimanê kurdî  ya li ser kurdên li Almanyayê dijîn e. Nivîskarê pirtûkê Zekî Ozmen ku du salan ji bo amadekirina vê berhemê xebitiye, lêkolîneke berfireh li ser kurdên li Almanyayê dijîn pêk aniye.
Pirtûk bi kurdên destpêkê yên di serdema împeratoriya osmanî û farisan yên hatine Almanyayê û navê wan bûye malê dîrokê destpê dike. Dû re jî pêlên hatina Almanyayê yên kurdan yên di demên cuda de û sedemên wan bi awayekî berfireh hatiye lêkolînkirin û nivîsandin.


Di pirtûkê de komeleyên kurdan yên yekemîn li Almanyayê hatine damezirandin û rewža gižtî ya niha ya komeleyên kurdan jî hatine rêzkirin. Hejmara kurdên Almanyayê di çarçoweya daneyên fermî û tezên li ser vê babetê û her wiha bicihbûna kurdên heman herêman yên li heman bajarên Almanyayê jî hatiye lêkolînkirin. Ji bilî rewža xwendekarên kurd yên li zanîngehan û saziyên wan, cihekî taybet ji bo dersên fermî yên kurdî yên Almanyayê û elaqeya malbatên kurd yên ji bo vê yekê hatiye veqetandin.

Dezgehên ragihandinê yên kurdên Almanyayê û dîroka wan jî babeteke din ya pirtûkê ne. Sosyalpedagog û nivîskarê vê pirtûkê Zekî Ozmen cihekî giring daye babeta hunerê ya kurdên li vî welatî jî. Digel bežên li ser ciwan, spor, sînema û nivîskariya kurd ya li vî welatî nivîskarê pirtûkê di çarçoweya lêkolîna xwe de dide diyarkirin ku di hemdembûna muzîka kurdî de rola stranbêjên kurd yên li Almanyê dijîn û jiyane bi awayekî gižtî diyarker e. Digel beža li ser qedexeya PKK´ê, gelek aliyên doza Mykonosê ku di nava raya gižtî ya kurd de nehatine minaqežekirin jî bi awayekî delêlî hatiye lêkolînkirin. Di pirtûkê de digel babetên li jor û gelek babetên din, di dawiyê de awir li ser jiyana kurdan ya rojane hatiye gerandin û ji betlane, žîn û cejnên kurdên Almanyayê bigirin, heta babeta zewacê jî di pirtûkê de tê dîtin.


Zekî Ozmen kî ye?
Zekî Ozmen di sala 1979´an de li gundê Emerînê yê girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Di 11 saliya xwe de digel malbata xwe çûye Almanyayê û li wir nižtecih bûye. Wî beža sosyalpedagojiyê ango perwerdehiya civakî bi giranî bi naveroka pisportiya li ser entegrasyonê li Zanîngeha Frankfurtê xwendiye.  Her wiha ew ji temenê xwe yê ciwantî ve wekî rojnameger jî kar dike. Ew niha digel pîžeyê xwe yê sosyalpedagojî, karê rojnamevantî û nivîskariyê jî dike.
Zekî Ozmen / Kurdên Almanyayê / Wežanên Ronahî  / 189 rûpel

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark