Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: «ZIMANŹ KURDĪ DI NAVBERA HŹVĪ Ū ARĪŽEYAN» DE ... xelek (6)

 


Deham Ebdulfettah

Ev kombêjiya (Awarte) Ji çi hatiye û bo çi  . . ?!
Nîžandekên kombêjiya hemû navên pendî (nas) di zimanê Kurdî (Kurmancî) de ev her dû nîžandek in (an , ên) :
1- (An) : digihêje navên komjimarên nêr û mê di raweya verêsê (tewangê) de , wek :


Yekjimar                               Komjimar
- Ez çûme vî gundî              ez çûme van gundan
- Ez vê pirtûkê divêm        ez van pirtûkan divêm
Berçav e ku ev (an) koma van her dû nîžandekên verêsê (î ,ê) ye:
Vî gundî                                van gundan
Vê pirtûkê                           van pirtûkan
2- (Ên) : Ev nîžandek jî digihêje navên komjimarên her dû zayendan (nêr û mê) di raweya palvedanê (îzafê) de[1] , wek:

- Ev gundê me ye                                ev gundên me ne
- Ev dara sêvan e                                 ev darên sêvan in
Diyar e ku (ên) koma van her dû zêderên palvedanê (ê ,a) ye .
Hemû navên pendî (nas) di Kurmancî  de , li gora raweyên hovkên xwe , bi yekê ji van her dû nîžandekan (an ,ên) dibin kom . Tenê ev her(5) nav(ap , xal , xezûr , kirîv û meriv) ji wê kombêjiya navan der in . Ev her (5) nav bi dû žêwazan dibin kom û bi komjimara wan her dû žêwazan jî tên xebitandin :
1- Wekî hemû navên asayî , bi yekê ji van her dû nîžandekên
     (an) yan (ên) dibin kom  , wek :
a- Bi nîžandeka (an) :
- Ap+an = apan ( Em çûn malên apan)
- Xal+an = xalan ( Em ji malên xalan hatin )
- Xezûr+an = xezûran (Zava çûn malên xezûran)
- Kirîv+an = kirîvan (Ev in malên kirîvan)
- Meriv+an = merivan ( Em li pey merivan çûn)
b- Bi nîžandeka (ên) :
- Ap+ên = apên       (Em çûn malên apên xwe )
-Xal+ên = xalên             ( Xalên me mêvanên me ne )
-Xezûr+ên = xezûrên    (Ev xezûrên te ne )
-Kirîv+ên = kirîvên       (Kirîvên min hûn in )
-Meriv+ên = merivên    ( Em merivên hev in )
2- Bi wan her dû nîžandekên komjimarê bi hev re (an , ên) jî
     dibin kom , wek :
-Ap+an+ên = apanên                    (apanên me li Amedê ne)
-Xal+an+ên = xalanên                   (Hûn xalanên me ne)
-Xezûr+an+ên = xezûranên         (Em xezûranên te ne )

-Kirîv+an+ên = kirîvanên (Em kirîvanên wan in )
-Meriv+an+ên = merivanên         (Ew merivanên me ne )
Berçav e ku ji hêla watedariyê ve jî , ev her dû žêwazên kombêjiyê (apên me) û (apanên me) ji hev cuda ne . Anku , her žêwazek ji wan watedariyekê bi xwe ve digire :
1- Kombêjiya Asayî :
- Apên min : Birayên bavê min  .
- Xalên min : Birayên dayika min  .
- Xezûrên min : Bavên jinên min . (ji jinekê pirtir)
- Kirîvên min : Kirîvên xwînê , yên rasteqîne  .
- Merivên min : Merivên rast ji hêla bav û dayê ve .
2- Kombêjiya Awarte :
- Apanên min : Ap ,pismam û her kesê girêdayê wan…
- Xalanên min : Xizm û mirovên xalên min… .
- Xezûranên min : Mirov û girêdayîyên xezûrên min .
- Kirîvanên min : Mirov û têkildarên kirîvên min …
- Merivanên min : Xizm û mirovên ji hêla bav û dayê ve
Anku , kombêjiya asayî mirovantiyeke rast û ji nêz ve destnîžan dike  , lê ya awarte têkiliyeke merivantî ji dûr û berfireh destnîžan dike .
Bi dîtina min , ew her (5) navên destnîžankirî bo vê watedariya taybet û cuda  , bi vî žêweyê awarte bûye kombêj  .
Min ev mijar bi sernameya " Kombêjiya Awarte"di pirtûka xwe de , ya ku bi navnîžana "Nav Di Zimanê Kurdî De"wežandiye [2] , lê ne bi vê berfirehiya vê carê .
Pižtî belavkirina wê pirtûkê bi çend salan ez rastî vê malika Melayê Cizîrî hatim :
" Wer dilo , da çin temažaya ciwananên çimen
     Wê hilanî ser bi naz û sayeban daye niyaz "(2)

 Berçav e ku di vê malikê de peyva (ciwananên ) jî , wekî wan her (5) navan , bi wê kombêjiya awarte bûye kom , lê wekî wan ew watedariya taybet û ciyawaz bi xwe ve negirtiye . Ev jî kêžeyekê derdixe holê !
- Mela Ehmedê Zivingî , žirovekerê dîwana Cizîrî , derbarî gotina (ciwananên) dibêje : ([3])
- [ Ciwananên : komjimara peyva (ciwan)e ] .
Li gora ravekirina Zivingî , ev her dû kombêjî (ciwanên) û (ciwananên) bi yek wateyê ne . Anku , her dû jî komjimara peyva (ciwan) in . Ev jî tê wê wateyê ku kombêjiya (ciwananên) çi watedariya taybet û cuda , wekî wan her (5) navan , bi xwe ve nagire .
- Mela Ebdusselamê Cizîrî (Nacî) , žirovekerê dîwana Cizîrî (yê dîtir) derbarî pirsa (ciwananên) dibêje :
- [ Ciwananên : komjimara peyva (ciwan) e . Lê di kombêjiyê de ev her dû nîžandekên komjimarê (an + ên) bi hev re nayên xebitandin . Cizîrî bo kêžesaziya helbesta xwe ev kombêjî bi kar aniye .([4])

Diyar e ku kombêjiya (ciwananên) , li nik Mela Ebdusselam jî ew watedariya taybet û berfireh bi xwe ve negirtiye .
Vêca pirs ev e : Eger peyva (ciwananên) bi žêwazê wan her (5) navan bûbe kom û wekî wan , ew wateya ciyawaz û berfireh nedabe , ka binesaziya vê kombêjiyê ji çi hatiye û bo çi bikar hatiye?!
Beriya ku ez tûžî kombêjiya (ciwananên) bêm min digot , sedema ku ew her (5) nav bi wê kombêjiya awarte bûne kom , tenê ji ber ku ew watedariya taybet û cuda bi xwe ve girtiye . Lê va gotina (ciwananên) jî bi wê kombêjiyê bûye kom . lê ew wateya taybet bi xwe ve negirtiye ?!
Gelo rast (wek Mela Ebdusselam dibêje) kombêjiya , bi her dû nîžandekan (an+ ên) ne duriste û Cizîrî bo kêžsaziya helbesta xwe ketiye wê neduristiyê ?!
Yan jî , dibe gelo ku težeya vê kombêjiyê di zimanê Kurdî yê dêrîn (kevin) de hebû û di demekê de , bi žêweyekî asayî bikar dihat ?!
Bi baweriya min Melayê Cizîrî , ne ji qelsî û neçarî kêža wê malika xwe bi kombêjiya vê (ciwananên) saz kiriye . Wî bi hêsanî karîbû (bêyî vê kombêjiyê jî) kêža helbesta xwe , bi gelek žêwazan saz bikira . Ez bawer dikim , ku hayê Cizîrî ji hebûna vê kombêjiyê hebû , çi di Kurmancî de , wekî kombêjiya van navan (apanên , xalanên…) û çi di Soranî de ku ev kombêjî tê de bi žêweyekî asayî tê xebitandin .
Bi dîtina min , ev kombêjiya navên palvedayî di zimanê Kurdî yê dêrîn de hebû .
Girova([5]) vê hebûnê jî ew e ku hîn jî , ew kombêjî di her dû žêwezarên sereke (Kurmancî ,  Soranî) de , çi pir û çi hindik , bikar tê .
Kombêjiya navên palvedayî di Kurmancî û Soranî de jî bi rêpîvan , li gora vê rêzika jêrîn pêk tê :
-[Navê komjimar + zêdera komjimara palvedanê ]
Anku - [(Nav + an)+ (ên , î ) ]
Di Soranî de zêdera (veqetandeka) plvedana navên komjimar (î) ye . Li vê gore  , kombêjiya navên palvedayî di Soranî de , wê bi vê rêpîvanê pêk bê , : (Nav + an + î) .
Wek : (Xal + an + î = xalanî (Xalanî Režo)
Di Kurmancî de jî zêdera palvedana navên  komjimar (ên([6])e. Kombêjiya navên palvedayî di Kurmancî de jî[ wê li gora vê rêzikê pêk bên :
Wek: ( xal+ an +ên = xalanên ( xalanên Režo )
      (Nav + an + ên )
Lê bi dirêjahiya demê re û bi sedema sivikbûnê hinek guherîn gihîžtiye binesaziya vê kombêjiyê , nemaze di žêwezarê Kurmancî de . Ev guherîn jî , bo erkekî watedarî hatiye pê  .
Di vê latika jêrîn de , em ê kombêjiya navên palvedayî di her dû žêwezaran de hevber (beranberî hev) bikin û guherîna ku li gora taybetmendiya her žêwezarekî bûye , diyar bikin :
Kurmancî                              Soranî
Ap:Apan+ên=apanên Režo  apekan+î=apekanî Režo([7])Ap : Ap(…)+ ên = apên           
Xal :Xalan+ên=xalanên Režo          xalekan+î = xalekanî Režo
Xal: Xal(…)+ên = xalên
Xezûr: Xezûran+ên =xezûranên     xezûrekan+î = xezûrekanî //
Xezûr: Xezûr(…)+ên = xezûrên
Kirîv: Kirîvan+ên = kirîvanên        kirîvekan+î = kirîvekanî //
Kirîv: Kirîv(…)+ên = kirîvên
Dost: dost(…)+ên = dostên             dostekan+î = dostekanî //
Keç: Keç(…)+ên = keçên       kiçekan+î = kiçekanî //
Dar: Dar(…)+ên = darên                  darekan+î = darekanî //
Berx: Berx(…)+ên = berxên             berxekan+î = berxekanî //
Pirtûk: Pirtûk(…)+ên = pirtûkên   pirtûkekan+î = pirtûkekanî //
Gul: Gul(…)+ên = gulên                   gulekan+î = gulekanî //
Perde: Perde(…)+yên = perdeyên perdekan+î = perdekanî //
Eger em bi hûrbînî li kombêjiya navên vê latikê binêrin em ê bibînin ku :
1- Di Soranî de hemû navên latikê li gora rêzika   kombêjiya navên palvedayî , [navên komjimar + zêdera   (î)] bûne kom , bêyî ku çi guherîn bigihêje binesaziya kombêjiya wan navan . Ev jî tê wê wateyê ku hemûnavênKurdî di Soranî de , bi žêweyekî asayî li wê rêzikê tên pîvan û kombêjiya wan jî , bi wê pîvanê saz dibe .
2- Di Kurmancî de jî , navên latikê tev , li gora rêpîvanakombêjiya navên palvedayî , bi vê rêzikê , [navênkomjimar +  zêdera (ên)] bûne kom .Lê bi demê re û bi sedema sivikbûnê , nîžandeka komjimarê (an) ji navênkomjimar hatiye avêtin û rêzik bûye [nav(…) + zêdera(ên) ] , wekî ku di latikê de diyar dibe .Tenê ev her (5) nav (ap , xal , xezûr , kirîv ,û meriv) , bi egera watedariyeke
taybet û cuda , bi her dû žêwazan bûne kom :
       a- Bi žêwazê resen : (Apanên , xalanên , xezûranên ,…)
      b- Bi žêwazê sivikbûyî : (apên , xalên , xezûrên…)
        - Kombêjiya (ciwananên) jî , Melayê Cizîrî ew li žêwazêSoranî û li reseniya kombêjiya wan her (5) navan pîvaye , bêyî ku wê taybetmendiya watedarî bi xwe ve bigire  .
Li dûmahiyê pirsek raberî me radiweste :
Gelo çima nîžandeka komjimarê , (an) ji kombêjiya navên palvedayî di Kurmancî de hatiye avêtin , lê di Soranî de li cihê xwe maye ?!
Di Kurmancî de zêderên palvedana navên yekjimar(ê ,a) ne , wek (hevalê te , hevala te) û (ên) jî zêdera palvedana navên komjimar e , wek (hevalên te) . Berçav e ku zêdera (ên) di heman dem de , dibe nîžandeka komjimarê jî . Vêca ku navekî komjimar , wek (hevalan) dikeve raweya palvedanê , (hevalan+ên te) , dû nîžandekên komjimarê (an , +ên) bikar tên .
Hingê , bi egera sivikbûnê nîžandeka (an) tê avêtin û zêdera (ên) , weku nîžandeka komjimarê , cihê wê digire , wek :
-(Hevalan +ên te = heval …+ ên te = hevalên te )
Di Soranî de zêdera (î) bo palvedana navên yekjimar û komjimar bikar tê . Anku , zêdera (î) ne ji bo palvedana navên komjimar tenê ye , da ku bibe nîžandeka komjimarê  .
Vêca ku navekî komjimar , wek (biraderekan) dikeve raweya palvedanê , wek (biraderekanî Režo) , nîžandeka komjimarê (an) û zêdera (î) digihêjin hev (an +î)  . Hingê , pêwîst e ku her dû nîžandek jî bêne nivîsîn , çiku yek ji wan cihê ya dî nagire , wek (biraderekanî Režo)  .

[1] - Palvedan navlêkirina Seyda Sadiq Behadînê Amêdî ye. Di Soranî de gotina Erebî (îzafe) bikar tê .
[2]- Nav Di Zimanê Kurdî De. Enstîtûya Kurdî ya Amedê (2006) – Rû . (106)
[3] -Heman jêder û heman rûpel jî.
[4] - Dîwana Melayê Cizîrî . Heleb (1987) – Bergê yekê – Rû . (267)
[5]– Girov : Nîžan
[6]– Li hinek herêman (êd ,êt) jî bikar tên.
[7]-Di Soranî de, (eke) nîžandeka nasîna navên yekjimar e û (ekan) jî nîžandeka nasîna navên komjimar e.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark