Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Romana ’’Keştiya Penaberan’’ çawa ye?

 


Qado Şêrîn
Roman: Keştiya Penaberan
Nivîskar: Arşevê Oskan
Ji weşanên Do, 2010
Roman ji bergê ta bi bergê 111 rûpel e, û bêjerek tenê romanê ber bi dawî ve dajo, tenê beşê dawî Keştî ya ku penaberan hembêz dike, dibe bêjer û dayik. Dibe dayika penaber û zarokên serhişk.


Bi gumana min, eger bêjer di romanan de pir dibin, roman jî xurt û bihêz dibin, li vir dikarim mînakek baş û nêzîk bînim bîra xwendevanan, ku ew jî mînaka Helîm Yûsiv e’’Gava Ku Masî Tî Dibin’’. H. Yûsiv gelek bêjeran bikar tîne, geh ew, geh kevir, kum, seh, derî û tiştin din dibin bêjer û roman rengînî dibe.
Gava ku gelek bêjer romanê vedibêjin, her bêjerek bi bêhn, giyan û şêweyê xwe vegotina romanê bi xwendevanan şêrîn dike. Jixwe ku xwendevan ji romanê hez kir, bi romanê ve hate girêdan û ta ku wê bi dawî neyne nema dest ji xwendina wê berde, naxwe nivîskarê romanê serkeftî ye û dikare îca roman in din ên serkeftîtir binivîse.
Arşevê Oskan helbestvan e, bi nivîsandina helbestê navdar e, ta ana ‘’Hêviyên Birîndar’’, ‘’Kê gul çinî’’, Berbang Qedexe ye’’ û “Xewnistan” hatine çap kirin. Di ’’Keştiya Penaberan’’ de ku roman û tecrubeya nivîskar a yekemîn e bi pexşanê re, lê dîsa jî nivîskar romanê bi helbestê dixemilîne. Mirov dikare bêje ku beşê dawî ji romanê’’Keştî jî koç dike’’ hema hema hemû helbest e lê bi şêweyê pexşanê hatiye nivîsandin. Di romanê de giyanê helbestê wek çûkekî penaber tim amade ye, nimûne jî gelek in;



Navnîşanên hemû beşan; -stûnên derizî di bin asoyên mijê de-karwanê rênediyar-Nûzenûza êşên di kûrahiya de asêbûyî-şevên tîr li ser dilan têne raxistin-Vedenga janên welêt li kolanên biyaniyê dijenin-

‘’Da ku li ser dilê wî, ev xem êdî neçêrin(R83).

Her sibeh, pencere tên vekirin û bêhna asoyê buharê, hemû bêhnan dişo(R85).

Ez nizanim dê nivîskar nivîsandina romanê berdewam bike yan na, lê ji bo min ku romana’’Keştiya Penaberan’’ 222 rûpel baya, û nivîskar çarenûsa penaberiyê bi wê wateya wê ya hişk û zuha bi dawî anîba, yan jî wek mînak ku Bedo yan jî Miho wek kesê sereke di romanê de bikar anîba û derd û êşên penaberiyê bi riya wî û kesên li der û dora wî bida nasîn dê romanê bêhtir êş û şikestinên penaberan di ’’Keştiya Penaberan’’ de bi me bida nasîn û encama daba. Mirov têdighêje ku Keştî lehenga sereke ye, ji ber ku ew dayika hemû penaberan e, wek ku di beşê dawî de li ser zimanê keştiyê tê gotin. ji hêleke din ve, mirov dibîne ku çarenûsa wan kesên di romanê de nediyar e, tenê di beşê dawî de keştî wek bêjer dibêje: ‘’doh Sara xatir ji hemû hevalên xwe xwest, lê ji min nexwest û bar kir. Berî çend roja Elo jî bi destê jina xwe ya belengaz girt û ew jî çû, lê nizanim pir li dora xwe dinerî wekî ku nedixwest kes bi cihê wî yê nû zanibe. Îro jî ez dibînim ku Miho û Bedo jî destê alîkariyê dirêjî Heno dikin û alavên wî didin ser hev’’(R109). Nivîskar bi van hevokan xwestiye çarenûsa hin kesayetiyên romanê diyar bike, wek ku nivîskar xwestiye jiyana wan bispêre pêşerojeke nediyar.

 Bi gumana min, eger nivîskar piçekî din xwe biwestanda û çarenûsa penaberan a piştî ’’Keştiya Penaberan’’ birista dê roman serkeftîtir baya. Bi min nivîskar dikarîbû bi şêweyê romanê bîranînên penaberên ’’Keştiya Penaberan’’ binivîsîne, yan jî jiyan û xirecira her sê mehên di keştiyê de. Dibe ku nivîskar bi qestî nexwestibe çarenûsa wan a piştî keştiyê diyar bike, çimkî hemû penaber di kolanên xerîbiyê de winda dibin. Di romanê de diyar nabe bê nivîskar kîjan kesayetiya romanê ye, lê ji bilî beşê dawî ew bêjer e, di beşê dawî de nivîskar keştiyê dike bêjerê romanê. Bi gumana min li dawiya romanê nivîskar agahdar dibe, ku di romana qels de nivîskar dibe bêjer, û ji ber vê yekê di beşê dawî de keştiyê dike bêjer, îca çi bêjer; dayika penaberan û zarokên serhişk.

Nivîskarê romanê bi wêrekî dest davêje hin mijarên girîng, rexneyan dike, û nerazîbûna xwe wek helwest diyar dike. Gelek caran pê li sînoran dike û mîna çûkekî azad difire û diçe li meydanên azad dideyne, daku wan mijaran bi azadî vebêje û hinan jî rexne bike. Mînak gelek in.
Mînak 01
[‘’Hûn kurd in?
Na em êzîdî ne bira
Ez dizanim keko hûn bi ola xwe êzîdî ne, lê bi netewa xwe ma hûn ne kurd in?
Na heyran em êzîdî ne, em nakevin partiyan, ji bo xwedê dûrî me here’’]. (R 76-77).
Mînak 02
Kondomek bi diranê xwe vekir û li mêrikê wî siwar kir. Ev cara yekê bû ku Îbo bi kondom wî karî dike û li jinan siwar dibe.(64)
Mînak 03
Bi kurdiyeke lawaz çend pirs jê kirin, wê kurdîya lawaz Bedo pir aciz dikir, ji ber ku kurdên bakur ku dighaştin hev, zimanê wan tenê bi tirkî bû, qet bîra zimanê kurdî nedibirin. Ji vê sedemê, zimanê wî hevalî giran bûbû.(R70).
Mînak 04
Li cem partiyên me hîna tiştek zelal nebûye û xwe ji tiştekî re jî amade nekirine, xwe wekî çêlîkên vê hikûmetê dibînin û hîna bi navê welatparêziya Sûriyê bang dikin. Wê ji xwe re wek erkekî pîroz dibînin, haya wan ji bayê felekê tune ye. Tim jî, dilê gel dixin cî û wî bi xeterê agahdar nakin. Tenê karê ku dikin, ji bo ku hev li derewê biqelibînin, ji ber ku her yekî, yê din perçewerçe kiriye û her sê partî bi navekî tên naskirin.(R89)
Gelek mînakên wisa di romanê de derbas dibin, mirov fam dike ku nivîskar di hinan de dixwaze rexneyan li civaka wan kesan bike. Di mînaka yekemîn de nivîskar xwestiye rexneyê li êzîdiyan bigre û bêje ku hûn berî êzîdî bin hûn kurd in lê êzîdî wê red dikin û bi israr dibêjin na em êzîdî ne, ango kurd û êzîdî ji hev cuda ne û rojekê dê êzîdî ji kurdan veqetin û bêjin em û hûn ne bira û ne jî ji yek binyadê ne, em ji hev cuda ne. Nivîskar eşkere xwestiyê rexneyê li wan kesên ku wisa diramin, bike.
Di mînaka duyemîn de, jixwe gelek mînakên wisa di romanê de peyda dibin. Bi van mînakan nivîskar xwestiye kesayetiyên xwe eşkere bide diyar kirin, rastiya wan diyar bike, bi gumana min hin sînor jî tên derbas kirin, bila di romanê jî de be, lê dîsa jî wêrekî ye.
Di mînaka sêyemîn de, wek ku di gotarên xwe de jî gelek caran nivîskar xwestiye rexneyê li kurdên bakur bigre û bêje: şerm e hûn bi hev re bi tirkî diaxivin, du kurdên ji bakur li ku dighên ba hev awtomatîk bi tirkî bi hev re diaxivin, û hîna dibêjin tirk nahêlin em bi zimanê xwe biaxivin. Li Europa tirk ne li ser serê we ne ku hûn bi tirkî diaxivin’’tirkbûna kurdên bakur li Europa ne sûc û gunehê tirkan e’’(A.O).
Di mînaka çaremîn de, nivîskar helwesta xwe li dijî perçebûn û lawaziya partî û tevgera kurdên rojava, eşkere dike. Û wek berpirsyariyeke dîrokî tîne ziman ku ev ne tevgera ku ji bo hêvî û xwestekên miletekî karê rizgarîxaziyê bike, ew tevger û partî gelekî lawaz in.
Kesayetiyên romanê di nava sê mehan de jiyanneke nû ku qet ne mîna ya welêt e dijîn. Li Elmanya, di keştiyê de wek ku gerek bibe nivîskar kesayetiyên romanê dilivîne, çîrok û çîvanok, bûyer û serpêhatiyên wan vedibêje, karektera wan derdixîne. Mirovên di romanê de mînakên zindî ne ji hemû penaberan re. Sara û Cîhana Duhokî wek du jinan, nimûneya du jinan diyar dibin. Sara kêfa xwe bi xortan re dike û Cîhan xwe diparêze daku nehetike û biçe bi destgirtiyê xwe yê li Bremen re bizewice. Arasê Kerkûkî ku hevalê Ensar Al Islam e mîna sofi û oldarekî tevdigere, nivîskar jî bêguman dê wî wek terorîstekî diyar bike. Di romanê de, hema hema di her beşî de kesayetiyên nû, çîrok û serpêhatiyên nû derdikevin û nivîskar wî beşê romanê bi wan re bi dawî tîne. Bi giştî nivîskar xwestiye ku kesên di romanê de wêneyekî giştî yê penaberiyê di keştiya penaberan de diyar bike, ango ew kes dikarin rojane li kampên penaberan bên dîtin.
Penaber ji ber gelek sedeman ji hembêza dayika xwe,  ji welatê xwe direvin û berê xwe didin xerîbiya mal wêran. Di tûrikê her penaberekî de çîrokek heye. Di beşê ‘’Vedenga janên welêt li kolanên biyaniyê dijenin’’ nivîskar wek bêjer diçe Qamişlo û dibe şahidê serhildana 12ê adarê û kuştina Ferhad. Mirov guman dike ku di dûv re dê serpêhatiya serhildanê li ser zimanê Qado an jî dê Qado bê keştiyê û çîroka serhildanê ji tûrikê xwe derxîne û ji her kesî re vebêje, lê ew yek nabe, serhildan di wî beşî de dimîne. Eger hin kesayetiyên din serpêhatiya serhildanê di îfadeyên xwe yên bi elmanan re ji bo girtina mafê penaberiyê, bikar tînin jî,  lê nivîskar wê diyar nake, tenê navnîşana ‘’Vedenga janên welêt li kolanên biyaniyê dijenin’’ dikare ji bo gelek penaberan bibe çîroka îfadeya penaberiyê. Nivîskar baş kir ku ew beş wek dîrok di romanê de aniye ziman û gelek penaberên li keştiyê bê ku eşkere bikin, ji bo pêşeroja xwe û jiyana piştî keştiyê bikar bînin. Xala herî balkêş di vî beşî de şêweyê nivîsandinê ye, bi hosteyî hatiye nivîsandin.
Nivîskar hema hema kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê digihîne ba hev û civaka kurdan bi riya wan diyar dike, her kesek bi rolekê radibe. Mirov dikare bêje ku her kesek bi serê xwe nimûneyek zindî ye ji civata ku jê hatiye. Her wisa rol û nirxê jinê jî ji bîra nake, bi riya Sara û Cîhana Duhokî du nimûneyên cuda û berevajî hev diyar dike. Di rûpela 39an de dinivisîne:’’ -Îro meş sar e ha, ji ber ku Sara ne li vir e, reşê gelek xortan jî nexuyaye, pêjna wan nayê’’.
Roman wek tecrubeya yekemîn, bi zimanekî rihet û hesan hatiye nivîsandin. Dema min roman dixwend, tim pirsekê xwe davêt ser rûpelan: eger nivîskar wek penaber li ‘’Keştiya Penaberan’’ bi cih nebûya, gelo dê ew roman binivîsanda?, em vê pirsê ji nivîskarê romanê re dihêlin.
www.qadoserin.com
24/01/2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark