Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de (15) Ev in kêmasiyên me yên xweyîtî

 


Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer

Rastkirina nêrînê:
Rastiyên, ku di kûrahiya dîrokê de cih girtine, herhey dimînin, lê vir û vûtên, ku bi ser dîrokê ve bûne, çiqas temen bikin jî, dê bi dawî werin. Eger min, di dîroka me ya kevn û hemdem de tiştek bidîta,  dupat dike, ku em ne pêkhateke netewî ne, û ne jî miletekî bi serê xwe ne, min dê bê dudilî ev yeka aşkere bikira, û nema ez li ser netewekê, ku navê wê (miletê kurd) e, û li ser welatekî, ku navê wî (Kurdistan) e, daxifîm.


Li gor civaknasîna polîtîkî, em miletekî xwedî rehên netewî ye, ku taybetmendiyên wî yên pêşî di serdema pêşiyên me Gotî de çê bûn, û di serdema pêşiyên me Horî de jî ber bi pêş ve çûn (Yek ji navên wan Xuredî ye, bi wateya şervanê hişyar)(1). Bala xwe bidin wekheviya dengdêrî û ya wateyî di navber (Xuredî û Kurdî).
Taybetmendiyên me yên netewî, di serdema pêşiyên me Med de, ji kemalê ve nêzîk bûn, paşê jî, li dirêjahiya 25 sedsalan xişmên dagîrkirinan bi ser me de hatin, pêre jî taybemendiyên me yên netewî bi dagerîneke tund re rû bi rû bûn, lê tevî vê jî pirojeyên zorê û pişaftinê û riswakirinê ne karîn me ji rehên me hilkin, û ne jî me ji xweyîtiya me ya netewî bi dûr de bixin. Ev yeka ne susretek e, ma gelo hilkirina çiyayên Zagros û Toros ji rehan ve gengaz e?
Belê….wek ku em netewek / miletek in, ev yeka pirsek e bê guman e, divê em bi paş xwe de bihêlin, û guh nedin gumanên dagîrkeran, nemaze jî Farisan. Divê em bala xwe bikşînin ser şînkirina (Pergala bazdanê), ya ku em ji 25 sedsalan de dijîn, analîzekirina vê pergalê, bivê nevê, dê  me têvede ber bi lêgerîna du dozên giring û têkiliya hevbandorî, ku di navbera wan de heye; yek ji wan dozan (hişyariya netewî) ye, û ya din (dewleta netewî) ye.
Bi piranî, me her tim gunehê vê pergala kurdî ya ne durist xistiye istowê hêmanên derveyî. Serastkirina vê nerînê û balkişandina ser hêmanên kêmasiya xwey      îtî pêwîst e. Ew nerîna şaş vayrosek me ji hundir de diherifîne, wê rêk li pêş hêmanên derveyî vekir, da her çi dixwazin, wê bînin serê me. Di dîroka me de gelek çavdêriyên (dîdarên) vê yekê hene, her ku nîrên herêmî û navdewletî lê hatin, û derfeta rizgarkirina welêt  û avakirina dewleta xweser ji me re peyda kirin, ew vayrosê kujer bi çalakî rû dide, û careke din me vedigerîne sîbera dagîrkiran. Vaye li jêr berztirînên hêmanên kêmasiya xweyîtî:

1.Hêmanê êkologîk (Ecology):
Êkologiyê (bi wateya erdnîgarî, heyam, saman) bandoran giran li ser mirov heye, ew li gel geneyan hukariyê dike, û dibe hevparê pêkhatina taybetmendiyên mirov yên derûnî û hişmendî, û pergalên wî yên civakî, çandî û polîtîkî. Ev yeka rastiyeke zanistî ye, hinek mezinên zanyaran û ramanbîran ew teqez kirine; yek ji wan biyologîstê firansisî Jowêl dê Roznay ye (Joel de Rosnay), ku dibêje: “Me êkologiya, ku em jê derketine, di xweyîtiya xwe de parast, gewdeyê me dîroka reseniya me hewal dide”(2). Her weha dîrokzanê înglîz Arnold Tuwênbî (Toynbee) jî dibêje: “Li ba her hewildanekê bo şirovekirina xweristiya rêveçûnê û aferînê, divê gene û êkologî neyên ji bîrkirin”(3).
Êkologiya deştê ya li kêlekên çeman, ji bo avakirina desthilata navendî layîqtir bû (derdora çema Nîl li Misirê û derdora Dicleyê û Ferêt li Mîzopotamiya, û çema Xanc li Hindistanê, û çema Zer li Çînê), lê êkologiya çiyê (Tepel û riyên ne durist û geliyên kûr û dagerînên sert) li pêş yekrina êlên çiyayî dibe asteng, û mêldariya tekekesî ya tund û  xwedûrxistinê û rikê û kurtbînê di mirov de gur dike, û ji bo serkeftina yek çandê û yek rêbaza polîtîkî nabe alîkar,bi ser de jî dibe motika nakokiyên êlî yên bê dawî.
 Êkologiya Kurdistanê, wek ku hatiye zanîn, bi piranî çiyayî ye, ta radeyeke bilind dorpêçkirina çandî û aborî û polîtîkî xistiye ser civaka kurdistanî, û mêldariya xweyîtiya tekekesî û êlî û herêmî gur kiriye, û nehêştiye desthilata kurdistanî ya navend were avakirin. Êkoliogiya Kurdistanê û ya Yonanê bi piranî wek hev in, ji dagîrkeriya Mekdonî û ya Roman derbas be, Yonanê jî deshilatdariya navendî nedît, tevî ku Yonan li ser deryayê ye, lê Kurdistan, di piraniya serdeman de, hatibû dorpêçkirin.

2.Hêmanê aborî:
Bi sedema, ku êkologiya çiyê piraniya deverên Kurdistan girtiye, abora Kurdistanê, bi piranî bûye ya şivantî û zeviyê li delavên geliyan û deştên teng de. Ev awayê aborê dikare karînên xwe bi xweyîtiyê pêk bîne, lê nikare berhema pir bafirîne, û ne têra  avakirina bazara niştimanî /netewî dike, û ne ji bo diyarbûna borciwaziya niştimanî, ku wê bazarê bi rêve bibe, dibe alîkar, û ne jî dikare bibe bingeha sermiyanê niştimanî netewî.
Sermiyanê niştimanî netewî, ji bo pêşveçûna milet ji her warên aborî, çandî, polîtîkî û leşkerî de, mercê sereke û bingehîn e, milet bi wê sermiyanê derbas aboriya cîhanî dibe, û bi wê sermiyanê cihê xwe di penahên polîtîkî û çandî cîhanî de distîne, û bi wê sermiyanê dibe hêzeke herêmî û cîhanî ye hukardar (bala xwe bidin hêzên mezin ên hemdem, hemî jî xwedî hêzdartirînên aborên cîhanê ne).
Abora şivantî zevî ne karîbû pêşiyên me ji xizaniyê rizgar bikira, û ne jî kanîbû karker di penahên berhemê de bixebitandana, ji ber vê yekê jî hinek pêşiyên me Gotî û Kaşî, ji bo kar ji çiyan berb bi bajarên Mezopotamya de dadigerîn, û hinek pêşiyên me Horî ji bo kar diçûna bajarên hundirê Sûriyê(4). Em başûrê Kurdistanê jê derxînin, ev diyardeyan, bi rêjeyên cuda cuda hîna jî li Kurdistanê hen in. Abora pîşeyî û bazirganî di destên pêşiyên me tune bû; ev cûreyê aborê guhetrinên giring di jiyana miletan de pêk tîne, bi encama nîrên erdnîgarî û dagîrkirinên berdewam, civaka kurdî ji avakirina bingeheke pîşeyî û bazirganî ye ber bi pêş bê par ma, û abora zevî û şivantî di rewşa xwe ya destpêkî de ma, û heya nûka jî eger em çermê her kurdekî bixurînin, emê cotkarekî yan şivanekî, yan jî cotkarekî û şivanekî di bin de bibînin.

3.Hêmanê çandî:
Du tişt hene gelan ji perçebûnê diparêzin, û yekrefiya wan di demên kirîzan de pêk tînin; yek lêvegra polîtîkî ye, û yê din lêvegera çandî ye. Êkologiya Kurdistanê ya çiyayî, nemaze beriya sedsala bîstem, berztirîn hêmanê perçebûna çandî bû. Qeralên Med ên gewre ji bo pêkanîna bingeheke lihevkirina çandî di civaka kurdî de, di çarçewa şahnişîna Med de, bi ser ketin, lê pir neçû şahnişîna Med bi destên Farisan hate gêrkirin. Farisan ne tenê lêvegera polîtîkî kurdistanî (dewlet) gêr kirin, belê dest dan ser lêvegera olî  (ezdanî/mezdî) jî, û ola zeredeştî revandin. Tevî ku Zeredşt medî bû jî, Farisan awayekî zeredeştî ye farisî afirandin, da bibe karmendê pirojeya wan a firehkirinê, û ew awaya li ser Kurdan ferz kirin, pêre jî gelê Kurd, bê hemdê xwe, kete çarçewa wê êdyolociyê,  û bû karmendê pirojeya Farisî.
Piştî gêrbûna imperetoriya sasanî, Kurd bê hemdê xwe li gel dewleta xîlafetê ya erebî hatin girêdan, çanda erebî, di sîbera vê dewletê, cihê herî bilindtir istand, û çandên gelên din hem bi hêlekê de hatin têvedan û hem jî parçe parçe bûn, û karînên entilcênsiya wan, ji hemî waran de, bûn karmendên çanda erebî, û gelê Kurd, bi encamê de, li dirêiya 14 sedsalan bihayê giran da, û rewşenbîrên Kurd, ji dêvla ku çanda kurdistanî ber bi pêş ve bibin, û bingeha zanînê ya durist, ku  hişyariya netewî li ser were damezirandin, ava bikin, ewana bi karmendiya çandên erebî û farisî û tirkî mijûl bûn, nîşana vê boçûna me teqz dike, ew e, ku li dirêjiya 14 sedsalan tenê hindikên Kurdan ji bo çanda kurdî xebitîn, lê li hemberê bi sedan rewşenbîrên Kurd bervê xebatên xwe ber bi karmendiya çandên erebî û farisî û tirkî de kirin.
Hêmanê polîtîkî di vî dêmenê kurdî yê gelemper de ne tune bû, belê ew di navenda her hêmanekî ji yên jorîn de bi giranî hebû (emê lêkolîneke teybet terxanî wî bikin), bi encama hevhukariya van hêmanan vêkra perçebûna kurdî ji her waran de pêk hat; çi ji warê zimên ve, û çi jî ji warên çandî û ayînan û aborê ve, ev jî aloziya aloziyan e, ku divê em bi giringî balê bi ser de bikşînin.
           Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
  27. 06. 2014 

          Jêder û çavkanî:
(1)   Gernot Wilhelm: El-Horiyyon, Tarîxohum we hedaretohum, rû 17.
(2)   Jacop Joseph: Ma bei-de El- Eqeliyyat, 60-61.
(3)   Arnold Toynbee we Daysako Îkîda: El-Teheddiyat El-Kubra, rû 24.
(4)   Jean Botte’ro we Axeron: El-Şerq El-Edna, El-Hedarat El-Mubekkîre, rû 211. Dyakonov: Mîdya, rû 116. Tewfîq Sulêman: Dîrasat fî hedarat xerb Asiya El-Qedîme, rû 312.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark