Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tu bi xêr hatî Newroz

 


 

Kerîma Reþko

Tu li me bike pîroz
Tu bi xêr hatî
Bi rengè buharê hatî
Bi rengê jiyanê hatî
bi xemilandî hatî
Tu bi xêr hatî 


Ezê ji te re çîroka
dem û milet bêjim
Berî tu bar bikî 
Dema te piþta xwe da me 
û te bar kir 
Beriya diwazd heyva
Felek û dewran li serê me geriya
Newroza min 
Min giliyên xwe li ber xwedan kirin 
Lê wî bersiva min neda
Dijmin li me bû marê reþ 
Marê li bin kayê veþartî 
bira kir dozfiroþ,
dost kir dijmin,
heval kir ne hevpar
Yar kir gurê har 
Tu dizanî Newroza min 
Jin kirin çekdar 
Ew tiliyên nazik
Ew bejnên tenik 
Ew riwê mîna roka kurdistan è
Ew çanê mîna heyva asîman 
Ma aþtî çawa dibe ceng ?
Erê newroz
bi navê Dozê 
Zarok birin þer 
kirin qurban û hatin kuþtin
Bi destè nenas û dijmin
Bi navê xwedan jî
Gundê me kirin piîzot û agir
derbeder kirin pîr û kal
Sêwî kirin zarokên bê guneh
Newroz
Roj li me kirin þevên reþ 
Bira xwîna bira kirin çem
xwîn û ax li welat ê min
Tevlihev kirin
Gelo , te ne bihîst 
çawa agir berdan gundên me 
bûk û zava ji hev dûrxistin
Zarok bê jiyan kirin
Te bihîst 
Çawa þerê partiyan em kirin rêncber 
Em bê çar kirin
Yan emê bibin xulam '''''''''''''''' yan emê ji welat barkin 
eger em jî rêkeberiyê bikin 
Bi tawana dermanên hiþbirinê 
Destên me kelemçe dikin 
Û bêbextiyan li me dikin 
Jiyan li me kirin zindan 
Û zindan li me kirin goristan
Em bê xwedî ne 
Milet bêdeng e '''''''''''''''' bitirs e 
Serok bê ûjdan in 
Em firotin bi erzanî 
Em kirin bê xwedî
Û bê xwedan
Çîrokê bighîne Kawa 
Bila me bê par nehêle 
Tu bi xêr hatî kulîlka avdarê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark