Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: AHENG Bû

 




Merwan Berekat

Dilrevînê !
Aheng bû..
 þîngina piyalan
            lêv berkenî dikirin
Þahî û semayê
sîngên xulmaþ
hiþyar dikirin.


Nêrgiz û qurenefîlan
di gewriya guldanan de
xweþbîn diyarî dêmên fedok dikirin.
Ji kurpista evîndaran
þev sermest dilolijî
û têlên tembûrê
awaz ji wan direvandin.
Gerdenên morîkan
biþkovkên kenok maç dikirin
berên sîngê kirîstalî
miltanê gulgulî serxweþ dikirin.
Nêrînên min..
wek berveroya yekmehî
li gor liv û tevgerên bejna nazik
berê nimêja xwe diguhêrîn.
Dilrevînê...!
Ji silavdanê
û ta te xatir xwest
bejna wek gêzbelokan
di þovên nêrînên min de zîl dida.
Carina..
di reþika çavê  çepê de radigerîm
carina jî..
di gewrikiya yê rastê de
rengên ramûsanan dikenîn.
Pir bûn çeleng
tenê...
min ayetên bedewiya te dixwendin
û pinpinîkên hestên min
di bihuþta nazdariya te de
bi dînokî sema dikirin.
Bi awireke feriþteyî
û lêvgezkirineke têrevîn
                    te xatir ji min xwest.
Nêrîn sêwî man
lê.....
perperîkên hest û rewanê min
di çav û paþela te de
                           xwe ji bîr kirin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark