Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Eger hûn navê xwediyê vî wêneyî nas dikin?

 


Konê Reþ

Ew di sala 1883an de li Stenbolê çêbûye, di sala 1938an de li Parîsê koça dawî kiriye. Di salên cenga cîhanî a yekemîn de rojnameyek li Qahîre bi navê Kurdistan weþandiye. Di sala 1919/1920an de, bi hunera wî, bira û kurdperwerên kurd yên bi rûmet Þerîf Paþa wek nûnerê kurdan þandine kongreyê Sîverê..
Di sala 1923an de ji ber zora Kemalîstan di gel bavê xwe li Qahîre akincî bûye.


Di sala 1927an de kar û xebateke zor mezin di avakirina (Komela Xoybûnê) de kiriye û di ber de çûye Amerîka. Li Amerîka, bajarê Fîladelfiya þaxekî komela Xoybûnê di nav kurd û ermenên Amerîka de avakiriye.. Lê vegerê 15 rojan li Romayê bûye mêvanê Mosolînî.. Li Fîladelfiya pirtûkek bi navê (The Kase of Kurdistan Against Turkey), bi zimanê Îngiîzî weþandiye. Vê paþiyê Omer Wecdî Þêxê Rîwaqa Kurdan li zanîngeha Ezherê wergerandiye bo zimanê erebî di bin navê (Kêþeya Kurdî) de û di bin naznavê wî (Dr. Beleç Þêrgo) de.
Gelo we navê xwediyê vî wêneyî naskir an na?
Ji bo yên ku nas nekiribin dibêjim; ew mîr Sûreya Alî Bedirxan e. Birayê mezin yê Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan e. Hem jî bi van navan hatiye naskirin: Ahmed Azîzî, Dr. Beleç Þêrgo, Ahmed Sûreya Bedirxan.
 Û hûn bi xêr û ez bi selamet.

Konê Reþ, Qamiþlo, 29.07.2014




 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark