Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ibrahîm Mehmûd

 


Xelîl kalo

Ibrahîmê bira û nivîskarê behirmend .Eger bilbilên çiyan hêlînên xweyî kevirî  di quntara çiyayên bilind û asêgih de ji bîr kirin û berdin ,hingî wê ibirahîm mehmûd wê hêlîna xwe ji bîr bike""qamiþlokê"" . hêlîna ku mirov têde mezinbûyî û jê firî weke çivîkan,  pêre pêre bi mezinbûna mirovan  re hezkirina wê  mezin dibe , û pêwendiyên  hest û hestiyaran  pêre hiþktir,kurtir û xurttir dibin , ew hestyarên  germ û nazik bê goman ji sexletên mirovên wefadarin ji cih û warê jiyana wiya mendali û sîpe re û wargihê bîranînan.


Mixabin Qamiþlo gelek kur û keçên xweyî hêja û bi nirx ber bi penaberî  û miþextbûnê ve oxirkirin û ji ber çavên wê windabûn û gelek rondik barîn ji çavên dê û bav û xoþewistan  ,û her wiha jî gelek bajar û bajarok û gund  xwediyê serpêhatiyên tiracîdîne , ew sedem jî xuyane û hîna ew þert û merc berdewamin .  kekê IBRAHÎM lê eger we qamiþlo ji bîr nekiriye , beramber û duqat wê û me jî hûn ji bîr nekirine û em nakin û dayika mezin kêfxweþdibe bibihîstina  nameyên heskirina  lawên xwe ku te jî ew name  arastekir  û hinart .û bêgoman di gel heval , hogir û dostan ku zor kêfxweþbûn.

Dîse mixabin ,ku çerxa felekê destên kur û keçan ji dê û ban ji hevkir, evîndar ji hev dûrketin .dost û hogir bûne xewn .lê nayê wê wateyê ku dawiya dinyayê hatiye ,dîse jî eger dilê mirov li ba hevbe û mirov ji bîranînên rojên hevjiyanê re wefadar be ji hevûdû re,  dîse jiyan bi tam û þêrîn dibe  û tama tehilbûn siviktir dibe ...  em we ji bîrnakin û me bêriya we kiriye û hûn kengî vegerin,  dîse qamiþlo we himbêz dike  û bajarê weyî þêrîne û ew heval û hogirên ku we ji wan heskirî dîse jî wê heskiriyê we bin û heskiriyê wene  ...Qamiþlo wê bi mîne Qamiþlo di singa wede û ti þar û cih nikarin cihê wê dagirin .Evîn evîna pêþiye...

 18.3.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark