Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (3)

 


Ezîz Xemcivîn

Gava min helbesta “Rojgar” ya helbestvan Sobarê Arî xwend,  pûlikên “Xelkên şikeftê” li bîra min hatin. Wek çawa ew pere bi sedên salan dem di ser wan re buhirî bû, herweha awayê evê helbesta Rojgar ya helbestvan Sobarê Arî jî, ji bîst-sî salan ve ev şêwenivîs nema bikar tê. Dibe dîroknasek ji evan navan bêtir bihejimêre û li hev bîne, û di rêzkirina malikan de bibêje ev helbest e! Gelo, çi hêmanên avakirina helbestî di wisa şêwenivîs de hene? 


Eger em li serdemeke nêz vegerin, gava ko seydayê Cegerxwîn an seydayê Tîrêj û Keleş..h.d, 
helbestin wisan dinivîsandin, ew helbest bi xwe jî,  ji aliyê asta afrênerî û huneriyê ve helbestin lawaz bûn. Çimkî pal û hêmana serekî ya helbestê, bi bîranîna nav û kesayetiyên dîrokî ve girêdayî bû.
Ew serdem, ya çirayeke hûr di tariyeke rewşenbîriyê de bû. Helbestvanên me dixwestin nameya xwe ya netewayetî bi çi awayî be derbirîn bikin. Hem jî dengê miletekî bindest bi cîhanê ve bigehînin. Lê di nerîna min de bi çi behaneyê be jî, ne niha û ne jî berê têkçûna mercên helbestî ji çi helbestvanî nayê pejirandin.
Helbesta gotarî, rû bi rû tu rola wê di rajeya toreyê de nîn e!
Hunerî di avakirina helbestê de mercekî giring e, eger ewê demê guhdan lê ne bûye, nayê wateyê ko em îro roj helbesta xwe têkin evê rewşa perîşan de û li ber dîwarê ketinê wê raxînin.
Hin ji helbestvanên me bi giştî û bi “taybetî” yên ko helbesta kilasîk dinivîsînin, helbestvanên berî xwe, weke Xwedayên pîroz dibînin û nabe ko nêzîkayiyê li pîroziya wan bikin an biramin ko helbestekê ji ya wan xweştir, bilindtir û paktir biafirînin.
Ev sedemeke serekî ye, ji têkçûn û qelsiya parek ji helbestên ko îro roj têne nivîsandin. Tiştekî seyr e, çawa helbestek berî hezar an heftsed an sêsed salî hatiye nivîsandin, ji ya îro ciwan û watedartir  e! Gelo çima helbesta me paş dikeve?

Gelo Kurd ji evê cîhanê cuda ne, an em ê berdewam kesayetiya xwe a torevanî li ser lawaziyê perwerde bikin, û bimînin xwedî toreyeke destpêkî an jî em ê xwe ji qehremaniya Ehmedê Xanî,  Cezîrî û Cegerxwîn…h. d, rizgar bikin? An em ê bibin xwedî kesayetiyeke helbestvanî ye xweser û mîna hin miletên din em ê nema bibêjin bav û kalên me wisa bûn!
Ji bo hin kes, ji min şaş tênegihên, (Ji xwe Kurd li hevûdu mehnakê ne) helbestvanên me yên kilasîk hêmanên toreya kurdî ya îro ne, lê bi çi behaneyê nayê pejirandin ko em helbesta evê serdemê li ber dîwarên kelehên wan perîşan û derbider bihêlin.
****************************************
Mînakin ji felsefeya Baba Tahirê Uryan
Dilê mi’ j’ bilî te dilber na gire
Li cihê gewherê gewher na gire
Dil sotemenî û evîna te agir
Bê sotemenî agir her na gire
Û li cihekî din gotiye:
Delal, her du çavén min qesra te ne
Nav du çavén min cihé piyén te ne
Ditirsim tu xafil gav bavéjî û
bi mijangé min biéşin piyén te
Eliyê Herîrî jî gotiye:

Ger hûn bibînin nalê eşq
Tenê li bom zarî dikin,
Her kes bizanêt halê eşq
Bî hîle dijwarî dikin.

Bi halê eşq bexîl bûbûm
her dem di dem zelîl dibûm,
Bê rêh û bê delîl dibûm
her kes bi xemxwarî dikin.

Mest û şerab qendavê
Êsîr û bendêt vê şevê
Ger wesfê yarê ez bibêm,
Hûn terkî huşyarî dikin.
Melayê Cezîrî li ser mirina xwe ev malik nivîsandine:

Îro me qewî têt girîn
sosin li mêrga xeyirîn
Min heyfa lêvêd şekirîn
êdî venaxun şerbetê
Ew lêvêd le’lîn û şeker
kêm bûn ji wan dur û xeber
sed ah û kovan û keser
heft (e’yn) û (lam) çûn hicretê
Heft (e‎’y‎n) û (lam) j’êk cuda bûn
(Şîn) û (girî) dîsa te da
Em razîne b’emrê Xweda
her çi ji dergahê te tê
Têbînî: Eger heft (e’ynan) kom bikin (7*70= 490) paşê hejmara (lamê) jê cuda bikin (490-30=460) paşê hejmara şîn (360) û girî (230) digel ya buhirî em kom bikim(460+360+230)=1050ê koçî ev sala mirina Melayê Cezîrî ye. Ji dîwanaa Melayê Cezîrî, berhevkirina Tehsîn Brahîm Doskî
*****************************

Xaleke din giring maye, divê ez wê jî bînim ziman, helbesta kilasîk ya kurdî her bi vir de tê qelstir dibe. Mebesta min, wek mînak helbesta seydayê Cegerxwîn (durv û naverok) ne mîna helbesta seydayê Xanî bû, ji xwe çi helbestvanên ko di dûv seydayê Cegerxwîn re hatine, xwe şagirtê Cegerxwîn didîtin û ne dibû ko helbestekê ji ya Cegerxwîn xurtir binivîsînin (helbet li gora dîtina wan).
Nimûnak ji ramana seydayê Cegerxwîn beraberî helbest û kesayetiya seydayê Xanî: “Ey Cegerxwîn Ehmedê Xanî bi naqosa mezin Kurd ne kir hişyar , ji bo çi wer dinalî wek ceres”?
“Ne pêxemberên me ne Zerdeşt û Mezdik û Manî,Yek rehberê me heye seydayê Xanî..Seyda ye, suxteyê wî her Cegerxwîn Li nav kurdaye , lê wek cihayê bê dîn”


Anko Ehmedê Xanî kiriye xwediyê zingilekî mezin “naqosa mezin” û xwe kiriye xwediyê zingilekî piçûk “ceres”.
 
Herwiha Seydayê Tîrêj jî di helbesteke xwe de wilo gotiye:
“Tîrêj çi qûte qûte barê milet girane
Haş xwek tud bin venebî dîno bela xwe jê vek
Ka seydayê Cegerxwîn xwedyê dahola mezin
Gerden li wî ziwa bû feqîro yê te dirbek
Kanîn Hejar û Bêkes ka Xanî ka Cizîrî
Kanî Feqîhê Teyran Siyapoşê çav belek
Ew torevanên mezin dixwaze nayê bi lav û dîlek.” Ji dîwana Cûdî
Anko di helbestvaniyê de Cegerxwîn kiriye xwediyê dahola mezin û xwe kiriye xwediyê daholeke piçûk “tepilk”.
Têbînî:
Dirbek:(Dibe erebî ye): Tepilk: Daholeke piçûk e. Ev nav ji tepa dest ya ko li çermê daholê dikeve hatiye. 
Di gengeşeyekê digel hevalekî helbestvan de, ew jî xwediyê ramana şagirtiyê ye digot: Ne helbestvanên Ereban li Almutenebî zêde kirine û ne helbestvanên Kurdan li Melayê Cezîrî zêde kirine! Berevajî evê nerînê dibêjim, helbesta erebî ya îro helbesteke pir xurt û tevgereke helbestiyane, bi asteke bilind û ciwaniya hunerî hatiye pê. Lê belê weke pirs, çima hin ji me Kurdan hêj bi evê têgehê ne? Çima em naramin ko helbesta me ji ya berî sedên salan xurtir be?
Nerîna xwe bêtir rave bikim, bila şêwenivîsa her yekî/ê taybetî wî/ê be, dema dibêjim helbesteke nûjen û xweseriya xwe biafirînin, ne ko dibêjim Cezîrî, Xanî an Cegerxwîn… h. d, kêm in û ewana piştguh bikin, lê dibêjim ewê pêvajoya hêja bi pêş ve bibin, baştir dibe.
ROJGAR

SOBARÊ  ARÎ


Bînerê dîrok û dewran vame xembarîme ez
Şermezarê rojhelatê bê hevalkarîme ez
Ez giham sedsale bîsta min xweşî her dûr didît
Bagerê çerxa zemînim jor û jêr barîme ez
Rojhelatê kes nema bindest û jar û bê welat
Ez tenê dîl û reben , kola û çokarîme ez
Leşkerê Osman û Faris çûne çaldêran bi şûr
Bin lepê cenga giranim parçe zîvarîme ez
Dane ser min Saykis û Pîko du parçe kirne çar
Ez girêdam hilweşandim rondikê harîme ez
Pê Zinara reş , Cezayir , piştve hatin kemberê
Erzeromê zend bi zincîr , bê gunah qarîme ez
Çar milê min bombe mawî nav rik û penc û direh
Ez di nêv hirç û gur û rovî û keftarîme ez
Ejdehak , Şah û Xumênî her Etaturk û Sedam
Mît û Savak û E`malet mame bê warîme ez
Xalid û Mensor , Hecacê hov ,Yezîd û Mîr O`mer
Qirkirim b,navê Xudê , go gawirê Arîme ez
( Ey Felek ) kanî tu Şêxo bo çi nêrgiz çilmisîn ?
Av û axa min qirêjbû bîn bi genyarîme ez
Kuştiyê Dokan û Xormal , koçberê Şingal û Wan
Rondikê çavê Helepça , Zêwe bêçarîme ez
( kîme ez ? )* îro Cegerxwîn va Şeveq* Ronak* didê
Şoreşa Azad* û Aştî * ez Reşo Darîme* ez
Pir Xudê nasim bi bawer , ez Birahîmê Xelîl
Laleş û Cûdyê mirada bîr û biryarîme ez
Zendevist û agirê Zerdeşt dipilhim ber bi jor
Mezdik û Manî di putxana Mugê tarîme ez
Himberî Cengîz û Holako , û Tîmorling bi sîng
Pêşberî Iskenderê Romî û Tatarîme ez
Silhedînê nêv Hitînê Xaçperest himber neman
Vaye îro ez bi destê wan xwedî parîme ez
Bogevanê Deysem û Guhderz di cenga dijminî
Her dema kax germ dibê sorpêt û dijwarîme ez
Rabe Şêrko ka Riza , Kurmanc li bin linga rizîn
Ser milê Zengî lexab tajon bi hevsarîme ez
Ristemê Zalim siwarê Rexş û gurz û şûr bi dest
Serpepana hirmijim şêrê di kuntarîme ez
Şah Hefîd û Xane Dimdim , mîrikên Botan û Zend
Xan Şeref , nama Cizîrî mûm û zanyarîme ez
Sîfer û Belgname Bexdad min sitand mafê bi zor
Çarçira mizgîn Mehabatê ve pêdarîme ez
Şêx Se’îdim , ez Fuwadim , Pa Bedirxanê mezin
Serkeşê Qazî û Qasimlo bi sêdarîme ez
Xencera Ihsan û Nehrî , canbizarê bê jimar
Cengevanê Agirî bejna sipîndarîme ez
Enter û Gonî di nosim va Qenatî Kurd ziman
Mîr Celadet , her Reşîdim xame damarîme ez
Vame pêşmergê Hela Gurdim li hember xwînmija
Vame Barzan qehremanê sirt û serdarîme ez
Ocelanê pêşrewim doza me xwîna sor divê
Qerqerê Kendî û Simko , qîr û zîmarîme ez
Talebanî ey serok navê me çû koma gela
Bigre Kerkok , Babe Gurgur , al û komarîme ez
Min li Qamişlo serî hilda , pilingim girs û beng
Peykerê hova şikandin baz û şunqarîme ez
Rabe Axayê Deqorî , Sînema A''''''''mode sot
E`leqemşê , gelye Zîlan , her di nav arîme ez
Rabe M''''''''aşoq nû durustî ketye ola Mehmedî
Peyrewim nû , ez Egîdim tîr ji nobarîme ez
Dêrik û Mako , Seqiz barîm wekî pêl û lehî
Perdeyê tarî çirandin sîng bi dîwarîme ez
Ameda Mezlom û Xeyrî , ez Kemal Pîr û Yeşar
Qoç û zindanê neyara deng û navdarîme ez
Ez çemê Aras û Hîzil nav dilê Mîtan û Lor
Xuşxuşa Diclê , Feratim şahe cobarîme ez
Xeml û xêza Zîn û Şêrîn , ew Xeca Sîpan Xelat
Çarika Leyla û Zana berf û hîzarîme ez
Reng ji kesk û sor û zer tê kesrewan û şalûşap
Agirê Newroz û Kawayê Hesinkarîme ez
Sûnd bi Pirtûka Reş û Yezdan û Tawosê Melek
Bang ji tenbûra Şivanim perwerê karîme ez
Ev Birakuştin çima ? , daxwaz û armanc her yekin
Yek ziman û al û parçe , qurmekî darîme ez
Zaz û Bext û Lor û Kelhor , Mad û Kurmanc û Gudî
Nayir û Mîdê serî hişk xwîn û ra Arîme ez
Payetextî ez dibînim , dox bi dest û tox serî
Va dema min hate hofik çerx û rojgarîme ez
Bênvedan min qet nedît rext û çekê min tim mila
Perwerê bindest û jara Goş û Sobarîme ez.
…………………………………………………………….
Ji bo ez gelekî xwendevanan ne westînim, min kurtiya evê gera li nav dîrok û kesayetiyên Kurd yên ko helbestvan Sobarê Arî gotiye “ez ev im û ew jî dijmin in,” anko ev kurtiya şiroveya helbesta Sobarê Arî ye, ya ko xelata diwem di festîvala helbesta kurdî ya 14mîn de wergetiye!
Min ew serjimar kiriye du beş:
Beşê yekem: Kurd û cih
 
Rojhelat, dîrok û dewran, sedsale bîsta, çerxa zemîn, Xudê , gawirê Arî, Dokan û Xormal , koçberê Şingal û Wan ( Ey Felek ) Şêxo, Helepça , Zêwe( kîme ez ? ) Cegerxwîn, Şeveq, Ronak, Şoreşa Azad, û Aştî, Reşo Darî, Birahîmê Xelîl, Laleş û Cûdyê mirada, Zendevist û agirê Zerdeşt, Mezdik û Manî, putxana Mugê, Silhedînê Hitin Deysem û Guhderz Xaçperest, Şêrko, Riza , Kurmanc, Zengî lexab, Ristemê Zal ,siwarê Rexş, Şah Hefîd û Xane Dimdim , mîrikên Botan û Zend , Xan Şeref  Cizîrî, , Çarçira, Mehabatê, Şêx Se’îd, Fuwadim , Paşa Bedirxanê mezin, Serkeşê Qazî û Qasimlo, Xencera Ihsan û Nehrî, Cengevanê Agirî , sipîndarî, Serkeş, Cengevanê Agirî, sipîndar, Mîr Celadet , Reşîd, pêşmergê Hela Gurd, Barzan, Babe Gurgur, al û komar, Qamişlo, piling, Axayê Deqorî , Sînema A''''''''mode, E`leqemşê , gelye Zîlan, M''''''''aşoq, ola Mehmedî, Egîd, Dêrik û Mako , Seqiz, Ameda Mezlom û Xeyrî , Kemal Pîr û Yeşar , Aras û Hîzil, Mîtan û Lor, Diclê , Ferat, Zîn û Şêrîn, Xeca Sîpan Xelat, Leyla û Zana, kesk û sor û zer,  Newroz û Kawayê Hesinkar, Pirtûka Reş û Yezdan û Tawosê Melek, Şivan perwer, Zaz û Bext û Lor û Kelhor ,Mad û Kurmanc û Gudî , Nayir û Mîd, Arî, Enter û Gonî, Qenatî Kurd, Hela Gurd, Barzan, Ocelanê pêşrew, Qerqerê Kendî û Simko, Talebanî,  Kerkok , Goş û Sobarî, ) me ez…
Û beşê diwem: Dijmin
((Osman û Faris, çaldêran, Saykis û Pîko, Zinara reş, Cezayir, Erzerom hirç û gur û rovî û keftar, Ejdehak, Şah û Xumênî, Etaturk û Sedam, Cengîz û Holako, Tîmorling, Iskenderê Romî û Tatarî, Mît û Savak û E`malet Xalid û Mensor, Hecacê hov, bombe mawî, Sîfer û Belgname Bexdad, Yezîd û Mîr O`mer)
Têbînî: Ev nav û navên deveran wek ko di gotarhelbesta helbestvan Sobarê Arî de hatine, min ew li vir nivîsandine!
Digel ko bi dehan ji evan helbestan, yên ko tu rewanê helbestvaniyê di wan de nîn in, berê hatine belavkirin. Nivîskarê me Sobarê Arî ev mijar dubare û dehbare kiriye.
Gelo kî maye û ev nav di dîroka kurdî de ne xwendiye, û kê helbestên seydayê Cegerxwîn (Şahnama şehîdan wek nimûne) û Tîrêj ko bi sedan navên wisa di wan de derbasbûne, ne xwendine?
Çend mînak ji helbestên seydayê Tîrêj

“Kanî Îhsan Nûrî Paşa, Kanî kalê Şêx Seîd, Ka Bedirxanê xwedî, Tac û şahê birca belek
Kanî Şêx Mehmûdê Berzencî, Û ka Yusif Zîye, Kanî ew Qadî Mihemed, Bavê kur Elyê kinik
Ka Fûad beg , kanî Xalid ,, Ka Extî kanî Heqî, Kanî Seydo , kanî Yado, Ka Birahîmê kinik
Ka Îsa bavê Siwaro, Kanî ew şêr û piling, Kanî Leyla Qasim, Xuşka delal û çav belek
Kê wekî me xwîn rijandin, Wî di vê dewra Cîhan, Ne ji tirk û ne ji ereb, Hem ne moxol û ne tacik” Ji dîwana Xelat
Şerefxan im


“Ne Tirk û Firs û Tazî me     ji Mîdya û Mîtanî me
Selahedînê kurdî me         li textê Misrê sultanim
Şahê Misr û Filestînim        pilingê xakê Hetînim
Kurê Behramê çopînim      li Bedlîsê Şeref xanim
Ezim Qadyê Mehabadê          ezim şêrê serê latê
Li zozanê Araratê              seyd xan û Elî Canim
Peyê Mehmûd Hefîdim ez    mirîdê şêx Se''''''''îd im ez
Kemal Pîr û E''''''''gîd im ez     di bircê de Bedirxanim
Ezim keyxesrewê şevgêr  ezim Guhderz ezim ew mêr
Ezim xan Dimdimê cengzêr     neyarê şahê Eyranim
Ku Canpolayê durzî me      Hemê Mûskê Berazî me
Ebdulrehmanê Şûzî me    neyarê Tirk û Romanim
Kurê Faro ezim Sebrî       ezim Xalid begê Cibrî
Ezim ''''''''Ebduleyê Nehrî   bi xwe Simko û Ihsanim
Ezim pêşmergê Berzanî      ku hîmê kurd bi cih anî
Ezim Tîrêj bi şahanî      li şûnwarê Kerîm Xan im.”  Ji dîwana zozan
Ey welat
“Xêz û bendê zendevesta me li gelyê Laleşê
      Pîremerdê şehrê Yezdim ez li ber arê teme
Rengê Homan ol perestê pût û latê Azerim
        Felsefa Mezdik û Manî neqş û nîgarê teme
Hîmê qesra Serçixanê sûr û benda Amedim
              Keleha Mardîn û Dara herdû bajarê teme
Lenger û stûnê pira Bafet li ser dicle me ez    
              Kavilê Birca Belek rewşa ewî şehrê teme
………………….
Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî
              Rengê bilûra Memê j'''''''' koka sipîndarê teme” Ji dîwana zozan
Min dixwest ko wêneyeke helbestî, babet û çavnerîneke simbolîtîk di hevokên helbesta (Rojgar) ya helbestvan Sobarê Arî de bibînim, mixabin ko min bihna helbestê ji nivîsa birader Sobarê Arî ne kir.
Baş e, eger em evan navên dever, bavik û navdarên Kurd û yên dijminan ji helbesta Sobarê Arî bidin alî, anko em wan bixînin; gelo wê helbest ji kok û kelaxê xwe ve ne herife? Eger helbestek li ser jimartina navan ava bûye, ko hejmara wan digihê 240 nav û paşnavan, wek xwendevanekî helbesthez ez dê bi çi helbestvaniyê hest bibim?
Şaştiyên ziman
Helbesta “Rojgar” ji aliyê rêziman ve pir lawazî tê de heye. Dikarim, hinek mînakan bînim ziman:
- vame xembarîme ez = va me xembar im ez
-  hevalkarîme            = hevalkar im
- Ez giham sedsale bîsta min xweşî her dûr didît = Ev deh sal ji sedsala 21ê çûne, gelo Sobarê Arî ev helbest di sedsala bîstan de nivîsî bû?
- sedsale bîsta  = sedsala bîstan.
- Ez di nêv hirç û gur û rovî û keftarîme ez = ev hevok bi “ez” dest pê kiriye û bi “ez” kuta bûye. Li hin cihên din jî ev çewtiya zimên derbas bûye. Lê di vir de ne tenê ev şaşitî, lê belê gotiye “ez di nêv hirç û gur û keftarîme ez” gerek bi gota “ez di nêv hirç, gur û keftaran de me”
Gotina “keftarîme” di ziman de hîç nîn e. Keftar teba ye, ne nijad, ne kar, ne êl û ne ol e. Eger mebesta wî ko ew di nav dirindeyan de ye; hevok divê wisa be: “ez di nêv hirç, gur û keftaran de me”. Wek min berî niha gotibû, (bi çi behaneyê be) nabe em bibêjin ko helbestvan di nivîsandina gotin û hevoka çewt de azad e. Gotin an hevok ko nerast bin, wateyê diguhêrin, mîna ko li vir û li piraniya paşbendên evê helbestê: (bê warîme ez = bê war im, bêçarîme ez = bêçare me, bîr û biryarîme ez = biryar im ez.. h. d).
- Qenatî Kurd = Qenatê Kurdo.
- Vame pêşmergê Hela Gurdim = va me pêşmergeyê helgurd im.
-  sirt = sert.
- Talebanî ey serok navê me çû koma gela = bi çi ravekirinê ev hevok dê serast bibe?
Anko: dengê me giha cîhanê an navê gelê me ket nav koma navên gelên cîhanê?
-. Kerkok = Kerkûk.
-. Rabe Axayê Deqorî , Sînema A''''''''mode sot = Amûdê.
-. Arîme = Arî me.
Ji bo babet dirêj nebe û ji ber ko piraniya nivîsê wisa çewt û lawaz e, min tenê ev mînak nivîsandin. 
Dixwazim xwendevanan bi hin dîtinên cor bi cor agehdar bikim:
*. Du  hevalan  ji min re email şandin û daxwaza rawestandina evan gotaran dikirin, ne ji ber ko min tştekî nebaş kiriye, na! lê nerînin cor bi cor anîn ziman, yek ji wan nerînan:
Miletê Kurd hêj ne gihaye wê asta ko rexneyê li ser xwe bipejirîne. Dema tu gotarekê li ser nivîskarekî dinivîsînî, yekser ew bi nerîneke neyînî dibe.
*. Nerîna hevalekî min î din: Çima tu dostan ji xwe re nahêlî?
Ji xwe nerîna helbestvan Brahîm Evdî ev bû: “Min gotara te ya li ser mihrecana helbesta Kurdî ya14mîn  xwend , ji bilî tewanbariyê û beravêtina kar ,min tiştek têde nedît.”
*. Û kurtiya nerîna helbestvan Zagros Osman: “jibo nexweşiya çavnebarbûnê ya ku di canê wan de zîl daye, û nikarin xwe ji girêkên piskolojîk rizgar bikin,mirov nizane çi navî li yên wisa bike,gelo ew rewşenbîrin an nexwşbîrin” û di gotara din de gotiye: “ev rêxkirine ne rexnekirine.”
Û bi şêweyekî pêkenîn di hin cihan de wek ko min kirdeyeke sosret kiribe. Eger ez evan çend nerînan wek rêza rewşenbîriyê bigirim, divê ez birawestim û kilîtekê li pênûsa xwe bidim.
****************************************
Xwendevanên hêja: Weke pirs heta kengî em ê ji hev re çepikan bixin û destê xwe li pişta hev bidin û li ser çewtiyan bibêjin aferîn!?
*. Tiştê bala min kişand, hin hevalên ko li min vegerandine, gotarên wan yên bersivê ji hêla zimên ve, hatine serastkirin. Ev jî ne hizir û ne têderxistin e ko wisa dibêjim, çimkî bi dehan şaşitiyên ziman di nivîsên wan yên berê de hebûn û bi piraniya nivîsên wan û nivîsên kesên li dûv wan dagirtî şaşitî ne; di ya ko li min vegerandine ew şaşitî kêm bûne?
*. Têbîniyeke din jî li ser mijara ziman ji min re hat, dibêje çima tu balê dikişînî ser mijara ziman, gelo pêdiviya helbestvan bi zimanzaniyê çi ye?
Ez jî dixwazim giringiya zimanzaniyê di helbestê de bînim ziman. Xwendevanên hêja: Eger helbestvanek di vekîtê de (sbas û spas) ji hev dernexe û eger di rêzimanê de hevokeke dirist ne nivîsîne, ji bil wilo bi dehan şaşitiyên wateyî bikar bîne, gelo ev pirsgirêk di nivîsandina helbestekê de ne hêja ye ko mirov li ser biraweste?
*.  Di gotarên 1 û 2 de ji evê doseyê, min hin têbînî nivîsandine û dubare dikim, ko gotarên min, nerînên min in, ne merc e ko ez yê rast bim.
Û dubare jî dibêjim, ji mafê helbestvan e ko bersiv an rexneya min bike, lê hêvî dikim, ji bo rêza giştî û rêza xwendevanan bi taybetî, bi zimanê kolanê li min ne vegerînin. 
   
 *. Ji bo zanînê, giring e em ji bîr nekin ko ev helbestên ha pleyên bilind di festîvala helbesta kurdî de wergirtine.
Jêderên doseyê:

Nûbuhara piçûkan- Ehmedê Xanî
Dîwanên Cegerxwîn, Tîrêj, Elî Herîrî û Cezîrî


Avestakurd: Mihrecana helbesta kurdî ya 14em li Sûrî (Mehmûd Badilî)


Semakurd: Ji bo Xelîlê Sasûnî …Helbest: (Dildarê Aştî)


Avestakurd: Wax wax hewaraaaaaaaa (Ciwan Nebî)

دردشة مع الشاعر زاكروس عثمان



Nivîsên ko bi evê babetê ve girêdayî ne:
Rexne yan tewanbarî Ibrahîm Ebdî (Keser)
Qurmiçandina qurmiçandinê - Silêman Azer
Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (1)
ZÛ NIVŞTEKÊ BÎNIN REXNEVANÊN ME JÎ ÇÊBÛN -1- Zagros osman
 ZÛ NIVŞTEKÊ BÎNIN REXNEVANÊN ME JÎ ÇÊBÛN - 2 - Zagros osman
Dûmahî heye…
Jêder Avestakurd


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark