Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Mirov û Ziman

 


Merwan Berekat

    Mirov, ziman û jiyan yek in, ew ji hev cuda nabin. Ziman bingeha jiyan, danasîna dîrok û ŝaristaniya mirovahiyê ye. Ziman yek ji dahênanên mejiyê mirov e. Belê; bê zimên jiyan pêŝve naçe, ne jî hest û ramanên mirov tên ŝirovekirin, bi zimên hemû ŝaxên zanistê pêŝve diçin.
    Wekî çawa ziman bingeha jiyan û hemû ŝaxên zanistê ye, her weha zimanzanîn jî, ji bo  jiyana zimên bingeheke pir girîng û sûdar e, ji ber ku ew hemû quncikên tarî û ne diyar di jiyana zimên de dide ber ronahiyê û wî ji hemû nexweŝiyên zimanî diparêze. Çendî ziman di bêjinga zimanzanînê de were hejandin û derbaskirin, ewqas zelal, nûjen û dewlemendtir dibe. 


  Di riya zimên re hemû beŝên zanistê tên nasîn, ŝirovekirin û bingeh ji wan re tê danîn, wê ûŝtê jî bê zimên yek beŝ ji beŝên zanistê nikane encama serkeftinê bistîne. Çima?
Ji ber ku hemû beŝên zanistê ji ramanên mirov in, û bê zimên ew ramanan nayên naskirin, ne jî kanin rola xwe di jiyana mirovahiyê de bilîzin.  Hemû tiŝtên di jiyana mirovan de, tiŝtên li ser gozemînê û yên di hindurê wê de di riya zimên re tên naskirin.               
  Dema lêkolînvan di warê zimanzanînê de lêkolînê dike, ew derbasî taybetmendiyên hiŝ, mejî û qonaxên dîroka jiyana mirovahiyê dibe, bêguman gelek dijwarî li pêŝ wî derdikevin û hin ji wan dijwariyan ev in: Ji ber ku dîroka jiyana mirovê kevnar pir ji dîroka mirovê hiŝmend dirêjtir e, û di wan qonax û serdemên dirêj de ziman bê nivîsandin bû, û di qonaxa destpêka nivîsandinê de dengkirin ji nivîsandinê pirtir bû, ango ziman bi ŝêwakî giŝtî nedihat nivîsandin. Ji aliyekî din ve, li gor lêkolînên zimanzan û dîroknasan di serdemên destpêka nivîsandinê de gelek ziman hebûn, lê nivîsandin derbasî jiyana wan nebû, ji ber wê jî ne gengaz e, ku ew zimanan bên naskirin.      
Zimanzan (Ŝilaŝîr) dibêje: (Destpêka zimên û pêŝketina wî pir ji berî dîrokê ve ye. Zimanên ku îro miletên cîhanê bi kar tînin, û yên ku mirov û miletên kevnar bi kar anîbûn, ew hemû ji bermayên zimanên kevintirîn in).
- Kê û çawa ziman hat çêkirin?
  Zimanzan Ŝilaŝîr dibêje: (Ziman bi xwe taybetmendiya ramana mirov e, ew hêzeke ji hêzên hiŝê mirov e, û kesek nikane li pêŝ pêlên wê hêzê raweste, yan wê ji hiŝ û mejiyê mirov cuda bike ). Bêguman ev bersivdan ji aliyê zimanzan  Ŝilaŝîr ve gelek di cihê xwe de hatiye, û bila kesek nekeve xeyalên nezanistî û nebêje ziman ne ji ber û berhemên mejiyê mirov e.
Di destpêka jiyanê de û ta roja îro mirov xwedî hêz û mejiyekî pir seyr e, wî her tim bi mejî û hêza xwe, ji bo jiyanê berxwedaneke zordijwar kiriye, û hîn jî dike.
Zimanzanê Almanî BOb dibêje: (Ziman ji çêkirina mejiyê mirov e, ew ne ji dervî mejiyê wî ye, hêza mejiyê mirov ziman çêkiriye).
Ma gelo mejiyekî tekane, yan bi hevkariya gelek mejiyan ziman hat çêkirin? 
   Bîrdoza zimanzan Himboldit bersiva vê pirsê dide û wisa dibêje: (Curbecuriya zimanên dema niha ji me re diyar û destnîŝan dike, ku di serdema mirovên pêŝîn de mejiyên curbecur hebûn, û ziman ne ji çêkirina mejiyekî tekane ye, ya rast ew e, ku ziman ji aliyê gelek mejiyên curbecur ve hatiye çêkirin). Di destpêka jiyana mirovahiyê de gelek ziman hebûn, û tiŝtên ku rastiya vê nêrînê teqez dikin gelek in û yek ji wan ev e:
Dema mirov bingehên zimanî yên her zimanekî ji zimanên cîhanê bi ŝêwakî zanistî lêkolîn û raçav bike, ewê bigîne encamekê ku her zimanek xwedî taybetiyeke zimanî ye. Piraniya zimanzanan teqez dikin, ku di despêka jiyana mirovahiyê de gelek ziman hebûn, ango her komeke mirovan zimanek ji xwe re çêkiribûn.
Ji aliyekî din ve, yên ku dibêjin: Hemû zimanên îro li cîhanê bi kar tên ew ji aliyê cêkirin û dêrîniya xwe ve li komek mirov, an li netewekê vedigerin, ew nêrîneke ŝaŝ û ne zanistî ye.
   Hin ji zimanzanên Ereb dibêjin: Zimanê Erebî yekemîn ziman bû, ku mirovên kevnar ew bi kar anîbûn, û di piŝt re zimanên din ji wî ŝax vedane, lê hemû bîrdozên zimanzanînê vê nêrînê teng û nezanistî dibînin, û wê dixin hundirê çargoŝeya nijadperestiya zimanî.   
- Ma gelo ziman kane kesatiya xwe ya zimanî her tim biparêze,    
  yan jî her tim di yekasta zimanî de jiyan bike?
Civakzanîn dibêje: (Ti kes, an ti hêz nikanin zagonên pêŝketina civakê rawestînin. Civak her tim bi demê re tê guhartin, û pêŝve diçe). Wek nas e; ziman yek ji rûdawên civakî ye, ew kesatiya xwe ji jîngeha xwe ya civakî werdigre, ji ber wê jî guhartin û pêŝketinên ku di hemû warên civakê de çêdibin ew bandorên xwe li jiyana zimên dikin, wê lomê jî ziman nikane her tim di yek astê de jiyan bike. Li gor guhartinên ku di civakê de çêdibin ziman jiyana xwe diguhêre. Belê; ziman jî wek hemû rûdawên zindî bi kesatiya jîngeha xwe bandor dibe, ango  wek çawa di hemû jiyanê de guhartin çêdibin, her weha di jiyana zimên de jî guhartin çêdibin.
  Eger mirov bi ŝêwakî zanistî li jiyana zimên vegere û wê raçav bike, dê bibîne ku her zimanekî ji zimanên cîhanê di dirêjiya dîroka xwe de, wî her tim jiyana xwe ji nexweŝiyên zimanî û ji bêjeyên, ku nema bi kar tên paqij kiriye. Ziman li gor civaka her serdemekê jiyana xwe zelal û hêsan dike, û bi gavên pêŝveçûna wê serdem û civakê re guhartinan dixe jiyana xwe.
- Di jiyana zimên de guhartin ta kîjan astê normal e?
  Di serdema niha de roj bi roj û di hemû warên jiyanê de zanist pêŝ ve diçe, û gelek guhartin derbasî jiyana mirov û civaka mirovahiyê dibin. Di hemû gavên wê pêŝveçûnê de û nemaze yên ku di warê zanistê de tên avêtin rola zimên heye û pir girîng e, ji ber wê jî hin guhartin û nemaze ji aliyê bêje û têrman de derbasî jiyana zimên dibin. Bêguman ev rûdaw zimên fireh û dewlemend dike.
Her zimanek ji zimanên cîhanê berî ku bigihîne asta xwe ya dema niha ji firehkirin, pêŝketin û dewlemendiyê ew di gelek qonaxan re derbas bû ye, ji ber wê jî em kanin bêjin: Her zimanek ji zimanên cîhanê ji jiyana xwe ya pêŝîn pir dûr ketiye, ango  Her ku mejiyê mirov pêŝve diçe, her weha jiyana zimanê wî jî pêŝve diçe.
Her zimanek ji zimanên cîhanê rola xwe di jiyana civaka xwe de dilîze, û ji her zimanekî re kesatiyeke wî ya taybet heye, lê belê hemû zimanên cîhanê ne di yekastê de dijîn, hin ji wan li pêŝ in ew bûne zimanekî cîhanî wek zimanê Îngilîzî, û hin ziman jî hene rola wan teng maye wek zimanê Kurdî, lê ew nayê wateyê ku zimanek ji zimanekî çêtir e, yan zimanek kane pirtirî zimanekî jiyana hemû gelan pêŝve bibe. Na; ne wisa ye.
Ma gelo kesek kane bêje zimanê Erebî, yan zimanê Tirkî, yan jî zimanê Îngilîzî ji zimanê Kurdî pirtirîn û baŝtirîn kanin hêza pêŝveçûnê bide civaka Kurdî!    Bêguman na.
   Ji her zimanekî re hêzeke wî ya zimanî heye û her zimanek pirtirînî zimanên din kane bandora xwe li civaka xwe bike, û pirtirîn kane rola xwe ya erênî di hemû warên aborî, civakî, dîrokî û wêjeya civaka xwe de bilîze.
 Belê; her zimanek hêza xwe ya zimanî ji ŝaristaniya gel û jîngeha xwe ya civakî werdigre, ango çendî miletek di aliyê ŝaristaniya xwe de li pêŝ û hêzdar be, ewqas zimanê wî jî li pêŝ, hêzdar û dewlemend dibe, û bandora xwe li hemû zimanên hevdema xwe dike.
   Sed mixabin; hin lêkolînvan û nemaze yên Ereb jiyana zimanan bi nêrînên gelek teng ŝirove dikin û kela nijadperestiya xwe ya netewî di ser bîrdozên zimanzanîn û zelaliya jiyana zimanên din de dirjînin û dibêjin: Mûzîka dengên zimanê me ji yên hemû zimanên cîhanê xweŝtir û  naziktir in, û dengên hemû zimanên gelên cîhanê hiŝk û bê mûzîk in.
Bêguman ew vajî rastiya zimanzanînê dibêjin, ji ber ku zimanzanîn dibêje: (Di her zimanekî de dengên nazik û dengên hiŝk hene, û ji her dengekî re cihekî taybet di guhên guhdaran de heye). Ango di her zimanekî de dengên curbecur hene, ew dengan zimên pirtirîn dewlemend dikin. Ji mafê her kesekî û her netewekê ye, ku ji zimanê xwe hez bike û wî pîroz bibîne, lê çênabe û ne ji mafê wî ye, ku bi nêrîneke ŝûfen û regezperest li zimanê miletên din mêze bike. Xwediyên nêhrînên wisa vajî zimanzanînê diçin û divê ew li xwe vegerin.
Me gotibû her zimanek rola xwe di civaka xwe de dilîze, û her zimanek pirtirînî zimanên biyan kane gel û civaka xwe pêŝve bibe. Ma gelo zimanê Kurdî kane wê rolê di jiyana gel û civaka Kurdî de bilîze?
   Zimanê Kurdî zimanekî kevnar e, di gelek serdemên dîrokî de û nemaze di dema Mîtan û Mîdiyan de wî hemû ŝaxên zanistê yên wan serdeman ji memikên xwe yên zimanî mêjandine. Mirov kane bêje di wan serdeman de zimanê Kurdî nêzîkî zimanekî cihanî bû. Rast e çend sedsal bûne, ku zimanê Kurdî li paŝ maye û dijminên gelê kurd bi hemû rêbaz û awayan hewil kirine û hîn jî hewil dikin, ku wî tune bikin û zimanê xwe bikin zimanê gel û civaka Kurdî, lê pîlan û pilanên wan naçin serî, ji ber ku zimanê Kurdî ji zimanên wan resen û dewlemendtir e. 
 Di gelek serdemên dîrokî de wî bandorên xwe yên zimanî li zimanên wan kirine.
   Eger em Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û nexwaŝiyên wî yên zimanî çareser bikin, jiyana wî li gor demê durust û serast bikin û wî bikin zimanê hemû warên jiyanê, ewê rola xwe di civaka Kurdî de baŝtirîn bilîze.
- Destpêka Zimanê Mirovahiyê:
   Mirov bûnewerekî zindî ye. Ew bi hemû tiŝtên jîngeh û hawîrdora xwe re têkildar dibe. Ji wê têkildariyê re gelek rêbazên curbecur hene wek bihîstin, palandin, bînkirin, çavdan û hin tevgerên dest û laŝê mirov… HWD. Lê di jiyana mirov de ziman yekemîn alavê têkildarî û pêwendiyê ye, di riya wî re mirov  hemû raman û hestên xwe bi hawîrdora xwe re dide nasîn û parve dike. Belê; ziman yek ji cudawaziya mirov e.
 Zimanzan Bofon dibêje: Eger mirov bê ziman ba, ewê wek meymûnan bima, û hiŝê wî pêŝve nediçû . Ji bo destpêka çêkirina zimanê mirovahiyê gelek bîrdoz ji aliyê zanyaran ve hatin danîn, û hin ji wan ev in:
1- Bîrdoza Olî: Ev bîrdoz li feylesûfê Yûnanî  Hîrakilît  ê ku jiyana
xwe di sala 480 î zayînê de ji dest daye vedigere, piŝtî mirina Hîrakilît hin zanyar û zimanzanên din jî riya vê bîrdozê ajotin wekî (Lama), wî di pirtûka xwe ya bi navnîŝana  Huneriya Dengkirinê  de bîrdoza olî rast dîtiye.
Bîrdoza olî dibêje: Xwedê di riya ŝandiyên( pêxemberên ) xwe re ziman diyarî mirovahiyê kir, û hin ji wan dibêjin: Xwedê mirov û ziman bi hev re afirandin, ango rola mirov û mejiyê wî di çêkirina zimên de nîne.
Bîrdoza olî dibêje: ‘’Hemû ziman û ŝêweyên nivîsandina wan ji kok û binyata xwe ve li Xwedê vedigerin. Rola mejiyê mirov di çêkirina zimên de nîne ``          Di nêrîn û baweriya min de bîrdoza olî vajî zanistê ye, û mejiyê mirov jêdera zimên e.
2 - Bîrdoza Dîmokrît: Ev bîrdoz a feylesûfê Yûnanî (Dîmokrît) e.
Ev bîrdoz dibêje: (Dema ku Xwedê mirovên pêŝîn afirandin, bê ku ew mirovan mejiyên xwe di çêkirina zimên de mijûl bikin, wan serast bêje û navên tiŝtên derdora xwe bi lêv kirin'''''''').
3 - Bîrdoza Zanistî : Ev bîrdoz bi rêbazên zanistî û gelek bi zelalî
destpêka jiyana zimanê mirovahiyê ŝirove dike, çêkirin û dahênana wî li mejiyê mirov vedigerîne.
Ji destpêka sedsala bîstan û vir de, piraniya zimanzanan lêkolîn, lêgerîn û vekolînên xwe li ser bingeha vê bîrdozê çêdikin.    Bîrdoza zanistî teqez dike, ku mirov di destpêka jiyana xwe de ‘’Ziman ji dengên siruŝt û jîngeha xwe ya wê demê wergirtiye wek gurmîna ewran, ŝîrqîna birûskan, xuŝexuŝa avê, zîrkezîrk û kirekira ŝaxên daran û  dengên lawirên wê serdemê… HWD’’. Mirovê pêŝîn deng û bêje ji dengên jîngeha xwe ya wê demê çêkirin û bi kar anîn. Her ku mejî û hiŝê mirov pêŝve diçû, her weha alav û pêdiviyên jiyana wî fireh û zêdetir dibûn û li beramberî wê pêŝketinê ziman jî fireh û pêŝ diket.
   Zimanzan û dîroknasan di lêkolînên xwe de teqez dikin, ku ziman di destpêka xwe de kêmbêje bû, loma jî mirovên pêŝîn (kevnar) hin tevgerên laŝê xwe wek nîŝanên dest, çav, serî û bejna xwe ji zimên re dikirin alîkar û bi kar tanîn, û ta roja îro jî mirov wan çiv, tevger û nîŝanan bi kar tîne.
    Wekî çawa hemû bûnewerên zindî li ser gozemînê bi ŝêwakî xwezayî bi jîngehên xwe bandor dibin, û ji wê fêrî gelek tiŝtan dibin, her weha mirov jî bi jîngeh û hawîrdora xwe bandor dibe. Zimanzanîn teqez dike, ku mirovên pêŝîn di destpêka çêkirina zimên de, bi dengên hêsan bêjeyên sade û kurt lêv dikirin, û piraniya wan bêjeyan ji kîtên dutîpî bûn wek: Wa, ha, da, ho, hî, wî, mo, me, ma, bo, ta, ga, wa………HWD. Piŝt re mirovan bêjeyên sêtîpî çê kirin: tîpeke dengdar + tîpeke dengdêr + tîpeke dengdar wek: Fîz, fir, gum, hom, dom, teq, req, bum, zom , weh, wah…..HWD. Her ku di mejiyê mirov de pêŝveçûn çêdibû, wî alavên nû çêdikirin û li gor bikaranîna her alavekê wan navekî taybet jê re datanîn û bi lêv dikirin.
Li gor zimanzanên ku bi bîrdoza zanistî bawer dikin, ew teqez dikin ku mirovên pêŝîn( kevnar ) berî her tiŝtekî endamên laŝê xwe yên berçav bi bêjeyên ji kîtekê û ji du kîtan bi nav kiribûn. Di piraniya zimanên dema niha de û nemaze yên malbata Hindo-Uripî de ev rastî diyar û berçav e, û Ji ber ku zimanê kurdî ji zimanên malbata Hindo-Uripî ye, emê di vî warî de hin nimûneyan ji zimanê Kurdî wergirin.
Navên hin endamên laŝê mirov bi zimanê Kurdî:
 Navên hin endamên ku jî kîtekê pêk tên: Dev, çav, guh, pê, zik, mil, çen ( çeng ) lêv, dest, lep, sîng….. HWD.
Navên hin endamên ku ji du kîtan pêk tên: Serî, memik, tilî, enî, nênûk, …… HWD.
   Piraniya zimanzanên ku bi bîrdoza zanistî bawer dikin, ew bi yek nêrîn li destpêka çêkirina zimanê mirovahiyê mêze dikin, û nemaze ji aliyê pêŝveçûna wî ya dîrokî ve, ew qonaxên pêŝveçûna zimanê mirovahiyê wek qonaxên zimanê zarokan dinirxînin. Wek em dizanin zarok  di çar mehên xwe yên pêŝîn de hin dengan bi lêv dike wek: Me, ma, ba, be, de... HWD. Piŝtî ku sal û nîvek di ser temenê wî re dibore  ew ji aliyê dê, bav û kesên derdora xwe ve tê fêrkirin û ew hin bêjeyan bi lêv dike wek: Mem, nan, dede, nene, bebe, keke, te....HWD. Di vê qonqxê de ew hin dengên, ku ji jîngeha xwe dibihîse wan bi lêv dike wek dengên ajel û hemû amûrên, ku deng ji wan tê der, ango dema ew dengên seg, pisîk, mirîŝk, berxik û makînan.. û HWD dibihîse wan dengan dubare dike, yanê dema dengê segan dibihîse ew dibêje: (Hew), û dema dengê pisîkê dibihîse dibêje: (mew)…HWD. 
   Hin zimanzanên cîhanî û li ser serê wan ( Ŝilîŝîl ) dibêjin: Zimanê mirovahiyê yê kevnar nedihat tewandin, û di navbera beŝên hevokên wî de regezên girêdanê tunebûn. Miks MOLIR  dibêje: Bêjeyên zimanên kevnar tûmwate bûn. Piŝtî demeke dirêj di ser wê qonaxê re derbas bû, bêjeyên watebeŝ ketin jiyana zimên. Li gor dîtina zimanzan Miks MOLIR hemû bêjeyên zimanên malbata Hindo-Uripî yên dema niha, ew li ser binyata bêjeyên tûmwate hatine avakirin.  Ew malbata zimanên Hindo-Uripî kevintrîn malbat dibîne û dibêje: Malbata zimanên Hindo-Uripî nûnertiya zimanê mirovahiyê dike .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark