Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beþekî kurt ji bîranînên min bý Mihemed Þêxo û Aramê Dîkran re

 


 Konê Reþ
 
Di sala 1965an de, dema ku ez di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed Þêxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka Mihemed Þêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di nav xelkên Qamiþlo de naskirî bû. Wî ahengên dîlan û þevbuhêrkan xweþ dikir.. Lê Mihemed Þêxo nû dabû ser rê.. Gelek caran Aram û Mihemed Þêxo di hewþa dibistanê de qerfên xwe bi hev dikirin.. Carekê ji bo berçavka Mihemed Þêxo her yekî ji me qutabiyên dibistanê 5 qirûþ an 10 qirûþ, wek alîkarî ji bo berçavka wî dane hev..

Di sala 1966an gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê. Wê salê de Aram jî di nav wan de ji Qamiþlo barkir û çû.. Xweþ li bîra min e, cihê ku lê kombûn û li otobusan siwar bûn baþûrî dibistanê bû bi dor sed gavekî.. Hingî em qutabiyên dibistanê çûn, me li xatirxwestina wan Ermeniyan temaþe dikir.. Dor 10 otobus li pey hev rêz bûn, ermenî bi malbatî li wan siwar dibûn; kal, pîr, jin û zarok, xatir ji hev dixwestin û digiriyan.. Me di pirsî, wê herin kû? Digotin wê di rêka bendera Laziqiyê re, bi gemiyan herin Hayistan.. Me nizanîbû Hayistan çiye.. Digotin Hayistan Ermenistan e..
Di vê biwarê de dikarim bibêjim ku piþtî çûna ermeniyan a Ermenistanê, çûn û reva Cihûyan a Israîlstanê û çûna Siryaniyan ber bi bajarê Heleb, Þam, Humis û Beyrûtê ve, pêþketina bajarê Qamiþlo di gelek waran de di cihê xwe de rawestiya... Her wiha di wan salan de jî kurdên Beriya Mêrdînê bi pirbûn malên xwe anîn Qamiþlo û ketin þûna wan de. Vê paþiyê jî hin ji erebên êla Tey malên xwe anîn Qamiþlo di baþûrî bajêr de taxek ji xwe re ava kirin bi navê Taxa Tey.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark