Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Qamiþlo û 63 Saliya Yadvegera Koçkirina Mîr Celadet Alî Bedirxan

 


Konê Reþ

Îro (15.07.2014), danê sibehî, ji bo derbasbûna 63 salan di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re, min semînerek di navenda Aso a Rewþenbîrî de li bajarê Qamiþlo, li dor kar û xebatên Mîr Celadet Bedirxan pêþkêþ kir.. Di nav re jî, min ronahî berda dor malbata Bedirxaniyan a dêrîn û di destpêkê de min wiha got:
Ez ne bawer im ku ti malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.


  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve, di koçberî û sirgoniyê de dijiyan, lê wan qet Kurdistana xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgoniyê de, di bin þert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêþeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn, bi gotin û kirinê dixebitîn, çi di warê civakî û rewþenbîriyê de, û çi di warê siyasî û konevanî de, û wiha tev di sirgoniyê de dûrî xaka Cizîra Botan mirin.. Cihê ku Bedirxanî lê bijîn, Kurdistan li wir e...
   Her û her daxwaza wan pêþxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû û wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weþandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.
   Îro roj 63 sal di ser koçkirina rêperê zimanê kurdî, mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe. Bi vê helkeftinê kêfxweþ dibim ku em yadvegera koçkirina wî a 63 salan li Qamiþlo pêk bînin...
Spasiya Navenda Aso û tev hatiyan dikim.
Evin çend wêne ji semînerê û beþdaran.
Qamiþlo, 15.07.2014






 



 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark