Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Semînar: Jin di metelokên kurdî de

 


Roja çarşemê 20.06.2012, li danişgeha encûmena kurdî li Sûrî-Qamişlo û li ser daxwaziya komela Subartu, û bi amadebûneke jinê yî balkêş û ciyawaz, Mamoste Fewaz Ebdê bi simînarekê bi nave "Jin di metelokên kurdî de" rabû.
Simînar li tevaya çarçiwên jiyana jina Kurd rawestiya; weke kepanî, jina male, dê, perwerdeker, hewî, keça evîndar, xwazgînî, delalî, spehîbûn, bûk, xesû, û ya kurdûnde.. li gel tiştê nebaş (negatîv) di jiyana wê de.


Di dawî de simînar –bi alîkariya metelokan- giha encamekê, ku mêr bi jinê ye û jin bi mêr e, herdû bi hev re jiyanê avadikin.
Hin ji metelokên di simînarê de hatin:
1-Jin stûna malêye.
2-Mala ku jin avabike, kes nikare xerabike.
3-Dar bi berê xwe ye.
4-Serê ku serî jê nekevin, bila bê veşartin.
5-Jina çê ji hezar mamote çêtire .
6-Law dest tavêje sure bavê, keç dest tavêje teşiya dê.
7-çavê reş kil naxwaze.
8-Jina bê fedî, weke xwarina bê xwê ye.
9-Axa jinê û axa mêr her yeke.
10-Jin û mêr du baskên teyrekî ne.
Simînar bi van gotinan bi dawî bû:
Di kelepûrê kurdî de her û her navê zayend mê berî zayend nêr tê, weke: Jin û mêr, keç û xort, dê û bav, xwişk û bira, pîrek û zilam, pîr û kal "Xwedê we bi hevre pîr û kal bike". Ev jî nîşanenek ku Kurd qedrikî mezin didin jinêû nîşana rêzgirtinekê ye ji wê re. Lê di dawî temen de dibêjin: Kalo û pîrê. Gelo ev ji ber ku "kalo" bihtir hewceyî guhdanêye navê wî berî yê "pîrê" hatiye?! Ev cihê pirsêye û bersiv belkî li cem civaknasan be!.



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark