Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Dîwanek Nû bi Navê (Soja Dil)

 


  Konê Reþ

Di van rojên dawî de dîwanek nû, bi pênûsek nû ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Dîwan, navê wê: (Soja Dil) e. Helbestvana dîwanê, navê wê: (Canda Hemo) ye. Piþtî ku min helbestên dîwanê xwendin ez bi vê encamê derketim; dîwana Soja Dil bi zimanekê kurdî yê resen hatiye nivîsamdin, hevok bi zelalî bi dûv hev de rêz dibin..  Helbestvanê hewildaye tev his û hestê xwe yê evîndarî, kurdperwerî û civakî di rêka helbestên dîwanê de derîne.. Di hina de bi serketiye û di hina de likumiye.. Di baweriya min de likumandina wê, ne kêmaniye.. Çiko, ev dîwan gava wê a pêþiye.. Bi tenê besî wê ye ku wê ev dîwana xwe bi zimanê kurdî nivîsandiye, tevî ku di zimanê erebî de ew baþ serwexte..



Roja îro pêdiviya me bi wan kesan heye, ewên ku; bi zimanê kurdî dinivîsin, nexasim jin, ji ber ku jin nîvê civaka me ye.
Sebaretî me kurdên Rojava, ji sala 1947an de zimanê me qedexe ye.. Roja îro, li gor vê teknelojiya nû ku berdest bûye, êdî nema em karin zimanê xwe wek berê biparêzin. Ev zimanê ku ji sala 1923an de toþî talan û diziyê bûye..
Vêca dema ku keçek wek Canda Hemo his û hestên xwe bi zimanê kurdî deyne, hêja ye spasiyê, hêja ye navtêdanê.. Di vê biwarê de gotinek Mîr Celadet Bedirxan bi xurtî li dergehê hiþê min dixîne: (Xorto! Te dît ko bazekî kevroþkek girtiye, mebêje ma girtina kevroþkê jî tiþteke. Lê bêje te xezalek girtiye, ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê.
Xorto! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewle be ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze dikare jî...)
Zimanê me dîroka me ye.. Zimanê me hebûna me ye.. Zimanê me berdewamiya me ye.. Ez ji dil spasiya helbestvana hêja (Canda Hemo) dikim, dîwana wê pîroz dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.
Dîwana (Soja Dil), ji 54 rûpelan pêk tê, 33 helbestên di navbera kilasîk û serbest de, di nav rûpelên xwe de kom dike.

Qamiþlo, 24.06.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark