Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêwendiyên Civakî di Navbera Kurdên Kurdistanê û Sirgûnê de

 


Konê Reþ

Gelo! Em ê çilo karibin pêwendiyên danûstandinê di navbera kurdên Kurdistanê û sirgûnê (Ewropa, Amerîka û Australya) de biparêzin? Nexasim ku ew kurdên me yên ku dûrî civaka xwe a kurdewarî ketine û bi taybet zarokên wan, ewên ku li wan welatan çêbûne û bi zimanê biyaniyan xeber didin? Mamoste Zinar Tovî ev pirs ji min kir. Da ku di rojnameya EVRO de balav bike.. Min jî ev bersiv lê vegerand:


Di vê biwarê de, dikarim bibêjim ku du rêk an du çek karin wan kesan nêzîkî welatê wan Kurdistanê bikin; Ziman yek û berdewamiya pêwendiyan bi Kurdistanê re dudo, anku çûn û hatin.
Sebaretî ziman dikarim bibêjim ku ziman, þertê heyîna wan pêwendiya ne. Wek nimûne, dikarim du tecrubeyan raxînim ber çavan, yek a Cihûyan û dûrketina wan ji welatê wan û belavbûna wan di her çar kenarên cîhanê de, ta ku vê paþiyê Elyêzer Bin Yehûda zimanê wan yê mirî ji nû ve vejand. Elyêzer Bin Yehûda di sala 1922 an de miriye, wî zimanê ibranî yê ku wê hingê wek zimanekî mirî bû, wî ew ziman kir zimanê miletekî û Cihûyên Îsraîl û sirgûnê di bin siya wî zimanî de kirin yek.. Îro ev ziman di Felestîn û Israil de zimanekî fermîye, zimanê dewlet û hikûmetê ye.
A din nimûneya Ermeniyan; wek ku ez wan li Qamiþlo ji nêz ve nas dikim, tevî ferman û tevkujiya wan di 24ê nîsana 1915an de û belavbûna wan jî wek Cihûyan di çar kenarên dinyayê de, wan Ermeniyan zimanê xwe jibîr nekirin, di malên xwe de bi zimanê xwe bi hev re xeber didan û didin.. Di sala 1966an de, dema ku hikumetê rêk da wan ku vegerin Ermenistanê, hingê bi pirbûn vegeriyan.. Wê gavê hunermend Aram Dîkran jî di nav wan de bû, ji Qamiþlo bi wan re çû Hayistanê.. Mebesta min ji van herdû nimûneyan ku rola ziman zor mezin e di mayîna pêwendiyên kurdên derve û Kurdistanê de.. Vêca erkê parastina vê yekê a herî mezin li ser malbatê ye, li ser milê dê û bav e ku zarokên xwe di sirgûnê de fêrî zimanê kurdî bikin û zimanê kurdî zimanê axaftina mala wan be û her wiha her salê çend carekî zarokên xwe biþînin Kurdistanê..  

 Mêzekin; piraniya Swîsriyan zarokên xwe di temenê neh deh salî de fêrî du, sê û çar zimanan dikin. Ev yek jî dike ku serê wan zêdetir kar bike û her wiha bi gelên din re têkilî û peywendiyên baþtir ava bikin.
Ev rewþa qels a neaxaftina di malê de bi zarokên kurdan re kêmasî û dûrbûneke ji Kurdistanê. Li dervî Kurdistan da ku zarokên Kurdan nehilin, asîmîle nebin, ji çand, dîrok, ziman û nirxên netewî dûr nekevin, pêwîste pêwendiyên wan bi welatê wan Kurdistanê re bimîne û her wiha divê malbat (Dê û Bav), rêxistin, partî, saziyên kurdan û konsolat anku nûnertiya herêma Kurdistanê zarokên Kurd li fêrgehên zimanê zikmakî bêne perwerde kirin û cihê perwerdekirina yekem jî pêwîste malbat bi xwe be.
Wiha em dikarin pêwendiyên kurdan yên derve û Kurdistanê bi parêzin û her wiha ez dikarim bêjim ku bandora fêrkirina bi zimanê kurdî di nav kurdên dervî Kurdistanê de rolek erênî di mayîna wan pêwendiyan de dilîze..

Konê Reþ

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark