Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Di 25 saliya Terorkirina Þehîdê Kurdistanê Dr. Ebdulrehman Qasimlo de

 




Konê Reþ

Bîst û pênc sal, hêj di wijdan de dijî
Namire, her dem wê bi me re bijî

Stêrek geþ bû, li asmanê Kurdistan
Parêzer bû, bo felata me kurdan


Kar kir bo Kurd, Faris û biratiyê
Dest dirêj kir, bo selam û aþtiyê

Sed mixabin, Ayetên Xwedênenas
Bi bêbextî, kuþtin ev kurdê gernas.

Em jê didin, soz û peymanek dirêj
Bixebitin, dijî rêjîma qirêj

Rêbaza wî, biþpînin û her demê
Bi têkoþîn, li vê jîn û serdemê

Ta ku navê wî, bilind kin li welat
Û bibêjin; ew bû rêberê felat.

Bijîn kurdên, Kurdistana Rojhilat
Yekî wek Qasimlo, ji nav we hilat

We pîroz dikim ji dil, hinav û can
Hûn bibîr tînin, lehengê qehreman.

Gelyê Qasimlo bilîlîn û biken!
Nevyê te ye, ev qehremanê resen.

Ji Qamiþlo, bo we dikim diyarî
Zor sipas û silavan ji vî warî

Em jî wek we, Qasimlo bibîr tînin
Xweþ silava, li vê yadê diþînin.

Bijîn kurdên, Kurdistana Rojhilat
Yekî wek Qasimlo, ji nav we hilat.


Konê Reþ, Qamiþlo, 11.07.2014


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark