Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mele Ehmedê Namî û kurte jiyana wî

 


 Luqman Yûsif

Navê wî Ehmed kurê Mehmûdê Ebdullahe, ew li gundê Sîtê qeza Nisêbînê di sala1906 an de ji dayik bû ye.Paþ re li gundê `Erbetê rûniþtiye.Dema bavê wî çû ser dilovaniya xwe Ehmed 4 salî bû û li ser daxwaza dêya wî metika wî ew di dibistanên olî de daye xwendin.Paþ re berê wî ketiye Kercosê gundê Dara.Piþtî demekê berê xwe daye Amûdê . piþtî gereke li gundên Binxetê ew li gundê Tiþhîrê bi malîtî rûniþtiye li gel þêx Birhîm û li Tilþehîrê bû imamê mizgeftê. Li gundê Tiþhîrê ewî guhdanek ji dil û can bi wêjeya kurdî kiriye û di vê qûnaxê de ewî dostanî daye mîr Celadet û Cigerxwîn.


Mele Ehmedê Namî mirovekî bîrewer bû,ji ber wilo ewî behwerî bi ola rast tanî û çîrokên çewt û derveyî rê ne dipejirandin, ji lewma oldarên gewde êrîþî wî kirin û heger Eliyê Evdê ne alîkar bane pê re ewê serê wî bi êþînin.
Piþtî gundê Tiþhîrê û di destpêka 50 an de  ewî berê xwe da bajarê Qamiþlo û li wir ma ta çû ser dilovaniya Xweda(Bi sedema nexweþiyeke giran).
Cigerxwîn pesnê wî daye û ew mîna mamostayê Ehmedê xanî dîtiye û weha li ser dibêje:
Namî me ji nameya te zanî seydayî ji bo melayê xanî.
Gelek helbestên wî di rojnameyên kurdî de hatine belavkirin mîna govara hewar ya  ku mir Celadet ew belavdikir,û ji bilî wê govara roja nû jî.
Hêjaye gotinê ku Ehmedê Namî xwedî têklî bû bi Mistefa Barzanî re û dema ku ew ji Yekîtiya Sovyat vegerehaye ew çûye serdana wî û miheke sax li ba wî maye û li wir têkilî û hevdîtin bi helbestvanên kurdistanê re çêkirine mîna Hejar.
Mele Ehmedê Namî bi kurdî û erbî di`axivî. Ji ber Ehmedê Namî li navûdengiyê ne digereha ewî kêm helbest belavdikirin,ev jî li sirûþta wî ya taybet vedgere bi ser ku ew ji helbestvanên herî serkeftîbû û gotinên wî hilbijartîbûn û hûnandina wan cidabû.
Ji berhemên Mele Ehmdê Nmî:
Þewata sînema Amûdê û gelek helbestên cihgirtî di dîroka wêjeya kurdî de mîna :
Pêþkevin em serfirazin miletê kurdî.
Di sala 1975 an de li bajarê Qamiþlo çûye ser dilovaniya Xweda piþtî ku ewî xebateke biha giran di ber wêjeya kurdî de kirye û rê li ber nifþên di pey xwe re ronî kiriye.

Lêveger  :Dîroka wêjeya kurdî ji berhevkirina Rêwî.
6-4-2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark