Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Simbolek ji dîroka kurda ya nêzîk

 


Kasî yûsiv

Hemû millet yên cîhanê simbolên wan hene, yê mejî weke kurd simbolên me pirin di hemû aliyande, yek ji wan simbolan îro ez wî bi bîr tînim û divim li ser binîvisênim , ji ber ku rola wî hebû di dîroka milletê kurd de, bi taybet ew dîroka nêzîk.
Mirovek bû belkî ji bextê milletê kurdbû, ku ew hate hebûnê di wê demê de,ji ber pêdiviya me weke kurd bi wî erkî hebû ,û ew erk bixwe  di wê dema navkirîde, ku wî da ser milê xwe û pê rabû.


Di wê demêde ku em gelekî bi tenêbûn
Di wê demêde ku hisreta mebû em wêneya halê xwe bibînin
Di wê demêde ku me karçik girtibû di bin darê zorêde û kes nebû ku
Hêsirên me bijmêrê, û li  nalînên me guhdar bikê
Di wê demêde ,di wê çaxêde di wê bê kesiya me de, þivan perwer bûbû
Tîma li hewarhatinê, bi hestên meve, ew hestên perpitî,ew hestên weke pizanê çêlekan ku daleqayî dima ,  xwîn jê dihat,di wan rojên gerim de, di wan rojên sarde, di wê tofana zorde, me xwe ne didît go ne li ber dengê teba þivano.
Ez îro tênim bîra xwe , çawa min xwe amade dikir ji bo guhdarkirina sitiranên te, mîna sofiyekî di hizûra þêxê xwede,em kerdibûn heta ku sitran bi dawî dibûn.
Me hêviyê xwe bi wan awz û wî dengî girêdidan da di wan þevên reþ û tarîde ne firin û me bi tenê nehêlin,di bin ezmanê sayî û li ser erda rût de,
Di çaxê paleyî û di demên çandinyêde, di þînî û dawetande,her ewbû. milet di dema syandina ser banan di payizande li þivan guhdarî dikir, û di rojên cejnan dejî þivan hebû, ji bo her kesekî ku li tiþtekî xweyî winda digeriya, þivan bi sitranên xwe divaya wîbû, nexweþjî bi guhlêdana dengê wî re pak dibûn û êþa wan kêmtir dibû.
Me tevgereke lawz hebû li gorî demê bû,lê þivan bê zêdekirin dabû pêþiya tevgerê di perwerdekirina xortan, karkeran, û nexasim dilþewityên welat, û milletên xwe.
Weke avdançîkî ku av dida lemên nûhatî, wek kesekî ku mûm ji xelkêre pêdixist di dema tariyêde, sînema me ewbûþanoya me ewbû, radyoya me ewbû, bi rast ez vê dibêjim, herkesî bi kurdî nizanîbûn bixwênin lê bi zarê þivan hînî kurdîtiyê dibûn, herwiha alîkara wî gulistanjî di wê demêde baþ akama wê li ser canê me hebûn, em weke hev temenê bindestiyê, hem parê bê piþk, di jiyana b,is ya sitemkar, ev cenga ku hatiye ragihandin li ser hebûna me bi hatina vê partiya ereb ya nijad perest li ser deshilatdariya sûrî re,þivan bi wan sitranên riþtî û sitriyayî bi sîsikên hêviye, em ji wê demêve fêrî rengên kurdîkirin di nav rengande, em hînî welat parêziyê kirin, em bi ava zelal û bi axa pakîz dane nasîn, bila kes mafên kesî nexwe, û bila kes keda kesî winda neke, ger ne ji wan sitranên þivanba belkî rengê kurdistana sûrî, îro rengekî dîbana.
Vêce ez di vê kêliyêde divim ji her kurdeki ji kurdistana sûrî , ku werênin bîra xwe wan sitranên þivan perwer, û wan saz û bêjeyên wî di wê çaxa ez behsa wê dikim.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark