Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Konź Rež di Hevpeyvīnekź de li Dor Rewža Edebiyata Kurdī li Rojava

 


  Ev hevpeyvîna xwarê a ku mamoste Dirbas Mustefa ji rojnameya Evro bi Konê Rež re kiriye, li dor zîlana rewža edebiyata Kurdî li Rojava, berî û pižtî žoreža azadiyê dizîvire.. Ev dîdar di roja 29/01/2013 an de belav bûye.  Fermo yê ku bixwaze bixwîne, li ber vekiriye:

P1- Rewža niha ya edebiyata kurdî li rojavayî Kurdistanê çawa dibînî?
B- Wek ku hun tev dizanin kak Dirbas, pižtî serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana bažûr di sala 1991ê de, wêjeya Kurdî li nav me kurdên rojava derbasî qûnaxekê nû û ewarte bû, qûnaxeke ku ji hemû qûnaxên berê bi akamtir, hêztir û navtêdantir û rêk li ber nivîskarên cidî hat vekirin..


   Ji sala 1990î û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hatibû girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin wežandin, ew jî bi dizî bû û eger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû.. Lê ji berî çend salan ve, nexasim pižtî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derketin, ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me berhemên xwe li Žamê çap dikirin û li ser datanî li Beyrûtê çap bûne.. Xwediyên çapxaneyan jî gelek pere ji me distandin, bi behana ku ew tižtekî qedexe ji me re dikin..
   Vêca, ji neçarî me berê xwe dida Kurdistana bažûr û dervî welat (Eurûpa û Stenbolê), da ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, hem ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê...
Lê mixabin ji serhildana 12 adra 2004an û vir de, rewž hat guhertin.. û wiha ta vê nîv azadiya ku roja îro em têre derbas dibin.
Roja îro rewža edebiyata kurdî li rojavayî Kurdistanê di cihê xwe de pîkolê dike.. Wek rewža edebiyata erebî ye li sûriyê, ku ew jî di cihê xwe de sekinîye.. lê bêguman nivîskarên resen her di kar û barên xwe de berdewam in û bi bûyerên welatê xwe ve girêdayî ne..
 
P2- Te rolekî giring di belavkirina rênivîsa latînî de li nav kurdên rojava ji kevin da hebûye, niha rewž pižtî vê nîv azadiyê çawa ye?
B- Belê raste kak Dirbas Mustefa, min xebateke baž di vê meydanê de kiriye û hêjî berdewam im.. Ji ber ku em kurdên rojava, hebûna me di zimanê me de ye.. Û eger rast xebat û bizava rêxistinên me yên Rojava di ber mafê rewa yê gelê Kurd de be, bêguman ji sedî sed zimanê kurdî di pileya pêžî de ye. Lê sed mixabin guhdana Partiyên me ta roja îro bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e.. Cihê daxê ye ku di warê pratîk de, zimanê kurdî li cem wan di pileya dawî de ye! Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin. Ez ne bawerim ku du berpirsyarên rêxistinên me, baž bi zimanê kurdî zanin bixwînin û binvîsînin?! Mixabin ku Kurdewariya rêxistinên me Kurdên Rojava bi zimanê erebî ye..!
   Ez jî wek nivîskar û hezkerekî zimanê kurdî, ku ji dor 30 salî ve li dor kêžeya gelê xwe dinivîsînim û piraniya nivîsandinên min bi zimanê kurdî ne û ez pak serwextî çîroka gežbûna hin zimanên rojhilata navîn im, bêgûman ziman kurdî jî zimaneke ji zimanên rojhilata navîn e, belê, min di dîroka miletan de, di dîroka žerê zimanan de, wek ku žerê zimanê kurdî bi tundî hatiye kirin, žerê ti zimanî ne dîtiye û nehatiye kirin..! Bi taybetî di Kurdistana bakur de.
Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk žerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêžve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.
Erê kak Dirbas, eger ziman ne di pileya pêžîn de be, bela her perçeyekî Kurdistanê bi zimanê dagirkeran biaxife û wiha kêžeya gelê Kurd çareser dibe û namîne..! Hingî ti pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran.. namîne û di encam de taybetiya me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Žêrîn, Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye bižewitînin..?!!
Niha rewž me pižtî vê nîv azadiya ku em têre derbas dibin, hewlidanin berfireh di qada fêrkirina zimanê kurdî bi tîpên latînî di seranserî bajar û gundên kurdan de têne kirin û di gelek dibistanan de bi rengekî nîv fermî dersên bi zimanê kurdî têne dan.. Her wiha gelek partiyên me jî dest bi korsên zimanê kurdî kirine û xort û keçan fêrî ziman dikin.. û Tvya Ronahî û rojnameya Ronahî rolek mezin di warê fêrkirina zimanê Kurdî bi tîpên latînî de dilîzin... Bi rastî ev yek dilê min hênik dike..

P3- Pitiriya nivîsên te li ser malbata Bedirxaniyan e, çima ev daxbariye ku tu bêtir ketiye bin bandor û ravê malbata xebatker û kurdperwer?
B-   Kak Dirbas, Bedirxanî li kû bin Kurdistan li wire.. û wiha ez ne bawer im ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî: 1802 – 1868, ji dil û can kar, xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.. Mîr Bedirxanê yê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrnižiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de, kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin žert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêžeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewženbîriyê de, û çi di warê siyasî de û wiha tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
Her û her daxwaza wan pêžxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû..
   Wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname wežandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
  Pižtî koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868 an de li Žamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rê û žopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Wî di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre bi navê KURDISTAN wežand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! Qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paž niho zaroyên xwe bie''''''''limînin ilm û merîfeta, hûn bi xulaqetê xwe žûca'''''''' û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin)
   Neviyê mîr Bedirxan jî, mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 - 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehižtin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî ji temê xwe. Wî jî di roja 15.5.1932 an de hejmara pêžîn ji kovara xwe (Hawar) a bi tîpên latînî, li Žamê çapkir û di nav kurd û biyanyan de belavkir.. Wî jî, bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand  kurdan û got:
(Herçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke žexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Ma ne hêjane ku yekî weke min li dor kar û xebatên wan binivîsîne..?! Û ta ku ji min bê ez ê li dor pîž, saz û hunera wan binivîsim û navê wan bilind bikim..

P4- Žîra kilasêk ya rojavayê Kurdistanê li komtek gelek bilind e, anku astê wê gelek yê baž e, lê žîra nûjen (Ne) li astê wê ye, tu vê yekê bo çi sedem dizîvirînî?
B- Di baweriya min de serketina helbestvanên rojava di warê helbesta kilasîk de li van egeran vedigere: 1- Hicrik û tekiyên olî, ewên ku dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî û helbestên Feqeyê Teyran di wan de dihatin xwendin.. 2- Kovara Hawar a mîr Celadet Bedirxan.. 3- Dîwanên Cegerxwîn û Osman Sebrî û kesên ku dane ser žopa wan wek: Seydayê Tîrêj, Yûsif Berazî, Omerê Lalê, Mele Nûriyê Hesarî, Seydayê Palo û Kelež.. Di baweriya min de bandora van helbestvanan hižt ku xort û keçên me bêtir berê xwe bidin hunandina helbesta kilasîk û wiha gelek ji wan di vî warî de biserketin wek: Salihê Heydo, Ehmedê Žêx Salih, Mehmûdê Sebrî.. Lê sed mixabin ji ber qedexebûna zimanê Kurdî û xwendina bi zimanê erebî, gelekan ji xortên me berê xwe dan nivîsandina bi zimanê erebî û di bin bandora Selîm Berekat, Edonîs û Nîzar Qebanî û yên mayî de helbestên nûjen û sade nivîsandin, anku teqlîda wan bi zimanê kurdî kirin.. Di xwendina helbestên wan yên nûjen de mirov gêj dibe.. û di xwendina helbestên wan yên sade de mirov bi helbestê nahise, Haykobûnê di helbesta wan de nabîne..

P5- Helbesta niha li wê parçê Kurdistanê diête nivîsîn bêtir ya sade ye. Bi dîtina te egerên vê yekê çine?
B- Bêguman helbestvan di nav wan de peyda dibin û têvelin – gava ku em wî nifžê kilasîk ji vê mijara xwe bidin alî.. Ewên ku ji mêj ve bi rengê Cizîrî, Xanî û Cegerxwîn dinivîsînin.. Yên ku ez dixwazin li dor wan rawestin, ew nifžê ku doh fêrî alfabeya Kurdî Latînî bûne û îro dîwanên helbestan çap û belav dikin û dibêjin em helbestvanin.. Bê ku helbestên dîwanên wan žert û mercên dîwanên helbestan hilgirin. Eger xwendevanek ji helbestvanekî, vî terzê helbesta sade bipirse û bibêje: Ez li ber helbesta te neketim, min daxwaza te ji nivîsandina vê helbestê nas nekir? Dibe ku ew helbestvan lê vegerîne û bibêj: Ev helbesta nûjene, dibe ku di ser ast û ramanên te re be?!
Belkî helbestvanên me yên ku helbesta sade dinivîsînin, nizanin helbestên kilasîk bihunin, dibêjin: em helbestên nûjen datînin, mane nûjenî pêžketina kilasîkê ye.. û nûjeniya ku ne ji kilasîk hatibe derê, dêmek ew nûjenî bîjîye, bê esle û em li toreya resen digerin, toreya ku kok û rehên wê di nav xaka me de kûr çûbe. Ji rexekî din ve em bêjin nebêjin rewženbîriya ku bi me re kom bûye ji zimanê erebîye, bi saya zimanê Erebî jî em serwxtî rewženbîriya cîhanî bûne, eger mirovek ji helbestvanekî ji terzê nûjen bipirse û daxwaza navê sê helbestvanên ereb yên hevçerx bike, bê guman piraniya wan nizanin, ji ber ku naxwînin, bi tenê navên çend kesên bi nav û deng bihîstine, wek Edonîs, Mehmûd Derwîž û Nîzar Qebanî û Beyatî... ev navên ku pîrka min jî navê wan bihîstiye.
Gerek mirovê rewženbîr, nemaze torevan, bi tevgera rewženbîriya welatê xwe re be, ew welatê ku tê de dijî. Eger helbestvan be, gereke helbestvanên wî welatî yên hevçerxî xwe nasbike û helbestên wan bixwîne û weha jî kesên ku çîrok, žano û romanê dinîvîsînin. Ji bilî ku tûrikê xwe bi gotin, metelok û çîrokên folklorî Kurdî dagrin, nexasim ji pîrejin û kalemêran, da ku semyanê xwe ji gotinên Kurdî yên resen dewlimend bike û pêžî û pažî xwendin, bi çi zimanî be bela ew ziman be û wek ku hatiye gotin: (Sê heyvan bixwîne, gu tu sê rojan binîvîsîne, da ku tu sê rûpelan dagire).

P6- Her devereka Kurdistanê curekî edebî bêtir ser hildaye, bo nimûne li bažûr helbest pêž keftiye û li bakur roman, li rojavayê Kurdistanê çi curê edebê di pêž daye?
B- Nivîsên kurdên sûriyê û rojava wek pezê colim; ji tev texlît û cureyên wêjeyê ne.. Hêj kesayetiya wan a wêjeyî di cureyekî de berz nebûye.. Hêj berxwedana wan a wêjeyî zelal nebûye.. Hêj serê xwe di cureyekî edebî de bilind nekirine û pê nehatine naskirin.. Bêguman sedmên vê yekê jî pirrin, di serê sedeman de qedexekirina zimanê kurdî ye.. Tevî vê qedexebûnê jî, wan di tev cureyên edebê de nivîsandine û gelekan ji wan xwe bi berhemên xwe berz kirine û nav û deng dane wek: Helîm Yûsiv, Fewaz Husên û Jan Dost di romanê de.. Ehmedê Huseynî û Tengezarê Marînî di warê helbestê de.. Dehem Ebdulfettah, Berzo Mehmûd û Derwêžê Xalib di warê ziman de.. Mehmûd Sebrî, Dr. Ebdulmecîd Žêxo, Heyder Omer û ez di warê lêkolîn û nivîsên têvel de.. Belê her helbeste a ku bi pirranî di nav kurdên Sûriyê de tête nivîsandin..

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 2.81
Bi Tevahī Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark