Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de (6) Va ne hevpariyên me yên şaristanî berî îslamê

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

  Rastiyên civaknasîn:
Edward Burnet Tylor çand bi vî awayî daye naskirin: “ Ew tevayîya hevedudanî ye, ya ku zanînê, baweriyan, huner, sinçan, zagonê, baw û rizikan, û her karînên din, ên ku mirov, wek endamê civakê ye, bi dest dixîne ye”(1).
Lê “şaristanî komeke diyardeyên pêşveçûna zanistî û hunerî û teknîkî ye, ku ji nifşekî  dice nifşê din”(2). Û çand,li gor nerîna Tomas Mann, aferînên, ku li gel efsaneyan û huner û wêje hevbest in, diderbirîne, û şaristanî jî nîşana raman û aferînên li gel zanistên keresteyî (bûjenî / maddî) û teknolocîk girêdayîne ye”(3).


Sê rastiyên civaknasîn divê werin zanîn:
1.Bergehên sînorkirî di navbera têgeha (çand)ê û têgeha (şaristanî)yê de tune ne, û şaristaniya bê çand jî tune ye, û “peyva şaristanî, li ba Durkheim, nîşana şaristaniyê û çandê ye”(4).
2.Têgeha (çand)ê, di bermayê Ewropayê de, li gel (cotariyê) girêdayî ye(5). Di bermayê Kurd de jî her weha ye (çand, çandin), lê têgeha (şaristanî, di bermayê Ewropayê de, li gel bajariyê (bajar) girêdayî ye, û di bermayê Kurd de jî weha ye (şar, şaristanî); çimkê şar bajar e.
3.Hêmanê îkologî (heyam), di pêkhatina çanda gelan de, rola sereke heye, bi ser de jî hêmanekî ne diyar heye, bi (S) hatiye navandin, Arnold Toyênbî (Toynbee) ji bo wî hêmanê ne diyar dibêje: “Xuya ye ew, bi xweristiya xwe, pisîkologî ye”(6). Lê ez weha diçim, ku em wî hêmanî bi (hêmanê geneyî) bidin naskirin.
Bi kurtahî, çand berhema hukarîlihevkirina mirov û realîteyê ye. Berê jî, bi me re derbas bû, ku pêşiyên Kurd, di serdema kevirî ya nû (Niyolîtîk / Neolithic) de, (Ev serdem ji derdora neh hezar salên b. z dest pê kirî) pêşengên zeviyê bûn, ji pergala (komkirina xwarinê) derbas ya (afrandina xwarinê) bûn; ev guhertin, wê demê, şoreşeke çandî û civakî û aborî bû(7). Di vê qunaxê de civaka gundî (motika bajêr) diyar bû, vê lomê jî têgeha (çand)ê, di bermayê kurdî de, li gel zeviyê hate bestandin, û têgeha (şaristaniyê) li gel bajarvaniyê hate girêdan.
Her weha bi me re derbas bû, ku şaristaniya Guzana (5000 – 4500 b. z) li gel erdnîgariya Kurdistanê bestandiye, di wê şaristaniyê de têgehên çandî û ayînî û civakî û aborî û diyardeyên şaristaniya keresteyî (bûjenî) pêk hatin. Ew şaristanî (şaristaniya Guzana) dibistana şaristanî bû, ya ku gelê Somer jê hîn bûbû, beriya ber bi başûrê Mezopotamya de dagere, û kevintirîn û navdartirîn şaristaniyê li rojavayê Asiyayê damezirîne(8).

Bermayê şaristanî yê pêşiyên me:
Berma yê şaristanî yê pêşiyên me yên kvintirîn, ji bo civakên neviyên wan (Somer, Îlam, Gotî, Lolo, Sobartî, Kaşî, Horî, Orartî, Men-nayî, Med) motik bû, ku li gel nîrên civakî û çandî û polîtîkî û aborî hukarî li hev kirin, û derfet ji bo her nifşekî peyda kir, da bi çêtirîn awayî di pêşvebirina şaristaniyê de bibe hevpar.
Belê.. Kaşiyan û Horiyan, bi saya wê motikê, yekemîn gel bûn, ku xebitandina hespan û erebeyan û çekên erebeyan derbas rojavayê Asiyayê kirin, û merivên wan; Hîksos jî gîhandin Misirê. Ev yeka, bi pîvanên vê serdema me, beramberî xebitandina otombîlê ye di warê rêçûnan de, û beramberî mertalan e di warê cengan de, her weha zanayê leşkerî yê Horî (Kîkulî), di artêşa împeretoriya Hissî ya nû de, çavdêrê waneyên çeka erebeyan bû, û pirtûka wî bi sernavê (xebitandina hespan) heye(9).
Her weha pêşiyên me Kaşiyan, bi saya wê motikê, kevirên Tapo (bi zimanê Kaşî: Kodorro), afirandin, ji bo çespandin û sînorên erdên zeviyê û tomarkirina li ser navên xwediyên wan. Ew keviran kevintirîn resenê van ne, yên ku di vê serdema me ya nû de bi (kevirên Tapo) tên navandin. Durvên wan keviran biçûk bû, û ne organizekirî bû, bilindiya wan ji metrekê ne bêtir bû, li ser wan rengdêr û sînorên zeviyên (erd) ku qeral ji bo kesan, an jî ji bo komelan vediqetand, dihatin nivisandin, û di perestgeha bajêr de dihatin bi cihkirin, da pîroziyê bistînin(10).
Û pêşiyên me Horiyan û Men-nayîyan, bi saya wê motikê, di warên çêkirina peykeran û alavên herriyê û ciwankirina wan, û çêkirina morên girover (gilover) ên berdirêj de, û hunerên çêkirinî (hesin û baqir (baqil) û zêr û zîv û qelayê de gelekî jêhatî bûn, û pêşiyên me Xeldiyan (Orartiyan) jî di hunera avahiyan û nemaze jî di karên hîdrolîkî de, û di kolandina cûbaran ji bo avdana penahên dûrî hev de jêhatî bûn. Cûbara qeralê Xeldî Mînewa nêzî gola Wanê bû, û av dighande penahekê, ku dirêjiya wê 46 mîl, ango derdora 75 K.m bû(11).
Û bi saya wê motikê, pêşiyên me; Med cil û bergên ciwan afirandin, û li gor gotina Hêrodot, Faris bi wan cilan mat bûn, û jê birin(12). Her weha Medan hezkirina karê berhemdar li ba civakê çespandin, li ser vê yekê jî Deyakonov dibêje: “Divya bû her yek ji endamên civakê karên cotkirinê û baxçekirinê û zeviyê baş hîn bibe…her weha endamên entilcênsiyayê, tevî ku rûmetdarên civakê bûn jî, bi karan mijûl dibûn”(13). Bi ser de jî Medan şhanişîneke hêzdar ava kirin û artêşeke wêrek, ku bi (kara) ango cengvan dinavandin, damezirandin. Ewan cengvanan gelên rojhilata navîn ji destdansera împeretoriya Aşor rizgar kirin, û navdengiya Med bilind kirin(14).
Bi saya wê motikê pêximberê mîdî Zeredeşt olek afirand, talankirin û kavilkirin û enfalkirin û jinradestkirin tê de nebû; ew olek bû li ser bingeha mirovbendiyê û helwestên “ramana xêrxwaz, karê xêrxwaz, gotina xêrxwaz”(15) rabûye, û giranî daye bexteweriyê “ji bo bexteweriyê nimêj dikim”(16), û daye zeviyê “kesê zemînê cot dike, karmendiya rastiyê dike, rûmeta ola Mzdayasna bilind dike”(17), û hezkirina sirûştê û rêzgirtina gulobalê bang dide “em qurbanan ji bo kanî û cûbarên avê, ji bo geyayên dipişkivin, ji bo darên daristanan, ji bo zemînan û ezmanan, ji bo stêrk û heyv û tavê, ji bo ronahiyên bê dawî, ji bo sewalan û dirindeyên avê, ji bo dirindeyên ser zemînê, ji bo hemî lawirên bi basikan difirin pêşkêş dikin”(18). Qurban jî, bi piranî, ava geyaya (hawma) ya pîroz bû, ku tev şîr dibû.
Ma şaristanî ne nirxên mirovbend in, ramana mirovbend e, tevdîra mirovbend e, û geşkirin û avakirin e?, Ma şaristanî ne rêzgirtina gulobalê ye, tev hemî tiştên wê çi mirov bin û çi lawir û dar û kevir û heyv û tav û stêrk bin? Gava ev helwest û nerînên şaristanî beşek ji baweriya milet be, dê çawa ev milet dijmantiya şaristaniyê bike? Dê çawa, her ku keys lê hat, ji aferînê bi paş de bimîne?
Ev hevpariyên şaristanî yên pêşiyên me berî îşlamê, ku me diyar kirin, ji pirî piçek e, bê ku em ji bîra bikin, ku rêjîmên dagîrkerên Kurdistanê her tim hewesdar bûn da dîroka me bin cil bikin û veşêrin, û kêmasiyên me berz bikin, û serkeftinên me biçûk bikin, gava dewleta me ya xweser ava bibe, û sazûmanên me yên niştimanî werin damezirandin, û lêgervanên me çalak bibin, wê hîngê gelek rastiyên balkêş dê diyar bibin.
Di pey vê re jî emê bidin pey hevpariyên me yên şaristanî di serdemên îslamî.                                
                         Û çi dibe jî, div Kurdistan were rizgarkirin.
                                                                                              11. 03. 2014
                              *****             ***           *****
 Jêder û çavkanî:
(1)   Kemîl El-Hac: El-Mewsoe El-Muyessere fî El-Fikir El-Felsefî we El-Îctîmaî, rû 168.
(2)   Jêdra navborî, rû 206.
(3)   Komek   mamosteyan: Mu-icem El-Ulom El-Îctima-îyye, rû 200, 233.
(4)   Jêdera navborî, rû 233.
(5)   Wêl Diyorant: Qîsset El-Hedare, Ebdil-Xenî Îmad: Sosylociya El-Seqafe, rû 28-29. (Celadet Bedirxan di zimanê kurdî de têgeha (çand), li gor wateya têgeha (culture) ya zimanên ewropî, afirand. Wergêr).
(6)   Arnold Toyenbee:Muxteser dîrase lîltarîx, 1/104. Biner Mustefa El-Sexawî: El-Îkolociya El-Seqafiyye, rû 54.
(7)   Jîn Potro û hinekên din: El-Şerq El-Edna we El-Hedarat El-Mubekkere, rû 32, 34.
(8)   Jîms Mîlart: Eqdem El-Hedarat fî El-Şerq El-Edna, rû 157, 161, 163.
(9)   Wilyam Langer: Mewsoet tarîx El-Alem, 1/62. Jîn potro û hinekên din: Jêdera navborî, rû 212.
(10)  Tewfîq Silêman: Dîrasat fî Hedarat xerb Asiya El-Qedîme, rû 261. Amêr Silêman, Ehmed malêk El-Fityan: Muhaderat fî El-Tarîx El-Qedîm, rû 139.
(11)   Wîlyam Langer: Jêdera navborî, 1/87. Bongrad-Lîvîn: El-Cedîd Hewle El-Şerq El-Qedîm, rû 532.
(12) Hêrodot: Tarîx Hêrodot, rû 517.
(13)   Deyakonov: Mîdya, rû 313.
(14)   Jêdera navborî, rû 315.
(15)   Avesta, Yasna, Haytî 19, not 16, rû 97.
(16)   Avesta, Yaşt, not 6, rû 435.
(17)   Avesta, Vîndîdad, Vargard 3, not 312, rû 237.
(18)   Avesta, Yasna, Haytî, not 9, rû 181.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark