Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dem dema ragihandina dewleta kurdiye

 


Hižyarê Emerê Lalê

Di vê qûnaxa hestyar de hemî kawdanên ku girêdayî bi ragehandina dewleta kurdîve pêkhatîne ji kawdanên herêmî  ta bi  kawdanên diwelî  ji ber ku miletê kurd  biye xudanê hemî surižt û samanê xwe , bercewendên dewletên herêmê bi bercewendên miletê kurd ve hatine girêdan ,û kurd jî bîne jimarek herî  giring di rojhilata navîn de , pêwiste em jî yariya bercewendiyê bilîzin ji ber ku dem hatiye û dive em vê derfetê ji dest xwe neberdin ger ev derfet cû ez bawernakim ku sed salên dî jî  derfetek weha ji bo miletê me were.


Ev  demek dirêje ku hukmeta  kurdistanê bi siyaseta xwe ya hekîmane ku hukmeta erduxan gihandine wê baweriyê ku bercewenda welatê tirka ne bi eraqêreye lê belê bi kurdanreye ji ber ku ev ezmûna ku herêma rojhilata navîn têre derbasdibê hate dupatkirin ji tirkanre û ji hemi dewletên herêmêre û ta ji ewroparejî ,û her weha ji emerîkarejî ku kurd hevalê hevalê xwene, û siyasetek rasteqîne û hekîmane di herêmêde dilêyîzin  û mitmane û pižt xwebestin bi wan dibê  , ji ber ku bîne xwedî bandorek bi hêz di herêmêde , îro roj roja bercewendiya ye nemaze bercewndiyên aborî ya ku Kurdistan zengîne bi hemî saman u suružtê xweyê bê hempa ji alyê candiniyê ,neftê ,xazê  û hemî keresteya û pêtiviyên avakirina hemî kargeha, ji ber vê yekê rezamendiya dewletên herêmê li ser ragehandina dewleta kurdî bi erênî tê pêžwazîkirin , heger ji bal hinek dewletanve ne erênî jî bê lê li ne dijî wênejî  ,
Ev deh sale siyaseta malikî û hevalbendên wî ji cîhanêre diyarbû ku siyasetek fažile û ligor tê zanîn ku ewjî nekêmî sedam husênê bin gore ev  siyaseta tundrew nema hêdî tê qebûlkirin ji bal hemî miletên cîhanêve, û malikî û hevalbendên xwe Eraq gihandin vê asta žikestinê encama  tehmîžkirina hemî pêkhatên Eraqê ji kurdan û siniyan û žebek û êzidiyan û turkuman û xiristyanan û hemi pêkhatên dî ,bi vê siyaseta xweya çewt û žaž hîn jî sore li ser wilayetk dî di desthilatdariya Eraqê de.
Ev pêvajiwa ku serok Barzanî ragehandî div ê qûnaxê de yekemîn pêvajiwe ji dema saykis pîkove ta îro ev ragehandina ji bal  serok Barzanîve ne hesaniye lê belê bêkhatina herêma kurdistanê ji hemi aliyanve ,  û pêwendiyên herêmê bi gelek dewletên cîhanêre li ser bingeha bercewendiyên hevbež û herweha kawdanên herêmî hižt ku serok Barzanî vê biryara wêrek bidê  ji ber ku miletê kurd nema siyaseta malikî qebûldikê ,nema li benda mada /140/ dimînin ev mada yasayî yaku ev zêdeyî deh salaye hatiye çespandin di destûra Eraqîde lê ta niha hê karîger nekirne ????? eve mada /140/ê bi dawî hat pižtî vegirtina pêžmergên dilêr hemî xaka kurdistanê  .
 lê belê çewaniya vê biryara dîrokî û gelek tižtên dî girêdayiye bi rojên werêve?
Gelo ka îran wê çi bikê li hember vê ragihandinê ?????
an jê wê serederiyê li vê biryara kurda bike ???
helwîsta Ereban ne zelale û ne razêne em vê berê zanin ji ber ku girêdayiye bi canda wanve ev çanda ku qebûl nakin tižtekî te hebê , ew perwerde bûne li ser çanda dagîrkirinê , em mizgînê didin wan ku  demê vê çandê çû û herêma rojhilata navîn wê bê parçekirin li gor pêkhatên herêmê  ne li gor çanda dagêrkeran !!!!
lê belê ya giring ewe ku miletê kurd yêk helwistbê li hember žofonîstên ereban û her kesên ku dijî avakirina dewletekî kurdî dirawestin ??????
rojên werin her tižt wê wê zelal û beyanbê
13/7/2014

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark