Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sûriya li hêviya generalek devliken e

 


Dr.Azad Ehmed Elî*

  Ji demek Kevin ve hatiye gotin: heger tu bizanibe ka dê çi li sûriye bi qewime, li welatê Misrê binêre. Ev gotin wek ezmûn û dersekî ji dîrokê hatiye girtin. Di helbijartinên rojên 26- 27 gulanê, yên li Misrê birêve çûyin, genral Abdilfetah Sîsî birêjeya 93%  biserket, digel ku çûna ser sebetên dengdanê  46% derbasnekir. ev bûyer nîşanê çiye? Li Misrê  piştî dengdanên van herdû salan, rastiyek diyar bû, ew jî ewe ku çawabe hejmartin, dengên serokê par hatî helbijartin M. Mursî, pirtirbûn ji yê vî serbazê nû seroktî bidesit xistî. Lê çima bû serok? Çire evqas pîrozbahî ji hemî aliyan jêre tên şandin? Herweha pirisyar dimîne, çire yê par hatî helbijartin hîn dizêdanê deye?


Rewşa siyasî-eydiyolocî li Rojhelata Navîn di sala çaran de ji Buhara Erebî mirov dikare di çend rêzan de destnişan bike.  Civaka Ereb tî bû ji bo demokrasî û azadiyê, gelek çalakî û qurbanî diber pêşkevtinê de  çalakvan dan, lê wek encam,  li dawîyê civakên welatên Erebî haint naskirin ku hîn ne amadene ji bo birêxistina civaka sîvîl, û  nejî dewleta democrat  dikarin avabikin, û baş birêve bibin. Ereb wek civak, kultûr, û sistema bîr û baweriyên olîyên rûniştî hêjî li serdemên berê dijîn. Gava dixwazin deselatê nûbikin û guhertinan li darxin, mixabin bi sedên salan li paş di vegerin. Ev navwar  rastî çêbû, û ev diyarde careke din hat tekezkirin.
 Ji ber vê têbîniyê û çend eger û binasên din, buhara erebî têkçû, û rewşa siyasî nebaştir ji berê lê hat. Bitaybetî di ware guhaztina deselatê de, û avakirina sistemek dimokratîtir li her pênc dewletê tevgera Buhara Erebî lê çêbûyîn, ewjî evin:(Tûnis, Misr, Lîbya, Yemen, û Sûriye).
   Gelek lêkoler û şirovekar dibînin ku rewşa demokrasî yê dê li van welatan berbipaşve here, çima û çawa?! Careke din ev dewlet û civet vegeryan duriyaneke Kevin, ew duriyana dide xuyakirin, yan islamist dê hukimdarbin, yan jî leşker u General pêwîste vegerin van civakan control bikin. Ev terazûya wêran kê çêkir, û çawa durist bû? Civaka Erebî û taybetmendiyên wê di pila yekê de diberde berpirsyarin, û heger fakterin din jî hebin? Ew hemî beşdariyê di damezrandina vê alozîyê de dikin.
 Çawa be rewş ber bi hukimdariya supa û leşkeran ve diçe, taybetî li hemî dewletên ketin di bin bandore prosesa (B.E) de. çima? Bikurtî, ji ber ku rêxistinên islamî şaş çûn, û ew dewlet ber bi şerê navxweyî  û perçebûnê ve bigermî ajotin, kes nema dikare wan civak û dewletan bi parêze û kontirol bike, ji bilî supa û hêza leşkerî  ya fermî.
 Niha li Lîbiya  general Xelîfe Hefter tê amadekirin ji bo  yekîtiya Lîbiya bi parêze, û sistemek nîvdemokrat damezrîne, û li hember hêzên tundrew yên islamist raweste, lê dê bikaribe bi vê erekê rabe û serbikeve, yan ne?
  Rejîma hukimdar li Sûriye di destpêka meha şeşan de helbijartinên serokê dewletê çêkirin, ji bilî serokê niha (Beşar Esed) du kandîdên din hene, lê xuya û diyare, weke hercar li sûriya di qewime, Beşar Esed biserket di helbijartinan de, û rêje û hejmara dengên wî  nêzîkî yê general Sîsî bû!
  Di van çend heyiv û salên bêde, piştî qunaxa siyemîn ji seroktiya(B.E) çi dê li sûriye bête guhertin? rewşa mirovan, prosesa demokratiyê dê di kî alî ve here? Ya ji min ve diyar ewe ku tu guhertinên kûr çênabin, û herweha şer û pevçûn, dijkujiya li ser desalate  dê berdwam bike, heta li meydanê generalek  peydabibe, generalekî karîger û devliken  ji vê qûnaxa hestyar re pêwîste û  gereke, ew generalê ku divê aliyên serekî di kêşeye Sûrî de wî bi pejirînin, hingî belkî tîrêja çareseriyekê rê li pêş prosesa diyalogê û hevkariyê veke. Berî çend heyvan hêzên navdewletî hewldan ku general Idirîs amade ji vî karî re bikin, lê ew pêşniyar biserneket.
  Diyare di  vê tengasî û kirîza siyasiya rojhilata navîn de, û li gor vê  terazû û zemîna van çend salan hatî sazkirin,  grûpek nuh ji generalên supayin dewletên deverê dê  desolatê bidestbigrin, û  wê li ser kursî û textê hukim demek dirêj rûnin. Generalê sûriye yê piştî (B.E) kîye? Kengî dê kursîyê seroktiyê jê wegere? Çawa wê Sûriye jinûve avabike? Eve pirisyara bê bersiv. Lê ya rast, û li gor vê xwendinê prosesa demokratî kirin û çaksazkirina rojhilata navîn herweha gelekî li paşket.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark