Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di çilê te û axa Amûdê de

 


Qadir Egîd

Celalo… îroj çilê te bû… çilê fermana te bû ku di şeveke reş de, li ser maseya xwedan, bê haydarî û dilovanî, ji nişka ve, û bi dilekî sar, biryara wê hatibû stendin. Ma min bizanîba wê koça te, piştdana te, nevegera te, û mirina te wilo mina xewnekê, mina lîstokekê zarokan, yan çîrokên ku diyên me ji dehên salan de em li ser wan dilorandin ta ku çavên me yê   melûl bê vîn û matmayî  qapaxên xwe tanîn hev,


eger min bizanîba mirina te wê wilo be, Celalê min, rihê min, ronya cave apê xwe, mine di serdana dawî ya Hewlêrê, te hembêz kiriba, lêborîna xwe ji bo hemû salên buhurîn ku min dilê te tê de hiştibû bixwesta, wek  du hevalan destê hev bigirta û em ê li bin siya dareke xerîbiyê rûniştana, ta ku te ji min re behsa hezkirî, pirojeyên pêşerojê, û xewnên  wek dilê te, kenê te, û tirsa te ya nazik kiriba, min vê dawiyê nas kir - kezeba apê xwe- ku tu bi dil bû yî, û ji ber vê hezkiriyê te jiyana guleke buharî  ku temen kin in li ser kir, xelk û alem bi yek hezkirinê bûn Celelê min, tu bi du hezkiriya bû, yek ya dil bû û yek axa Amûdê bû, te çima ji min re negot Celalooo..çima? Te çima negot Apo min bi xwe re bibe Amûdê, min bêriyê kiriye, ez dixwazim agirê ku di dilê min de gur bûye vemrînim, tu rûdinişt û bê deng te ji xwe re-  dema ku min behsa Amûdê dikir - guhdarî dikir, çavên te li devê min bû, bi şêranî te her gotin  ji devê min digirt, û ji xwe re, di nav xwe û dilê xwe de vedişart, û ez dizanim ta ku tu her şev di xew re diçû, û ta ji te dihat çavên te di ber xwe de didan ta tu dirêjtirîn dem di wan gotina de birame, hezar  wate û wate ji xwe re ji wan  re biafirîne.
Celal te rojekê li Amûdê, dema ku min pirsek ji te kir, te got: Apo ez  xwe fêrî  porkurkirinê dikim, ta ku ez  herim Elmanyayê, li gel Apê xwe, û kar bikim, ez venagerim ta ku ez xwe bi cî bikim, lê aaaaax ax, te fedî kir ku tu bêjî ez venagerim ta ku ez qelenê xwe bidim hev, min ji nexwest ez dêmên te yên sor sortir bikim, te bixim bin fediyê.
Carnan ez dihatim Amûdê, pêrgî te diahtim tu li ser piskilête xwe bû diçû sûkê, ger tu li çav min diket, tê bileztir diajot û tayên porê te yên mîna sinbilên havînê li ber ba mîna aleke yek reng  li ber ba diherikî, tîrêjên rokê zerbûna  wan û zêr dikir yek.
Kuro Celalo, temen qurmiçyo, xêr ji emr nedîtyo, em çi Karin di çelê te de ji te re bibêjin..kolana dibistana keçan pirsa te dike, û tayên porê te yê zer nema di çavên keçên şagirt de diçirisîne, piskilê te te li hewşê, li ber rok û baranê avêtiye, dinale, kilîta wî zingar girtiye, li hêviya vegera te ye ta ku tu careke dî lê siwar bibe, û wî li Amûdê, bi dûv hezkiriya xwe de  li kuç û kolanan bigerîne, wî jî wek te bêriya gerê kiriye.
Te çi anî serê (Hesûnê) xwe, te e w jî wek xwe ji koka wî ji Amûda dilovan rakir, li welatê xerîbiyê gerand, we temenek bi hev re qedand, û dawî…dawî  te pişta xwe dayê, bi tenê hişt..te ew bi saxî binax kir, te ew kuşt û veneşart. Tu dizanî te perçeyek ji xwe li nav malbatê hiştiye, carnan.. belê gelek caran…na, na her roj û her gav yê ku di ber Hesûn re dibuhure, di dilê xwe de dibêje weyla ez qurbano Celalo, kêlîkek bê deng li ber radiweste, û dûv re dilezîne, ta ku neyê bîra dê ûbav û pê neêşin, her yek ji malbatê naxwaze yê dî  biêş, û hemû bi te diêşin.
Axa ku te bihn kir û mîna teberukê di riwê xwe de da, bawer bik ew ê jî bêriya te kiribû, bihna wê jî bi te derket, û ew jî di heman dema ku te giyanê te li ser destên firişteyan mîna ayazeke buharî derket ezmanê heftan, wê jî xwe negirt, kelogirî  û bihin çikyayî bû, û ta Amûdê da dûv te.
Axa ku li Amûdê li hêviya te bû, çavrewanê te bû, gelek gazinde dikirin,digot: We ew  Celal bi saxî dûrî min xist, ji min mehrûm kir, û bi hisreta min hişt, îroj mêvanê min e, Celalê min e, delalê min e, dilniya bin, ez ê ji we dilovantir bim, wî bi nazikî hembêz bikim, destê xwe bixim bin serê wî,  û qet nahêlim bi giraniya min biheste, ev Celalê min e, hezkiriyê min, şehîdê min e.
çavê  apê xwe..Celal, ez dizanim îroj çavên te li riya min bû, te digot apê min xuya nekir… AAx Celalo ax, ez qurbana wan tiliyên te yên nazik bim bese kulê apê xwe vê êvarê  tev bide,  ez bi gorî wî kenê te bim bes min biêşîn ji bo Xwedê Celalo, henekçiyo..xweîn şêrîno, hevalê piçûk û mezinan.. bes e.. bes e, ez nema dikarim, her ez tiştekî te tînim ziman tiştin dî têne bîra min.. hewarê Celal, tiştên te beriya koça xwe kiribûn, ez bi vî temenî bîr nabim ku bikim, te çawa bîr bir ku cil û çekan ji xalê xwe Hekîmo re bikire, ta tu jê re bişîne, cilên ku te ji hevalê xwe Ehmedo re kirîbûn ji bo pê here ezmûneyên xwe yê Bekeloriya pêşkêş bike, waye li xwe dike,  ji her kesî re dibêje, ev hevalê min Celal ji min re ji hewlêrê kirîbûn, gelekî bi wan serbilind e.
malnexerabo Mihemed, te ewqasî ji Celal hez dikir, porê wî ta bi ta şeh dikir, te rojekê dilê wî nedihişt, te ew li ser tiliyên xwe xwedî kir, ji te qut nedibû, weke hevalekî – ne wek lawekî - te ew bi xwe re digerand, çawa te bi dilê xwe dikarîbû, te çawa dilê wî şikand, û ew li welatê xurbetê û ji welatê xurbetê  bi ser me de şand mêvan.
Pornekurê Şarî, tê xwarnên xweş ji îro û pê ve ji kê re çêbike, tê li ber kê bigere, tê di ser dîwarê hewşê re bang kê bike, û bêje; Kuro Celalo xwarin sar bû law, de wer baba wer. Wê kî deriyên odeyan li bin guhê hev bixe eger aciz bibe, û tê wî bi bavê wî bitirsîne, tê gefa li kê bixwe û forta bide kê, û dawî li ber bigere. Tê her şevê sê-çar caran şiyar bibe, kê binuxumîne, tê sênîkê xwarinê her nîvro bixe destê kê de û ji Kalo û Pîrê re bişîne piştî Celalê henûn.
Dîlavê, ez dizanim tu li ser her tiştê xwe poşman bûye, te jî wek me nizanîbû Celalo mêvan e, te her roj pê re şer dikir, û her car jî tu li ber digerya û ew razî dikir.
Yara..Yarokê..keçê Yaro..qurbanê Yaro..hest nazikê..tê sibeha hêka ji kê re biqelîne, taştiya kê hazir bike.. tiştên dilê xwe piştî Celal ji kêre bibêje, wê kî li te guhdar be, û tê bibe sindoqa razên kê.
Zozika min, piçûka malê, û delaliya ber dilê Cello..mane ger tu aciz dibû te digot Cello..tev wilo jî bi te re dikeniya û eger te ew gelekî aciz kiriba, ji bavê xwe re digot: Ji Qîza xwe re bêj ha..!
Semerê..wê kî were cem te Hisiça û bi rojan mêvanê te bimîne, tê diyariya ji kê re bikire ji îro û pê ve.
Nisro..Nisrînê….law Nisro..bi kolan bikev, û bike hewar…Cilên Celal û pêlava ku ji bo xelata te kiribû bixe qirka xwe de û kolanê Amûdê yeko yeko biger, ji heval û hezkiriyên wî re bibêj, ev in cilên birayê bûkê, bûka ku xelata birayê wê koç bû, azar û êş bû, û temen qurmiçandin bû, du roj mabûn ji xelata te re, gello Celalo çend xewn li ser wê xelatê ava kiribûn, û çend tişt dabûn ber çavên xwe ku ji bo te di roja xelatê de bike… xêrjixwenedîtiyê Nisro…!
Ehmedê min..Ehmedî..tiliya bi tenê..! Celalo te hişt û çû, tu rojekê  teng nebûyî, te negot çima ez kar dikim û Cello kar nake, qey te dixwest Celal kar neke, dilê te bi ser ve bû, laşê wî qels û lawaz bû, ne yê kar bû, birayê te yê piçûk û tenê bû, tê pişta xwe bi kê xurt bike, piştşkestyo ..malikwêrano..Ehmedo.
Şermola.. ez dexlê te bim…! Te  gelek pakrewan hembêz kirin, lê ne mîna Celal, pakrewanê Axa Amûdê û hezkiriya dil, hêvî dikim, tê lê miqate be, Celal ji xwe hez dikir, bihnên xweş bi ser xwe dadikirin, temberiya wî her dem şehkirî bû, cilên wî ûtîkirî bûn, hevalê piçûk û mezinan, kal û pîran, , gula civatan, û desmala ser destê keçan bû.
Celalo.. li Apê xwe negre..ku min nikarîbû di çilê te de xort û keçên bajêr bi cilên reş di kolana xistana û bihişta bi kulman  mîna çileyê Hisên bi singa xwe bikevin û bikin hawar. Li min negre ku min nikarîbû di çilê te de bihişta dengê Azanê mizgeftan û zengilê kenîseyan li Esmanê Amûdê li hev bicivin û simfoniya vegerê ji te re bihûnin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark