Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. (13) Miletê Kurd û cenga nakokiya miletan

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Hinek ramanbîrên payebilind di dîroka mirovatiyê de hene, bal ber bi mezintirîn rastiyên sirûştê û civaka mirovatiyê de kişnadine, Çarrlz Darwên (Charles Darwin) yekek ji wan e, ewî zagona bijartina sirûştî kifş kir. Ev zagon weha diçe, ku nakokî, di heyînê de, zagona herî gewre ye, û her tim kes û civakên hêzdar dimînin, wek çawa istêrk jî, li asîman exteran neçar dikin, ku di derdora wan re bigerin. Çima? Ji ber ku istêrk hêzdar in, li ser zemînê jî hin milet hene miletên din neçar dikin, ku di çarçewa wan de bigerin. Çima? Ji ber ku ewana hêzdar in. Di nav her gelan de jî hin çîn (gurûp) hene, çînên din dixin bin sîbera xwe. Çima? Ji ber ku hêzdar in.


Gelo, rewşa me Kurdan li gor vê zagona sirûştî çawa ye?
Ji çarçewekê ta yeke din: Vaye ji dema gêrkirina şahnişîna Med sala (550 b. z) de, ango li dirêjiya 25 sedsalan, em ji nav destên dagîrkerekî dikevin nav destên yekî din:
Bobelatên Farisên Exmîn, û di pey re Mekdûn, û Pars (Eşxan) û Sasanên Faris û yên hatine Fariskirin, û Erebên misilman û Turkên Silcûq û yên Zeng û yên Xuwarizm, û Mangol û Teter û Osmaniyên Turk û Sefewiyên hatine Fariskirin, li pey hev bi ser me de hatin, û paşê jî dagîrkerên Ewropî (Firansa û Îngilîstan), û dawî jî vaye Faris û Turk û Erebkiriyan welatê me ji xwe re parve kirine, û me neçareyî nasnameyê xwe dikin, û pêde diherin, rûmeta me bîrîn dikin, û samanên me didizin, û bi ser de jî, eger  em destên xwe deynin ser pareke biçûk ji samanên xwe, me bi dizînê tawan dikin ( wek çawa serdarên Bexdayê yên Erebkirî hukmeta herêma Kurdistanê bi dizîna Petrolê tawan dikin, ji ber ku piçek Petrola xwe, ji bo mutceya karmendên herêmê, difroşe).
Gelo, ev gera me di nav destên van de nabe nîşan, ku em li derveyî xeleka (hêzdara) ne? Bi ser de jî pirsine din bi qirika me girtine, û rastirîn û dupatirînên bersivan dixwazin: 
*Farisên ku cînarên me ne, li gor pêşiyên me yên, ku Qeralê Aşûriyan bi „Medên hêzdar“ nasandine(1),  gelê êlî û bi paşde mayî bû, û piraniya welatê Farisan (başûrê Îranê) çolên xizan bûn. Gelo, çima wan karîbûn şahnişîneke gewre ji dest pêşiyên me Med bigirtana, û împeretoriyeke mezin li rojhilata navîn a kevin damezirandana, û bavpîrên me jî hem  nikarîbûn, û hem jî hinek ji wan hatin Fariskirin?.
*Pêşiyên me, ji destpêka sêyemîn hezar salên b. z de li delavên kendavê dijiyan. Çima Farisan kanîbûn navê wê kendavê bi navê xwe binavandana, û navê (kendava Faris) xistin neyşeya cîhanê, lê pêşiyên me nikanîbûn? Çima pêşiyên me ew bi (kendava Med) nenavandin? Çima pêşiyên me Aryana (Îran) nekirin kurdî, lê ew bû farisî, û em jî tê de hatin dagîrkirin? Çima pêşiyên me welatê Babil û Somer (Îraq) nekirin Kurdî, lê ew bû erebî, û em jî tê de hatin dagîrkirin?.
*Ermeniyên ku cînarên me ne, di sedsala (8 b. z) de gîhan devera Arart a ku şûnwarê pêşiyên me Horî bû, û di pey re jî yê neviyên wan Xeldî bû (Aşûrî Xeldiyan bi Nayrî dinavînin), û şahinşîna xwe li wur damezirandin, û heya nûka jî dewleta wan a xweser li wur e. Çima ewana kanîbûn, û bavpîrên me jî nikarîbûn bervedêriya welatê xwe bikin, û bi ser de jî hinek bûn Ermen?.
*Di sedsala (7 b. z) de, tevî ku Ereb êlên koçer bûn, û tim jî pev diçûn, û hêmanên şaristaniyê, li gor pîvanên wê demê, li bal wan tune bûn, lê wan dewletek bi navê îslamê li Hîcazê ava kirin, û împertoriyeke, ku ji ya Faris û Îskender û Rom ne biçûktir bû, damezirandin. Çima ew bi ser ketin û bavpîrên me nikarîbûn hema bervedêriya welat û ayîn û çanda xwe bikirana, û bi ser de jî hinek hatin Erebkirin?.
*Di destpêka sedsala (14 z) de pêşewayên êleke Turkî ye biçûk li Anadolê kanîbûn dewleta Osmanî; ku bi navê bavpîrê xwe yê mezin (Osman Xan) navandine, damezirandan, û bidana ser dewleta xîlafetê ya erebî û împeretoriya Bîzenta, û li dirêjiya pênc sedsalan hukumdarên rojhilata navîn û rojhilata Ewropayê bana. Çima wan kanîbûn, û bavpîrên me nikanîbûn, û bi ser de jî hinek bûn Turk?.
*Ne divya bû, ku ji dêvla  Ereb hukumdarên bakurê Sûriyê bin, û em jî  dîgîrkirîbin, ev dever beşekî Kurdistanê ba? Ne divya bû, ku welatê bi navê Turkiyê tê naskirin beşekî Kurdistanê ba, ji dêvla ku em tê de hatine dagîrkirin? Ne divya bû ku, ji dêvala Turkan dest danîne ser Bosfor û Derdenîl ên isteratîcîk,  em nûka serdarên wan deveran bana? Ne divya bû, ku ji dêvla em li benda destûra Turkan bimînin, û baceya sermiyanên xwe bidin wan,da petrola me di nav zemîna me re biherike, û bigihîne delavên me ser derya sipî?.

Raza kurdî û gewretir xeyed:
Bila em bi xwe re eşkere bin, vaye em, li ser sifra derûn-nizman, wek sêwiyan e,welatê me tev hatiye dagîrkirin, rûmeta me li ber linga ye, biryara me ya azad ji dest me hatiye girtin, çarenûsa me di bi bin gefan de ye, dagîrker, kînga bixwazin, me riswa dikin, me dikujin, hinek çanda me ji holê hatiye rakirin, û hinek jî hatiye riswakirin, nirxên me dikevin ber dava riswakirinê, sermiyanên me têne dizîn. Van tiştin tevan çi wate heye? Wate ew e, ku em heya nûka di cenga hebûnê ya mezin de têk çûne, di cenga (bijartina sirûştî) de têk çûne, heya nûka me nikarîbû dupat bikira, ku em di meydana nakokiyên miletan de ji gelên hêzdar in.
Ev encam, wek çiqas balkêşiya matmayîne ye, ewqas jî sawdar e, û gelek pirsan dilivîne, ji ber ku dijbera rengdêra me (ummanmenda) ango (hêzên menda) an jî (hêza sawdar) a dîrokî ye gewretir e; ev rengdêra, ku cînarên me Babilî û Aşûriyan bi ser pêşiyên me Med ve kirine(2).
Ev encam dijbera navê me yê dîrokî (Kurd) û (Pehlewan) e, yê wateya (leheng, wêrek, jêhatî) dide. Gelo, ma ne divya bû, hema bi kêmanî, wek ku em neviyên (ummanmenda) û Pehlewiyan e, em bervedêrên rûmeta xwe bana, û serdest û azad li welatê xwe Kurdistan bijiyana?
Belê…rewşa bavpîrên me ji ya pêşiyên me, ya beriya sala (550 b.z), qut bûye, raza me ya mezin di van 25 sedsalên dagîrikirinên li pey hev de ye, ew dem ji dîroka me hêjaye, ku bi (serdema bazdanê) were navandin, serdema ku me nikarîbû bi çespînin, ku em di nav nakokiya miletan de hêzdartirin.
Rast e, di dîkroka me de gelek helwestên ronahî hene, gewreyên me çêkirine, ew gewreyên ku li dirêjya serdema bazdanê, hêvanê mirovbendiyê û lehengiyê bûn. Lê bidaxawa, pergala bazdanê ya, ku sîbera xwe daye ser gelek beşên gelê me, ji wan hêzdartir bû, û li serê wan bû bela, û ji bo têkbirina têkoşîna wan bû alîkarê dagîrkeran.
Berdewamiya (pergala bazdanê) li dirêjiya 25 sedsalan aloziya herî metirsîtir e, berdewamiya (çanda û raman û giyan û hizr û pisîkolocî û nirx û tevdîrên bazdanê) wateyên wê ne, û gelek diyardeyên (pergala bazdanê) di dîroka me de hene; wek xinizan û caşan û kesên pişaftî û xwehez û xulmaş û serserî û beredayî, û nakokiyên êlî û ayînî û rêbazî û partiyane yên bê dawî.
Ey gelê me! Heya nûka me cenga (bijartina sirûştî) ji dest daye, nûka di meydana nakokiya miletan de em miltê bazdayî ne, ev jî rastiya tehl e, divê em bi wêrekî li wê mukur bên. Em hewcedarên du awayên xeydê ne: Xeyda li hember xweyîtiya me ya revok (ji xwe bixeyidin) û ya din li hember dagîrkeran. Xeyda gewretir yekemîn gav e ber bi serkeftina gewretir de, û miletê ku xeyda gewretir nexebitîne, dê nikaribe welatan rizager bike, û dê nikaribe şûneke xwedî rêz ji xwe re di nav miletan de bibîne, û dê di bazarên polîtîkê de, herhey metiryala firoştinê bimîne
Gelo, çare ew e, ku tenê em bixeyidin? Na, divê em vê xeydê bi hişyariya teva, û ramana zanistî, û nêrîna realist, û helwestên payebilind û nirxên mirovbendî bigûherin, û careke din jî hemiyan bi vîna hêzdar û helwestên wêrek û tevdîra ji dil û xebata dilsoj biguherin.                    
 
       Û çi dibe jî, bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe. 
    07. 06. 2014                    

Jêder û çavkanî:
(1)   Deyakonov: Mîdya, rû 185.
(2)   Deyakonov: jêdera navborî, rû 83. Basîl Nîkîtîn: El-Kurd, rû 53. Rînê Labat û hinekên din: Silsîletu El-Esatîr El-Sûriyye, rû 366.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark