Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk (5)

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer
   
  Va ye kûrahiya me ya şaristanî di dîrokê de
Ji Kurd kirin Ekrad:
Ji sala (550 b. z) de dagîrkeran nehêştin dewleta me ya xweser were avakirin, sermiyanên welatê me dizîn, Hêzên me yên cengawer ji bo cengên xwe xebitandin, zor û xizanî li nav civaka me belav kirin, pêşiyên me ji pêşveçûna çandî, polîtîkî, zevî, pîşeyî û bazirganî bê par kirin, pê re jî awayê gundî goçerî xwe da ser civaka me, û ji serdema eşkanî / parsî (250 b. z – 226 p. z) de navê (Kurd), ji dêvla wateya xwe ya resen (çiyayî, wêrek), bi (goçer, paşve mayî) re hate beramberkirin.


Va ye qeralê eşkanî yê dawî Erdewan tinaziyan bi dijminê xwe qeralê sasanî yê yekem Erdeşêr kurê Babek dike, û wî bi (Kurdê goçer ê paşve mayî) dinavîne, û dibêje wî: „Ey Kurdê, ku di bin konên Ekrad de hatiye perwerdekirin! Kê destûra tacê, ku te bi serê xwe ve kirî, û welatên, ku te dest daniye ser wan û qeral û nişteciyên wan, dayî te?“(1). Bi bandora vê pergala gundî goçerî jî piraniyan dîroknivîsên misilmanan di pirtûkên xwe de, ji dêvla navê (Kurd), awayê (Ekrad), ku li tirazûwa (E-irab) dibane; ango goçerên gerok û paşve mane, bi kar anîn.
Belê, va ye pergala, ku dagîrkeran miletê me gîhandine wê, Lê gelo dîroka me tenê ji sala (550 b. z) dest pê dike? Gelo ji sala (550 b.z) û heya sedsala (20)ê em li bere deriyên şaristaniyê meletekî bê kêr bûn, û tevî nîrên dagîrkirinan, me nikarîbû şaristaniyê bafirînin û pêşve bibin,?.
Bê ku em pêşî bersivê erênî yan ji neyên bidin, werin em guh bidin belgenameyên dîrokê.

Destpêkên şaristaniyê li Kurdistanê:
Dîrokzan li hev dikin, ku Kurdistan  berztirîna deveran e, ku destpêkên jiyana mirovane, di serdema kevirî ya kevin (paliyolîtîk / paleolithic) de ji kevintirînên serdeman de heya 10 hezar salên b. z, lê dîyar bûne, û paşê jî pêşiyên me divêtiyên jiyanê, di serdema kevirî ya navîn (mîsolîtîk / mesolitic) re, ji destpêka 10 hezar salên b. z de, ber bi pêşve birin.
Di serdema kevirî ya nû (niyolîtîk / neolithic) de, ji destpêka 9 hezar salên b. z de jî, di zeviyê de kar kirin, û ji pergala (komkirina xwarinê) derdas pergala (çêkirina xwarinê) bûn. Ev guhertin şorşeke çandî û civakî û aborî bû, ji ber ku tebatê şûna gera ji bo peydakirina xwarinê girt, û civaka gundî diyar bû, hesta girêdana li gel welêt geş bû, destkeftiya tekekesî, têgehên pêşîn ên efsaneyî (mithologiya), perestina xweda ya dayik û xweda ya berhemdar, baweriya vejîna piştî mirinê û herhebûna di cîhana din de peyda bûn(2). (peykerên xweda ya diyik temaşe bike).



Şaristaniya Gozana, ji bo reseniya ramana şaristanî li Kurdistanê, di serdema kevirî ya nû de, nimûneyê berz e. Ev şaristanî, li gor girê Gozana, ku li nêzî bajiarê Serê kaniyê (Roavayê Kurdistanê) ye, hate naskirin, lê pâşê bi navê (Tel Helef) hate erebkirin. Evê şaristaniyê,  ji çemê Ferêt heya bi çemê Zab ê mezin, bi awayê kevanê, girt û hin seriyên erdnîgariya wê heya Enadolê dirêj bûn. Beşê mezin ji başûr û bakur û roava yê Kurdistanê navenda erdnîgariya, ku ev şaristanî tê de peyda bûye, digire. Ev şaristanî di navbera salên (4400 – 4300 b.z)(3). de hate pişavtin. Li jêr nexşe û hinek hunerên şaristaniya Gozana, biner.











Rehên şaristaniya me yên Somer:
Pêşiyên me Somer, ji erdnîgariya şaristaniya Gozana li başûrê Kurdistanê, ber bi başûrê Mezopotamya (Îraq a îro) de dagerîn. Ne ji cem xwe de em vê gotinê dibêjin, belê ew rastiyeke dîrokî ye, ku piraniya dîroknivîsên şaristaniya Somer wê teqez dikin(4), û hêja ye were gotin, ku şaristaniya Somer ji ya Misirê kevintir e. Dr. Ehmed Fexrî (mamosteyê dîroka Misir a fer-ûnî û rojhilata kevin li zongowa Qahîreyê) dibêje: „Şaristaniya welatê Somer, li çar hezar û destpêka sê hezar salên b. z, ji hin waran ve, bi pêş şaristaniya Misirê keti bû, lê di sedsalên pey wê re, bi sedema yekîtiya welêt û desthilata navendî bi serpereştiya yek qeralî, şaristaniya Misirê gelek bi pêşve çû(5).



Wêl Diyorant, ji bo destkeftiyên şaristaniya Somer, dibêje: „Li gor ku em li vê dema nûka pê zanin, ku yekemîn dewlet û împeretoriyên, ku mirov damezranine, û yekemîn ristên avdanê, û yekemîn car zêr û zîv ji bo nirxandina kirîn û firotinê hatine xebitandin, û yekemîn peymanên baziganiyê, û yekemîn rista misogeriyê, û yekemîn pirtûkên zagonan, û yekemîn car nivîsîn bi awayê fireh hatiye xebitandin, û yekemîn çîrokên aferîn û tofanê (lehiyê), û yekemîn dibistan û pirtûkxaneyan, û yêkemîn wêje û helbest, û yekemîn boyaxên ciwanîkirinê, û yekemîn şêwekariya neqşê û kolanê, û yekmîn sera û peykeran, û yekmîn car maden ji bo xweşik-kirinê hatine bi kar anîn; em evan tiştan hemî, û yekemîn peyman û kevan û qibbeyan li wan welatan dibînin“(6). (li jêr,biner peykerên peresteyên Somer û tabloweke nivîsîna somerî).




Bi rastî jî aferînên someriyan ên şaristanî ne ji xwe berê peyda bûn, belê ewana hilgirên geneyên çand û şaristaniya Gozana bûn, belê gava ew li deştên Mezopotamya cîwar bûn, ew geneyan û nîrên heyama nû hukarî li hev kirin, û ewê hukarî lihevkirinê jî, di warê polîtîkî de, rista dewlet – bajar afirand, ku di sîbera wê ristê de jî ramana somerî ya şaristanî geş bû, û bandora şaristaniya Somer gîha hemî deverên rojhilata navîn, û hukariya giran da ser sermiyanên gelên vê deverê, gelê Misirê yê ku bi reseniya şaristaniya xwe navdar e jî di nav de. Sbetîno Moskatî dibêje: „Şaristaniya Somer awayê xwe yekser li ser Welatên Aşor û Sûriyê û Misirê hêşt“(7). Biner wêneyê perestgeheke Somer.



Rehên me yê şaristanî di kelepûra efsaneyî de:
Eger em kelepûra efsaneyî û ayînî ya rojhilata navîn,ji warê realîteyê de, dûrî zîmboliya xerafetê û efsaneyê, şîn (tehlîl) bikin, û bixin hundir pêvajoya wî ya dîrokî û logîkî, emê bibînin teqez dike, ku Kurdistan Landika şaristaniyê ye li roavayê Asiyayê, û bûyera Tofanê jî berztitrîn nîşana vê yekê ye. Vebêjeya Somer diyar dike, ku geştiya ziyosodra/Ziusudra (vebêjeya Babil dibêje geştiya Otnapîştim / Utnapishtim) li ser çiyayê Nîsîr pey bû; ev çiya heman çiyayê Pîre Megron e, ku lî nêzî bajarê Silêmaniyê, li başûrê Kurdistanê dikeve, Ziyosodra, li wê deverê hewil da, ku zanibê ka av vekşiya ye yan na; ewî qumriyek ber da, qumrî firî, çû û bi şûn de vegerî, di pey re meqesokek ber da, ew jî firî, çû û bi şûn de vegerî, vê cara sêyem ewî qijikek ber da, qijik firî, çû û dît ku av bi şûn de vekşiya ye, pê re jî ew dagerî, xwarin ji xwe re dît, û venegeriya(8).
Di pirtûka Peyman kevin (beşê pêkhatin, ayet 8) de hatiye, ku geştiya Noh pêximber li ser çiyayê Ararat, ku Kurd jê re dibêjin (Agirî), cîwar bû. Di pirtûka Qur-anê (sûreya Hod, ayet 44)de jî hatiyê, ku geştiya Noh pêximber li ser çîyayê Cûdî cîwar bû ye, ev çiya jî li nêzî Botanê; Kurdistana navend (bakur) dikeve. Gava em çiyayên Nîsîr û Arart (Agirî) û Cûdî ji hêlekê, û erdnigariya şaristaniya Guzana ji hêla din de, bidin ber hevdu, dê diyar bibe, ku çiyayê Nîsîr li rojhilata wê, û Ararat li keviya wê ya bakur, û  Cûdî li navenda wê de dikevin.
Çîroka Tofanê (lehî) li welatê Somer peyda bû, ew jî ji bo lehiyên Dîcleyê û Ferêt hewaladana zîmbolî ye, lê belê di guhêza (xeyal) efsaneyî û ayînî de hate mezinkirin. Em ne di warê vekolîna dîrokiya wê de ne, lê ya giring ji bo me ew e, ku ew di dîroka mirovaniyê de, zîmbola qunaxeke nû ye, ku tê de gaveke şaristanî ya gelek pêşketî hate qevaztin, wek çawa vebêjeya belgehên dîrokî li ser peydabûna destpêkên şaristaniyê di erdnîgariya Kurdistanê bi gelemperî û di ya şaristaniya Gozana de bi taybetî, diçespînin.
          Û çi dibe jî, div Kurdistan were rizgarkirin.
                                                                                                       20. 02. 2014
                   *****          ***           *****                       
Jêder û çavkanî:
(1)   El-Teberî: Dîroka El-Teberî, 2/39.
(2)   Jîn Potro û hinekên din: El-Şerq El-Edna we El-Hedarat El-Mubekkere, rû 32- 34.
(3)   Jîms Mîlart: Eqdem El-Hedarat fî El-Şerq El-Edna, rû 157, 161, 163.
(4)   Mihemmed Beyyomî Mehran: Tarîx El-Îraq El-Qedîm, rû 89 – 92-
(5)   Semowêl Kireymer: Mîn Elwah Somer, pêşgotin, rû 40.
(6)   Wêl Diyorant: Qisset El-Hedare, 2/40- 41.
(7)   Sebetîno Moskatî: El-Hedarat El-Samiyye El-Qdîme, rû 67.
(8)   Jîfrî Barinder: El-Mu-iteqedat El-Dîniyye leda El-Şuûb, rû 24.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark