Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Miha rojbûnan

 




Nizar Yosif

Em di dîdarên adarê de wêneyan çêdikin
Em di rojên wê de
Rojbûnên lehingan vêdixin
Adarên me îþkin ji bû mirinê  
Avdarên me ji zayînan pîrozin


Rêveçûnan di zikakan de mûm dadan
Roniyê bang li azadiyê dikir
Xelexozikan perdeyên þermê ji ber þevê hilandin
Li ser adarê de xwîn barandin 
Bihara wê avdan
Dengê stiranan
Çenga milan
Bangên tirsê ji seyrangehan
Ewrên reþ berdabûn ser hêzên çavsoran
Leþkeran bi ser çênîkên meþvanan re nal çêkirin
Potînên tewanbaran
Rojên þahîxweþ lewitandin
Çavên bêy rêz
Romet ji cejin û mirovan êxistin
Kevokên bangên wan çengo kirin
Razangehên zarokan ji pêsîrên dayan revandin
Arav li ardûyên hebûnê pekandin
Pêkolînên vemirandina êgir 
Rawestandina diljenînê livandin

Çendî adar kuþtin
Mûm vemirandin
Birîn hingaftin
Arjenînê kêferat kir
Adar lerizî
Konê tirsê bêy stûn hiþt
Peyker li ewlekarên xwe bûne Dêw
Siha destên wan
leþkeran dehf didin
Di derya ya sehwan de
xelkên me avjenînê dikin
Li pey termên cegerên xwe
Tablûya rêya roniyê çêdikin
Stranên hetavê di xwînin
Êgir di parêzin
Vî welatî di pêjinin 
Li hêleke din þemal geþdibin
Roj rojbûnên dilêran tînin
Ew nave ji bin zorê zîl di de
Dibe miha rojbûnê 
Dibe newroz.
 
07.03.14

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark