Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 28 .. Deh tembî bo rewşenbîrê kurdistanî

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer


 Miletê me, ji 25 sedsalan de, di pergaleke awarte de ye, hema bi kurtahî mirov dikare bibêje: Em „welatê dagîrbar, û gelê kolonîbar” ne, û her tim jî em weha çûne, ku siyasetmedarên me berpirsiyarên vê pergalê ne. Lê gelo rewşenbîrên me ew erka, ku divê hem ji warê niştimanî û hem jî ji warê netewî de, cîbecî bikiranan, bi cih kirine? Ewana bingeheke çandî rizgarî hevtewaw damezirandine? Gelo ev bingeha hanê, ji bo ronakirina gelê me û amadekirina wî ji bo rizgarkirinê, ne yekeke pêwîst e? Gelo zanîn û rizgarî, di dirêjiya dîrokê de, ne hevalrê bûn? Miletê ku zanîn bi dest nexistî, dê çawa azadiya xwe vegerîne?


Milet hewcedarên çar awayên hêzê ne: Hêza zanînê, hêza polîtîkê, hêza aborê û hêza şerkirinê, her weha hewcedarên çar gurûpên entilcênsiyane jî; rewşenbîr, siyasetmedar, aborzan û şervan. Tiştê ji min ve xuya ye, ew e ku rêveçûna me ya çandî ne gor asta xemxweriya netewî ye, û hinek rewşnenbîrên me karînên xwe ji bo pirojeya me ya netewî û rizgarî nekirine karmend. Ez bawer im, ku ewana dikarin vê yekê bikin, eger bixwazin, û bizanibin çawa pêk bînin.
Dixwazim di vê pergalê de bi deh temiyan (şêwr) bo rewşenbîrên Kurd bibim hevpar.
1.Bibe lêgervanê zanînê: Dem di dest te de bihatirîn tişt e, û zanîn jî gewretirîn hêz e, dema xwe ji bo bidestxistina zanînê bixebitîn, ev yeka jî tenê bi riya xwendinê pêk tê. Miletê ku naxwîne  li dervayî dîrokê dimîne, gava tu ji xwendinê bi dûr de dikevî, hîngê tu ji zanînê jî bi dûr de dikevî, û tu li dervayî xeleka zanînê dimînî. Konfîşiyos gotiyê: „Mirovê, ku li dirêjiya rojê zikê xwe bi xwarinê dadigire, bê ku hişê xwe ji bo tiştekî bixebitîne, çiqas gunehkar e“(1).
Bila zanîn armanca te ya herî mezintir be, û çi gava tu rêwî bî, an bendewarê dostekî bî, an gava tu li piraksîzê bendewarê bijîjk bî, an tu tiranbîla xwe kontirol dikî, an gava tu ji karekî li dayîrên dewletê bî, an li nav zeviya xwe bî, li van hemî deveran bila pirtûk hevalê te bî. Zanyariyên biçûk tên ser hev û dibine çemekî dewlemend.
2.Bila zanîna te fireh û pisporî be: Hemî pencereyên xwendinê li ber xwe veke, sînoran nexe nav xwendinên xwe, helbestê, çîrokê, şano, huner, rexneya wêjeyî, medya, dîrok, erdnîgarî, felsefe, ayîn, civaknasîn, derûnasîn, polîtîknasîn, aboransîn, fîlologî (zanista zimên), tenduristnasîn, fîzîknasîn, kîmînasîn û istêrknasînê bixwîn. Bi çanda fireh asowên nêrîna te jî fireh dibin, û zanîna te dewlemend dibe, û boçûnên te hûrgulî dibin.
Pê re ji bîra neke, ku em di çerxa pisporiyê de ne, di çarçewa firehzanînê de bibe pisporê awayekî zanînê, û bi kûrahî pê de here, her dem zanîna xwe nû bike û ber bi pêş de bibe, tu nikarî di pisporiya xwe de ber bi pêş ve biçî, eger tu jê hez nekî, û karînên layiq bi dest nexînî. Pisporiya te dê bibe alîkarê te, da tu berhemên zanistî dupat bafirînî, û bigihînî encamên nixrbiha, û biryarên durist.
3.bibe xwedî rêbaza zanistî: Sitemkar dijminê ramana ronak yê herî tund e, di navbera sitemkariyê û azadiyê de dostanî nîne, rêjîmên sitemkar çanda paşevemayînê û tevliheviyê û xurafetê li rojhilata navîn belav kirine. Gelên rojhilata navîn, ji sedsalan de bi zora paşevemayînê û tevliheviyê û xurafetê bi rêve tên birin, xwediyên sariqan (kum) û rihên ayînî bi wê çandê didin ser hiş û dilên gelan.
anda paşvemayînê û tevliheviyê û xurafetê bi paş xwe bihêl, bibe xwedî nerîna realîte û rêbaza zanistî. Beriya ku tu zanyariyan dinivisînî, wan dupat bike. Konfîşyos gote şagirtê xwe: „Ez te hîn tiştekî dikim, ji ber min bigir: Eger tu nizanî, nebêj: Ez zanim, û eger te tişek jî nizanî, bêje: Ez nizanim, ev yeka tepela pendê ye“(2).
4.bibe xwedî pirojeyeke çandî: Di pergala pisporiya xwe de bibe xwedî pirojeyeke zanînê, bila pirojeya te realîtî û gengaz be, ku were pêkanîn, û ji bo civaka te û mirovaniyê sûdar be. Armancên pirojeyê yê demdemî û yên isteratîcîk sînor bike. Dê çiqasî baş û sûdar be, eger tu li gel rewşnbîrên din, ku xemxwerên heman babetê ne, bikevî rêzê! Hevrêzî û belavkirina rolan û yekirina cefayan karên zanistî û nirxbiha û mezintir diberhimînin.
Miletê me, ji hêla çandî de, ne kêmtirî du sedsalan bi paş miletên pêşketî de mayî, û ne kêmtirî sedsalekê bi paş cînarên me; Faris û Ermen û Tirk û ereb de mayî, dewletên wan pirojeyên çandî mezintir pêk anîn, me jî li hemberê, karînên xwe xistin karmendiya çandên wan, û li pêş rêveçûna çanda xwe jî kirin kend û bend. Eger cefayên hin Kurdên der û hundirê welêt ne bana, emê naha gelê derveyî dîrokê bana. Gava tu xwedî an hevparê pirojeyeke çandî bî, hîngê tu vê valahiya çandî ya mezin û fireh dadigrî.
5.Mêldarê miletê xwe be: Dagîrkeran em neçar kirin, ku bi zimanên wan hîn bibin, û ji bo debara jiyanê wek xwefiroş di sazûmanên wan de bixebitin, û bê hemd xwe bidin kêlek nerîn û boçûnên wan yên çandî û netewî û ayînî, ew boçûnan jî bi piranî nijadperestî ne, û ji hêla şaristanî de jî paşvemayî ne, karmendiya hizrên wan yên netewî sergirtî dikin, û ne tenê dijminê hebûna me ya netewî ne, lê dijminê mirovaniya me ne jî.
Bes e, ku em mêldarên çanda dagîrkeran bin, divê tu mêldarê kelepûr û dîroka xwe bî, tu li kû derê bî jî, divê tu li gel civaka xwe ya kurdistanî û dozên gelê xwe hevbest bî, genimê xwe bixî aşê miletê xwe, li hember pirojeyên zorkariyê û pişaftinê bervedêrê hebûna xwe ya netewî bî, bila xwendin û nivîsên te ji bo rizgarkirina Kurdistanê hevpar bin. Navdengiya, ku di bin sîbera alên dagîrkeran de bi dest dixîne, zû ji meydanê wenda dibe, navdengiya rasteqîn ew e, ya ku di çarçewa çanda te ya kurdistanî de, û di çarçewa mirovaniyê de pêk tê ye.
6.bibe hevparê çêkirina bîriya me ya netewî: Milet bi berjewendî û bîranînên xwe têne birêvbirin, û ji 25 sedsalan de dagîkeran welatê me dizîne û em ji bo berjewendiyên xwe kolonî bi kar anîn, û xebitîn, ku bîriya me ya netewî vala bikin, û di pey re jî wê bi her tiştê, ku dixwazin, dagirin, û me ji xwe re bikin kole, pê re jî em gîhan pergalekê, ku navên wan pîroz dibînin, sitemkarên wan payebilind dikin, ji bo dozên wan bi canfîdayî bervedêriyê dikin, û di riya wan re nirxê xwe dinasin.
Ma ev laqirdiya hanê ne bes e? Pêdiviya herî giring ew e, ku em bîriya netewî ji qerêjîyên wan paqij bikin, û ji nû ve li gor kelepûra xwe ya kurdistanî damezirînin, ji her warên dîrok, ziman, wêje, ayîn, nirx, muzîk, istiran (kulam), nav, cil û berg, kesayetî û pîrozgehan ve. Rewşenmbîro! Bibe hevparê çêkirin bîriya kurdistanî resen. Eger tu pêşî bîriya  xwe ya kesayetî paqij nekî, tu nikarî vê yekê pêk bînî.
7.Kurdistanî be, ne partiyetî be: Partî pêwîstiya polîtîkî û têkoşînî û civakî ye, lê partiyetî perestiyê diva dike, û mixabinî ew  e, hin partîzanên Kurd ecendeyên partiyetiyane didin pêş pirojeya kurdistanî ya mezintir (rizgarkirina Kurdistanê).
Divê em rewşenbîr kurdistanî bin, ne partiyetî bin, divê em partiyan derbas bikin, divê em milkê miletê Kurd bin, û yê hemî partiyên kurdistanî bin, divê em bi rastiyê re bin, û dijberê  vir û vûtan bin, divê em bi wî kesî re bin, yê ku, ji dil de ji bo rizgarkirina Kurdistanê dixebite, û derstkeftiyên piratîkî pêşkêş dike, û divê boçûnên me li ser her bûyeran he bin, lê divê helwesta me, di vê tengê re, ya rexnegirê pendiyar be, ne ya kîndarê erzan be.
8.Xwe ji çanda revê rizgar bike: Em ji 25 sedsalan de miletekî  revok in, miletê, ku serdestiya welatê xwe ne di destan de ye, û nikare dewleta xwe ya niştimanî ava bike, miletê rovk e, ev jî rasityek e, ku paşgukirina wê bê sûd e, çanda bazdanê hîna jî li ser tevdîra me ya çandî û polîtîkî hukardar e,heya naka em di çarçewa tabowên, ku dagîrkeran em pê girêdane, û me pê ditirsînin, de tev digerin.
Bes e, ku em xwe li hember tabowan ditewînin, dem hatiye, ku em hemî tabowên dagîrkeran bişkînin, û bi ser rûwên wan de bavêjin, çanda bazdanê binpê bikin, polîtîka bazdanê welatan rizgar nake. Werin em ji bo mafê jiyana azad û avakirina dewleta xweser binivisînin, û rastiyan deynin pêş gelê xwe û cîhanê, û bi wêrekî û pendiyarî di rûwê tabora pêncê de, ya ku dagîrkeran di civaka me de çandine, rawestin.
9.Nirxên mirovanî biparêz: anda sitemkariyê û xurafetê, li rojhilata navîn, polîtîkên dirinde û rewşenbîrên, ku nexwaşên şîzofranyayê (dukesayetî) ne, peyda kir, nirxdartirîn saloxanan hil didin, û nizimtirîn karan dikin, tenê di navbera netewperestiy xwe re li cîhanê dinerin, ev dever (rojhilata navîn) bi belayan dagirtin. Em Kurd jî yekemîn qurbaniyên wan çand û polîtîkan bûn.
Ne li gorî me ye me, ku em ji cihê qurbanê xwe diguhêzin cihê sitemkariyê, ne li layiqî me ye, ku di nivîsên xwe de netewperest bin,gava em li ser hinên din dininvisînin, divê em peyvan bi hûrbînî vebijêrin, û divê laqirdiyan bi gelên din nekin, divê em gel û rewşenbîr û siyasetmedarên netewperest ji hevdu veqetînin. Welatê me kurdistan li dirêiya dîrokê ji sitemkêşan re cihê amin bû, û divê wusa jî bimîne. Miletên, ku dest ji nirxên mirovane ber didin, bi xwe biryara dagerîn û pişaftina xwe digirin.
10.Bibe rewşenbîrê pêşmergeyî: Pêşmerge serbilindiya kesayetî napelîne, ew giyanê xwe ji bo miletê kurd pêşkêş dike, ma tiştekî ji giyan bihatir he ye? Ma ne divê em jî rewşenbîrên pêşmergeyî bin? dem û tendurist û cefayên xwe yên çandî pêşkêş miletê xwe bikin, divê ji dil û bi dilsojî ji bo miletê xwe bixebitin. Werin em kar bikin, wek ku em di eniya pêşî de ne, dema bendewariyê nema ye, ne dema kêfxwaşiya kesîtî ma ye, û ne jî dema serbilindiyên kesîtî, kesên ku kêfxwaşiya kesîtî û serbilindiyên keseîtî dipelînin, nikarin welatan rizar bikin. 
Werin em hemî dema. ku ji ber xebata bo debara jiyanê, dimîne, ji bo miletê xwe bixebitînin, zanyariyên sûdar bidin ser hev, û li nav milet balav bikin, raman xwe ya netewî damezirînin, her tiştê sûdar bi cemawerê xwe bidin nasîn, dêkomêntên (belge),ku di erşîfên dewletên de he ne, bipelînin, ji zimanên din bo zimanê kurdî, û ji manê kurdî bo zimanên din wergerînin, cîhanê bi milet û dîrok û çand û nasnameya xwe bidin nasîn. Li dirêjiya sedsalan dagîrker hewsdar bûn, ku me pîs bikin, û me ji penageha navdewletî  tune bikin. Divê em wan polîtîkayan bişkînin, û careke din hilkişin şûna xwe di bin tavê de.
Hevaldostino! Birahma gote Boza: „Ey mamoste rabe! Wêrek û pêşbir rabe! Di nava tevayê mirovatiyê de, tu wê serkeftiyê mezintir be“(4).
Ramnbîrê mezopotamya yê gewre El-Nîfferî (ji bajarê Nîpor ê somerî ye) gotiye: “Bêje zanyaran: li paş qederan bin, ger we nikarî, li paş ramanan bin”(5). Bi wateya qedera çêkin, ger we nikarî, ramanan bafirînin.
   Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rigar bibe.
    *****     ***     *****
 Jêder û çavkanî:
(1)     William Durant: Qisset El-Hedare, 4/43.
(2)     Cabêr Usfor (çavdêrî): El-Kutub El-Muqeddese El-Erbeie, rû 32.
(3)     Dr. Elî Zeyur: El-Felsefat El-Hindiyye, rû 218.
(4)     Jêdera navborî, rû 204.
(5)     El-Nîfferî: El-Muxatebat, 99.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark