Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helbestvanê Kurd Îbrahîm Metînî (1909 – 2001)

 


Konê Reþ

Îbrahîm Metînî kî bû? Ew helbestvanê kurdên Libnanê ye. Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû.. Sofiyekî Mîr Kamîran Bedirxan bû.. Hezkerê ziman û peyva kurdî a resen bû.. Ew ji Kurdistana bakur, çiyayê Omeriyan, gundê Metîna ye.. Di sala 1909an li gundê Metîna hatiye ser rûyê dinyê. Di sala 1930î de derbasî binya xeta Fransawî bûye, anku hatiye nav kurdên Rojava. Çend salekî mala wî li bajarê Amûdê û Qamiþlo maye û li van herdû bajaran dostaniya wî bi nivîskarên kovara Hawarê re çêbûye, di serê wan de seydayê Cegerxwîn.. Di dawiya salên 1930î de mala xwe barkiriye Beyrûtê û li wir dostaniyek mezin di navbera wî û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de çêbûye.. Wê dostaniyê dirêjkiriye ta bi mirinê..


Îbrahîm Metînî; komek helbest bi zimanê Kurdî hunandine, lê mixabin ta niha nehatine çap kirin.. Ew, mîna yekemîn helbestvanê kurd di nav kurdên Libnanê de tê naskirin. Helbestvan Îbrahîm Metînî di roja 6ê adara 2001an de li Beyrûtê koça dawî kiriye. Li ser daxwaza wî, ew di goristana malbata Hemiyê de ya ku bi koka xwe kurdin li Beyrûtê hatiye veþartine.
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 23.06.2014




 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark