Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Seydayź Kelež evīndarź helbesta Kurdī a resen (Bīranīnek)

 


Lewend Dalînî

Seday ê Kelež ku di sala 1930 î de li gundê Bizgûr ê (Bakurî bajarê Nisêbînê) ji dayik bû, ji zaroketîya xwe de bin xet bû, û li hicreyên mela dest bi xwendina olî dikir. Di zaroketîya xwe de seyda di hemû qûnaxên zehmetî û xizanî yê de jiyana xwe bi kotekî derbasdikir û bi hezarê caran weke hezarên zarokên Kurdan ên wê dema tinebûn ê, bi sedê caran bê žîv tažtê û fravîn dima? Lê seyda ew dem bi halekî neçarî derbas kir û xwendina xwe jî qedand.


Mirovek welatperwer, canek sivik, nefsek tenik û dilpak, seyda wilo dihate nasîn. Reflekta vê jiyanê di hinek helbestê seyda de belû bûn û seyda timî li ser xebat, jiyan û astengîyên qada jêrîn helbestên xwe tevin dikirin? Bi rastî ew berxwedana ku seyda nikarîbû pêk bînê di jiyana xwe a piçûktîyê de dijî astengîyên jiyan û stemkarîya rêjîmên ku xaka Kurdan xistibûne bin destên xwe; seyda bi xurtî di helbestên xwe ên žorežgerî de bi kar tanî.
Xwendina wî ya Olî ew beșdarî xwendin û nivîsandinê dikir û pêre pêre hîndarê beșê Kurdî bû???Têkilîyên wî bi Seydayê Cegerxwîn re ew kire evîdarê ristina helbestê!?? Bi xweșî, bi zehmetî, Qûnax bi qûnax seyda riaya xwe vedike û cihekî xwey taîbet di ristina helbesat resen de çêdike????.
Seyda bi can sifvikiya xwe li sînorê helbestê ne rawestiya lê bi gelek qûnaxan ew derbaskir!; Weke welat perwerekî ala netewî rakir û dikete ser pișta kar û xebata neștîman perwerî!,
Helbest di jiyana seyda de bu weke kezî zerekê û di peyre bû evîndara wê,
Di warê kevnetora Kurdî de seyda gelek metelok, û gotinên bav û kalan Kû bi salan ew gotinên granbûha di hiș û mêlakên wî de cih girtibûn û ji nûve ewî anîne der șîrovekirin û pêșkêșî her kurdekî kir; di hêviya kû bi karibe ji xwere bike rêzan û rêber di jiya xwe a rojane de?.
Gelek bîranîn ê me û seyda bi hevre hebûn ji wan ev wêne ê kû tevlî seyday ê Kelež û birek ji hunermend, helbestvan, nivîskarên bi nav û deng di festîvala bîranîna amadekirina Mîr Celdet ji žoreža agrî re.



Ji çep ber bi rast: Hadî Behlewî – Hunermend Heznî – Hunermend Hisên Tewfo – Xelîl Sasûnî – Hesen Naso – Faîrûz Navmalî – Seydaê Kelež – Ferhad Içmo – Lewend Dalînî – Beha Žêxo – Mûsa Oskê – Konê Rež – Brahîm Mehmûd – Dildarê Mîdî – Endazyar Naso – Hunermend Adil Heznî .
Ê ku wêne kižand Kamîran ê Haco bû.
Bûyer: derbasbûna sed salî di amadekirina Mîr Celadet ji bona žoreža Agrî re li gund ê Mizgeft ê (Hêla Cerahê) ku em tevde mêvanê rehmetî Mecîd ê Haco bûn.  

Hezîrana 2014 an
Beîrûd - Lûbnan
Lewend Dalînî

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark