Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: avêteya bi hezkirinê

 



Helbesta: Evîn  Ibrahîm
Werger ji erebî: Brahîm Mehmûd

 Bo du dilȇn bi hev re: Evîn Ibrahîm û Mehmûd Ebas
 T: Ev helbest hatiye weşandin di malpera " welatȇ me" de, 16 ȇ pûşbera 2014an, di bin navȇ " رمياً بالحب " de .


Ne mirovek bû ji firiştiyan bû
Ew gurzek ji firiştiyan bû
 Û asîman vegerand û li newqa min gerand bi ewran
Ne mirovek bû
Ew zarokek ji bilûrȇn mihrevan bû
Mambizȇn xemgîniyȇn xwe berdidan û ji sînga min re ya hindik giya dihişt
ew  kewresek bû ji zîlana sor
zîlana li laşekî digeriya ku ȇşa xwe ya dawiyȇn havînȇ li ser raxîne
ne gur bû wekû diya min ez hîn kirime
ew keriyek ji berxikȇn tirsiyayî bû
berxikȇn hewceyî welatekî ku di tiliyȇn jinikekȇ pȇdikevin
Ne  mirovek bû
ji min bawer bike vȇ carȇ
Ne mirovek bû
Ew sirgonek bû
Sirgonek giştî ji çûkan bû
Ew rojek ji steyrikȇn ku dilerizin
Dema hogirî newqa wî dibim û çavȇn xwe yȇn mezin hildidim
Ew welatek ji tȇlȇn bi dirrî bû
Tȇlȇn birîndar ku  ji hingivandinekȇ ji min giriyan
Ew giriyan yadȇ û bi ser min de ketin weke qutikȇ kuştiyekî
Ne mirovek bû
Ew zengil in ji mȇxek sor bû ku giyanȇn min yȇn mirî civandin
Û tabûta hezkirinȇ vekir û hemî çûk firiyan
Wax yadȇ
 Tu çiqasî belengazî
Tu belengazî yadȇ
Wateya ku ronahî di hinava min bi cih bibe û ez nefirim tu nizanî
belȇ yadȇ ronahiyȇ ez daqurtandim
ez mizmizkirim û tama qehwa te wȇ rojȇ  ne tal bû
rwȇ te ne xemgîn bû dema tu derketî ji birîna wî ya kûr
li wirȇ ji hinarkȇ rwȇ çepȇ tu derketî
Yadȇ tu derketî ku rojekȇ te wiha nekiriyî
hembȇz kirime sȇnga xwe  bȇ ku bigrî
Paşî te koç kirî û dilȇ te yȇ cihgirtî yadȇ te ji firiştiyanan re hiştiye
Firiştiyan ne ehrîmanan
Ne mirovek bû
Ew heyvek bi mijankȇn hingivînî bû
Her sibeh li ser  kabokȇn xwe rûdinȇ û li rwȇ min yȇ razayî dinȇre
milȇn min yȇn rût wan diramîse
mȇyebûna min ya qutkirî, tiştȇ jȇ dadiliqe dinixumîne
û peyalek çayȇ ku bi tama twȇ bejî amade dike
ew bajarek ji lempȇn jibîrkirî bû  ku ronahiyȇn xwe winda kirin li cem dergeha şevȇ
ew deh pîjan bûn ku tiliyȇn min yȇn zirav xwe li wan xistin
Û parswȇn min
 ne jikestin lȇ mirin
Mirin yadȇ bi dûmkirinȇ bi avȇteya bi hezkirinȇ  
Bi hezkirinȇ yadȇ ne bi zirîçȇ
Wah yadȇ
Waaah
Ne mirovek bû
bavȇ min bû
bavȇ min yȇ ku çuqas min dixwest xort vegere
xwîna min bû yaku li helbestȇ diqelibt
û hinarkȇ rwȇ gotinȇ sor dibû weku di kȇlîkek hezkirinȇ de be daku giyanȇ min şîn bibe
ew gurȇ mihrevan bû yȇ ku ez çil salî lȇ geriyam
û dema min dît yadȇ
Rȇ ez tarwarî hev kirim
Ew zȇrȇ min bû
zîvȇ min rengȇ min
  Û  yȇn min ji hingulîskan winda kirine di kesera agir de
Ew Quranek hemdemî bû
Qurana min yaku hezkirin û kuîtin û girî û kirȇtî bisbor kiriye bi hevre
Ne mirovek bû weku te ez hîn kirime yadȇ
Ew ez bûm
Avgîrek ji kevokȇn koçkirî bû
   morîkek şîn di ronahiyȇ de diqȇriya Û   
Ji vȇ dema bî re distira
Ҫavȇn min tȇn girtin daku rȇ razȇ

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark