Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî istertîcîk de (12) Ta kengê emê di pergala revê de bin?

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Dîrok helwest in:
Va ye em di vê lêkolîna xwe de, gîhane sê goşeyê Bermuda(1) kurdistanî; mebest ew e, ku em gîhane kêlek erdnîgariya revê di dîroka me ya kevn û hemdem de; ew jî erdnîgariyeke, ku gelek tarî û nesayî, li kêlek piçek ronahî, li ser desthilatdar e, erdnîgariyeke, ku gotina helbestvanê mezin Mela Ehmedê Cezerî tîne bîriya me:


Şevê zulmat û deryayê
Ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî geştiya bayê
Acacê wê şefeq dayê(2).
Derbasbûna hundirê erdnîgariya bazdanê li Kurdistanê ne hêsan e, ew erdnîgariyeke sawdar e, wek çawa tevayê welatekî li dirêjahiya 25 sedsalan dagîrkirî bimîne, û miletekî resen î dîrokî her  kolonyal be, û asoyê rizgariyê derîgirtî  bimîne, sawdar e. Ez li ber deriyê derbasbûna hundirê vê erdnîgariyê gelekî dudilî bûm, û min pirêcaran gote xwe, ku bizêvirim û dûr biçim. Lê kesê, ku pênc hezar sal ji dîroka miletê xwe hilgirtî ser milên xwe, û çavên wî, bi dirêjahiya pênc hezar sal li duhatuwa wî miletî ye, dê çawa karibe bizêvire?!
Dîrok helwest in, dîroka me jî helwestên me ne, û divê mirov ser erdnîgariya bazdanê de bigre, rawestin bê sûd e, û dem ne dema rawestinê ye, û zêvirîn jî şermezarî ye, miletê, ku li hember serdagirtinê (îqtîham) rawest e, miletekî bê hêz û jihevketî ye, dê bimire û were avêtin dervayî dîrokê, û miletê, ku bi paş de bizêvire û sawdar baz bide, xwe dixe çarçewa dagerînê, ji mirovahiya xwe tê gurandin, û di nav miletan de dibe pêkenok.
Serdagirtin pêwîst e, bervedêriya hebûna miletekî ye, tu bijarteyên din nîn in, pirsgirêk ne tenê ew e, ku „em hebin an nebin“, belê bi ser de jî, divê „em çawa bin“ ?! Gelo, divê em rizgar bin, an kole bin, û li bazarên rojhilata navîn û cîhanê bên kirîn û firotin? Em li dirêjahiya 25 sedsalan hebûn, lê em çawa hebûn? Em gundiyên sade û şivanên li çiyan belavbûyî bûne bûn, me dixwar, vedixwar, jihev pir dibûn (zarok çêdikirin), distiran, sema dikirin (direqisîn), pev diçûn, li hev dihatin; qisaweta me ya herî mezin ew bû, ku em hebûna xwe digel piçek rûmet biparêzin.
Hinekên me di sazûmanên dewletên, ku Kurdistan  dagîrkirine de hildikşiyan pileya dergevanan, dergevanên wek wan dilsoj gelek kêm in, me hemî cûreyên dergevanan afirandin, dergevanên bi navê sultan (Selahedînê Eyûbî, di nameyên xwe de ji bo xelîfeyê Ebbasî, xwe dergevan dinavand)(3), dergevanek bi durvê qeral, dergevanek bi durvê mîr, yekek bi durvê şalyar (wezîr), yekek bi durvê efser, yekek bi durvê feqe, yekek bi durvê helbestvan. Mîrzayên împeretoriyan bextewar bûn, pesna wan dikir, ku em ji bo wan bêtir bixebitin, hinekên me di xêza dergevaniyê de hildikşîn pileya xwetunekirinê, û hinekên din bêtir hildikşiyan, ta ku xwe ji xweyîtiyê dipişaftin.
Biryara dîrokê:
Ne ji hinek gewreyên me yê rêzdar ba, emê bi tevayî bibana meletekî pişaftî asîmîlasyonkirî, mirovbendiya wan li hember dagerînê bi ser ket, û mirovatiya wan li hember asîmîlasyonê bi ser ket, û agirê Yezdan yê pîroz wijdana wan dihurhutîne, ewna wek tepelên çiyayên me hilkişyan, û wek zinarên çiyayên me pêdar man, û wek çemên welatê me resen herikîn, giyanên xwe bi comerdî dan miletê me, wek çawa kulîlkên welatê me, bi comerdî, bihna xweş didin. Gewrebûna wan, di navbera carekê û ya din re, em şiyar kirin, û em hîn kirin, ku pirsgirêk ne tenê ew e, ku „em hebin“, belê bi ser de jî, „em  çawa hebin?!“.
Ji sî salan betir e, ku ez li ber dergehên wan gewreyan im, bûme şagirtê wan, ji wan hîn bûm, ku ez kesekî revok im, û ji miletekî bazdayî me, û ji wan hînî alfabeya serdagirtina erdnîgariya bazdanê bûm. Tav (roj) bi bêjingan nayê veşartin, serkeftinên biçûk jî bazdanên mezin venaşêrin, serkeftina me li hember dagîrkeran di hin cengan de, wateya derbaskirina bazdanê nade, hinek dagîrkerên me mafên çandî didin me, an jî bi fîdralîzmê qyîl dibin, ev jî nayê wateya derbaskirina bazdanê, wergirtina hinek kesên me pileyên bilind li ba dewletên dagîrkeran jî wateya derbaskirina bazdanê nade, hebûna hinek nûnerên me di perlemanên dewletên dagîrker de jî wateya derbasbûna bazdanê nade. Ev tiştan hemî bertîl in, me ji mirovatiya me bi dûr de dixin, û belgename ne diçespînin, ku em hîna jî (miletê karmendiyêan) e.
Biryara dîrokê ew e, ku em miletekî revok e (bazdayî ye), ji ber ku me nikanî welatê xwe rizgar bikira, û dewleta xwe ya xweser ava bikira, û me nikanî li ser alayekê ji bo miletê xwe li hev bikira, hinekên me di xwe de nabînin, ku bibêjin Îran ûTurkiyê û Îraq û Sûriyê welatê me dagîr kirine, Tawana (hûn daxwazên veqetandinê ne) me ditirsîne, em jî bi lez xwe ji wê tawanê dawdişînin, sûndan duxun, ku em dilsojên dewletên dagîrkirinê ne, em naxwazin ew dewletan  ji hevdu bikevin. Miletên, ku wek me evîndarên zorkerên xwe ne, pir kêm in, em di dîroka cîhanê de pergaleke yekta ne.
Me tevayî welatê xwe ji dagîrkeran re hêşt, wî didizin, di bazarên polîtîka herêmî û ya navnetewî de bazirganiyê pê dikin, û paşê jî em lavan ji wan dikin, ku li hebûna me mukur werin, û piçekî ji tiştên, ku ji me dizîne bibexşînin me. Bala xwe bidin vê bûyera dîrokî:
Sala (661 z) xelîfe Elî kurê Ebî Talêb hat kuştin, û kurê wî El-Hesen şûna wî di xîlafetê de girt, ewî jî nikarîbû li hember dijberê xwe Muawîye kurê Ebî Sufyan, yê ku xîlafet li Şamê ragihand, ber xwe bide, û ji neçare vê re ket danûstandinê, Muawiye kixazeke vala û sayî, mora xwe li hêla jêr danî, û şand ji El-Hesen kurê Elî re, û jê re nivisand: „Mercên ku tu dixwazî li ser vê kixaza, ku mora min li jêrî wê ye, binivisîn, her tiştê tu dixwazî dê ji te re pêk bê“(4).
Tiştên, ku El-Hesen ji xwe û ji hin kesên nêzîk xwe re dixwaze, li ser wê kixazê nivisand, û Muawiye jî erê kir. Çima dê erê neke? Ma kesê, ku jê re destên xwe ji tevayiya dewletekê ber dide, ne hêjayî hin tiştan e?! Her weha di nav xwendinên min re derbas bû, ku sultanê osmanî Selîmê yekem jî ev yeka li gel pêşewayên Kurd xebitand, ewî jî mora xwe dida ser kixazên vala û sayî, û ji wan re verê dikirin, da li beramber girêdanên xwe li gel dewleta osmanî, çi dixwazin, li ser wan kixazan binivisînin.
Pergala me jî weha ye, em  ji dagîrkeran re destên xwe ji tevayî welatekî ber didin, dê çima hin pariyên, ku em pê qayîl dibin, nede me? Ew dibêje me: Kurdo! Di tirêna, ku ez dajom de bimîn, û cilên xwe yên netewî li xwe ke, û wek dixwazî kurdî jî bistêre, û govenda kurdî jî girêde, tiştê giring ew e, ku dawî tu bighînî stasyona ku ez dixwazin. Hêrs nebe Kurdo, tu heyî û tu kurdî, lê dev ji (Kurdistan)ê berde, û (dewleta Kurdistan)ê nexwaze! Dewleta te ya herheyî Îran e, Turkiyê ye, Îraq e, Sûriyê ye Kurdo! Vaye ji te re kixazeke vala û sayî, mora min li jêrî wê ye, hemî tiştên dixwazî  binivisîn, çi dibe bila bibe; Zimanê te, cil û bergên te, kulamên te, semayên te, delameta ku tu dixwazî, mal û mewal, ev hemî ji te re serbest in, û heye tu li ba me bibî rserok-komar jî, lê bila haya te ji te hebe, dewletekê navê wê (Kurdistan) e, nexwaz, û ji bîr bike!
Careke din li ber dergehê Mela Ehmedê Cezerî radiwestim:
„Newaya mitrib û cengê
Vîxan avête xercengê
Were Saqî! Heya kengê
Neşoyin dil ji vê zengê“(5)?.
Ey gelê me yê resen! Ta kengê emê miletekî dagîrkirî bimînin?! Ta kengê dê dagîrker welatê bidizin, û rûmeta me erzan bikin?! Ta kengê emê dest ji mirovatiya xwe berdin?! Ta kengê emê semta giringiyan wenda bikin? Ta kengê emê bi nakokiyên navxweyî mijûl bibin? Ta kengê emê bihêlin dagîker li welatê me bi xweşî û şahî bigerin? Ta kengê emê di pergala  bazdanê de bimînin?!
          Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe. 
                            22. 05. 2014   
Jêder û çavkanî:
(1)   Sêgoşeyê Bermuda (Bermuda Triangle) devereke erdnîgarî sawdar e, penava wê derdora milyonek Km2, û li deryaya Atlentîk, di navbera Bermoda û Portorîko dikeve. Tê gotin, ku piraniya geştiyên tê re diçin û balefirên ku di ser re difirin, wenda bûne, û sedemên vê yekê jî ne diyar in.
(2)   Ehmed Mela Zevengî: El-Îqd El-Cewherî fî şerhî dîwan El-Şeyx El-Cezerî, 1/8.
(3)   Îmad El-Dîn El-Esfehanî: El-Berq El-Şamî, 5/42, 100, 127.
(4)   Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî El-Tarîx, 3/6.
(5)   Ehmed Mela Zevengî: Jêdera navborî, ½.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark