Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di Çar Saliya Koçkirina Welatparêzê Kurd Cemîlê Salihê Ehmed de 1930 – 2010

 


  Konê Reț

Sibe (05.08.2014)an de, çar sal di ser koçkirina welatparêz û zimanhezê kurd Cemîlê Salihê Ehmed, (Bavê Xoțnav), re derbas dibe.
Bavê Xoțnav di sala 1930î de li Tilțiîra Ațîtan, bûka Sinceqê an Beriya Xelef Axa hatibû dinyayê. Di malek kurdperwer û zimanhez de li gundê xwe Tilțiîrê mezin bibû. Ji ber ku gundê Tilțiîrê di heyamê biçûkaniya wî de navendek ji navendên welatparêzên kurdan bû.


Bandora kesên mîna seydayê Cegerxwîn, Mele Ehmedê Namî û Țêx Ibrahîmê Tilțiîrî gelekî li xelkên wê hebû.. Û wiha xelkên gund di bin akam û bandora wan de, bi giyanekî netewperwerî hatibûn xwedî kirin.. Wiha jî Cemîlê Salihê Ehmed di nav wan de li ser helbestên Seydayê Cegerxwîn wek:
Welatê min tu wî bûka cihanî
Hemî bax û bihițt û mêrg û kanî
Țepal û țeng û țox û naz û gewr î
Gelek țêrîn û rind û pir ciwan î..
û helbestên Mele Ehmedê Namî wek:
Birayên delal hûn werin xortino
Heger hûn neyên vane keç em mețîn..
mezin bi bû. Di sala 1943an de, li ser daxwaza Mîr Celadet Bedirxan û vekirina dersxaneyan li gundên Cizîrê, li Tilțiîra Ațîtan jî dibistanek Kurdî di bin serpereițtiya seydayê Ehmedê Namî de hat vekirin. Hingê rehmetî Cemîlê Salih yek ji qutabiyên wê dibistanê bû, li ber destê seydayê Namî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bi bû. Di salên 1950î û vir de tevî tevgera azadîxwazî kurdî bi bû û li gel seydayê Cegerxwîn û hin ji welatparêzên kurdan yên din bețdarî di xwepêțandanên Qamițlo û Țamê de dikir.. Di salên yekîtiya Sûriyê û Misrê de (1958- 1961), anku heyamê Elwihde, hat girtin û gelek zilm û zor ji destê parastina rêjîmê ve dît..

Di salên 1960î û pê de, yekemîn mîkanîk an mekenêsiyanê (Master) yê Kurd bû di Sinceqê de.. Di Salên (1970) de berpirsiyarê țirketa Kehreba bajarê Kobanê bû, di sala 1975 dev ji Tevgêra Komunistan qeriha, paț ku desthelata Mosko û Partiye komunista Sûrî, rewța Kurdistana Bațûr giring negirt û hevalbendiya Sedam û Bekir kirin.. Ji 1975 û pê ve, mekenêsiyan (Master) bû li Sedê (feratê).. Demekê li bajarê Tirbasipiyê, serbixwa master kar kir.. Di pey re vegeriya gundê xwe Tilțiîrê û çend salên xwe yên dawî lê derbas kirin ta ku di roja 5.08.2010 de li Tilțiîrê cû ber dilovaniya Xwedê.
Di çend salên dawî de, berî ku here ber dilovaniya Xwedê, her meh ez û wî çend carekî bi hev re diketin dabața peyvên kurdî û koka wan de.. Me qirik li hev ziwa dikir..! Hem jî bi țahî û serbilindî ji min re behsa hatina Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nafiz Beg Zaza û Hesen axa Haco gundê Tilțiîrê dikir.. Ji Yezdanê mezin bi hêvî me ku wî bi dilovaniya xwe ța bike û cihê wî buhițta rengîn be.
Ji berhemên wî yên destnivîs: Firhenga Kurdî ji bo mîkanîk û gotinên teknîkî û destnivîsek ji helbestên Kurdî..

Konê Reț, Qamițlo 04.08.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baț
Pir baț
Baț
Ne xirab
Xirab

Vebijark