Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Mehrecana çîroka kurdî di roja çaremîn de berdewam e.

 


Bi rawestan kêlîkek bêdeng li ser giyanê peyva azad ku xwedanê wê temenek di ber de dane beþdarên roja çaremîn di mehrecana çîroka kurdî de, dest bi pirogramê rojane kirin.
Mehrecana ku ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya hatibû destnîþankirin û ev çar roj li hola Subarto li bajarê Qamiþlo berdewam e, gelek çîrok tê de hatin xwendin û guftugokirin. Destpêkê birêvebirê þevbuhêrkê mamoste Fewaz Osê danasînek kurt li ser jiyana her du çîroknivîsan xwend, tê de hat: Nivîskar Xorþîd Ehmed: Di sala 1962-an de li gundê Nesranê ji dayik bûye.


Bi zimanê kurdî û Erebî dinivîse, endezyar û mafnas e, ji pirtûkên wî yên çapkirî: Nesran û pîvanên dî – Dawiya Xewnekê – çîroka Kurdî li Sûryayê, lêkolîn – dawîtirîn nûçeyên þaneþînan- riyên kewan, destnivîs. Nivîskar Luqman Yûsif: Sala 1965-an de li gundê Til þeîrê ji dayik bûye, 1984-an de bawernameya wêjeya Frensî ji zanîngeha Helebê wergirtiye. Di 1992-an de dest bi nivîsê kiriye, xwedî du pirtûk e: Reþ û Spî – Til þeîrê. Destnivîsek çîrok li ber çapê heye. Çîroka nivîskar Xorþîd bi navê "Perû" bû, û li ser serdema dagirkirina Firensa ji Sûriyayê re û þerê gundê Beyandûrê diaxive. Lê ya nivîskar Luqman li ser xortekî di xewneke kûr de wer dibe û gelek serpêhatî tên serê wî, dawî ji xewa xwe radibe. Îroj gelek guftûgo li ser her du çîrokan çêbûn, nemaze ya bi navê " Perû" ku hindek xal in dîrokî dikole û þîrove dike, û ew xal di navbera nivîskar û hindek ji beþdaran bû mîna pirsgirêkek, lê ji ber ferehbûna diyalgê ku ji warê rexnê û mijara çîrokê derket ew xale çareser nebûn û guftugo ji aliyê birêvebirê þebuhêrkê ve hat birîn. Hêjaye gotinê ku sibe du çîroknivîsên dî wê çîrokên xwe bixwînin, ew jî nivîskar Ebbas Mûsa, û Narîn Metînî ne.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya
9-6-2014-an
Qamiþlo





 










 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.6
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark