Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ta hemû alî lawaz nebin, wê welatên mezin şer nerawestînin

 


Qado Şêrîn

Rewşa Sûrî ya ana bi dilê gelek welatan e, bi dilê wan welatan şer û kuştin û wêran kirin berdewam e. Ji bo ku şer berdewam bibe jî divê aliyek zora aliyê din nebe, û çiqasî mirovên sivîl, zarok û jin bên kuştin jî ne derd û xem e. Ji wan welatan re berjewendiya welat û miletê wan di ser xwîna jin û zarokan re ye. Tiştê ku ana li Sûrî diqewime, nimûne û şahiya dilê wan welatan e, lê çilo?


Emerîka û hevalbendên xwe dikarîbûn di du saetan de Beşar û rêjîma wî bavêjin, wek çilo ya Talban û Sedam Husên û Qadafî û gelekên din avêtin e, lê li Sûrî û ji bo gelek armanc û daxwazên wan pêk bên wê gavê ana navêjin, wê bihêlin taku hemû alî lawaz û ji haw haw bikevin, wê wextê wê her tiştî bikin, nemaze ava kirina Sûriyeya wêrankirî.
Rêjîma Beşar roj li pey rojê lawaz dibe, Sûrî wek dewlet jî têk diçe, jixwe Israîl û welatên Rojava wê dixwazin, tang û top, aborî, leşker, bingeh, û civak ji hemû aliyan ve têk diçin. Gelek lêkolîn dibêjin 30-40 salên din Sûrî venagere wek berê, ango lawazkirina Sûrî di berjewendiya Îsraîl û welatên Rojava deye.
Hevalbendên rêjîma Beşar jî nikarin rêjîmê bi tenê bihêlin. Îran Sûrî wek parêzgeheke xwe dibîne, ji dûv rêjîma Beşar gelek piroje û berjewendiyan pêk tîne, êdî rûxandina rêjîma Beşar lawazkirin û rûxandina Îranê ye, ji ber wê Îranê leşker, pere û çekan rasterast û eşkere dide rêjîma Beşar, di wexta ku aboriya Îranê di metirsiyê de ye, ev yek dihêle bêtir Îran lawaz bibe, û çiqasî şerê Sûriyeyê dirêj bike ewqasî di berjewendiya Israîl û welatên Rojava de ye. Ketina Îran di Sûrî de eşkere û li ber çavan e, lê em dibînin ku welatên Rojava çavên xwe ji ber girtine, û qet nabêjin tu li wir çi dikî, êdî divê tu ji Sûrî derkevî û alîkariyan boyî rêjîmê rawestînî. Îran ji dûv aloziya Sûrî lawaz dibe, û ew armanca Israîl û welatên din e.
Hizbulah a Libnanî hemû karînên xwe pêk tîne daku rêjîm bimîne, çimkî ketina rêjîma Beşar ketina emperatoriya wê ye, belê ne tenê lawazkirina wê bi xwe re tîne, belkû tunebûna wê jî. Jixwe em hemû dizanin bê Hesen Nerelah, serokê partiyê çi got: eger ne ji me ba wê rêjîm di du saetan de birûxiya. Ji ber wê ne tenê leşkerên xwe dişîne Sûriyê daku berevaniyê di ber rêjîma Beşar de bike, belê hemû karînên xwe bi kar tîne, û ew yek dihêle partî lawaz bibe, ew jî di berjewendiya Israîl û welatên Rojava de ye. Ji bo ku Hizbulah bêtir lawaz bibe, welatê Rojava çavên xwe ji ber girtine, û qet nabêjin tu li wir çi dikî, êdî divê tu ji Sûrî derkevî.
Rûsiya (Çîn jî li gel)ta ana çar caran mafê Veto bi kar aniye, ya dawî li dijî mafê mirovan bû, û vê biryara wê rûyê wê li cîhanê reştir kir. Rûsiya jî pere û çekan dide rêjîmekê ku bi bermîlên teqîner, sivîlan dikuje, bi kîmawî jin û zarokan dikuje, û Rûsiya wê rêjîmê diparêze û berevaniyê di ber de dike, ew dihêle Rûsiya li cîhanê rûreş û menbûz bimîne, ew jî di berjewendiya welatên Rojava de ye. Ileh ji piştgirî û alîkariya Rûsiya re sînor hebe, û çi wexta ku hêvî di rêjîmê de nemîne, wê wek dêlikaan bimelise û xwe ji îrada gelê Sûrî re daxîne.
Alqa’îde û hemû komên tundrew jî li Sûriyeyê kom dibin, hin caran bi hev jî dikevin, di encamê de lawaz dibin û metirsiya wan a rastexo li ser welatên Rojava kêm dibe. Sivîlan dikujin jî lê ji bo welatên Rojava ne derd û xeme, ya ji wan re pêwist ew e ku Alqa’îde û komên çekdar ên bi ser wê ve lawaz bibin bê ku ew welat tiştekî bixesirin.
Emerîka û hevalbendên wê xwe bi têkbirina çekên Sûrî yên kîmawî paye dikin, ew ji wan re pêwist bû, ew jî kirin. Bêşek ew dikarin bi her du şêweyan çekdarî û siyasî dawî li alozî û şerê Sûrî bînin, lê nakin çimkî berdewamiya şer di berjewendiya wan de ye.
Di encamê de rewşa Sûrî ji bo wan welatên ku berjewendiya milet û welatê xwe bi kuştina sivîl, jin û zarok û mafên mirovan nadin, baş diçe, êdî taku hemû alî nebêjin: çîz, ewê  derbas nebin û hêza xwe ji bo guhertinan bi kar neynin. Berjewendiya wan di berdewamiya şer û wêrankirinê de ye, û ji ber wê em dibînin wexta rêjîm bi ser dikeve, welatên qaşo hevalbendên gelê Sûrî ne alîkariya rikberiyê ji bo wextekê dikin. Di dûv re rêjîm bi pêş ve diçe, û wiha taku kevir li ser kevir nemîne.
Hov e yê guman dike ku wê wiha berdewam bike ta ebed, hov e yê guman dike ku wê rêjîma Beşar carek din wek berê vegere û deshilatiyê bike.
Li dawî û bi du gotinan, berdewamiya şer, kuştin û wêrankirina Sûrî di berjewendiya welatên mezin deye, bê ku tiştekî bixesirin, û wê li dawiya herî dawî çareseriyekê ji bo parastina berjewendiyên xwe li ser hemû aliyan ferz bikin û dawî li alozî û şer, kuştin, wêran kirin û komkujiyan bînin, û qaşo wê rûyê xwe yê reş spî bikin.
30/05/2014
www.qadoserin.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark