Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: BÊJE MIN

 


 

Merwan Berekat

Dilrevînê!
Dema ez te dibînim, tûjbûna nêrînên min ko dibe.
Tenê bi kenê te
kovan, derd û birînên dilê,
ku bi evîna te lêdide derman dibin.
         Bêje min dilrevînê! Ez çi bikim?


Tenê ji bo te,
ez bi felsefeya eþq û jiyanê bawer dikim,
û bila tu zanibî…
eger ez kêlîkekê niviþta eþqa te ji buxçika demên xwe derxînim.
Ezê ji dînan werim jimartin
û çîrokên evîna xwe
li ser dîwarên mêristanan nîgar bikim.
             Bêje min dilrevînê! Ez çi bikim?

Dema te silav da min û destê xwe kir destê min,
rewnê min velîst
xeyalan nêrînên tî di bedewiya te de gerandin,
carina ew li ser sirtên sîngê þebî dilolijîn
Carina jî..
 bi rengê lêvên zirav mijûl dibûn,
û ew wek keçikên serxweþ li min vedigerîn.
Dema te silav da min;
xwîn di rehên min de bi mestî geriya,
dil baskên nûjiyanê li hev xistin,
û perda sîngê min veçengand
Ne tenê wisa,
ez hestiyar dibûn,
ku pir ji Neboxizê Babilê bextewartir im.
Belê dilrevînê!
 Ji wê rojê de,
her ku ez xwe winda dikim,
an jî bixwezibim xwe winda nekim,
ez destê xwe yê rastê bîn dikim.
        Bêje min dilrevînê! Ez çi bikim?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark