Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Ji HRRK ê banga hevrêzî û hevkariyê

 


  Ev çend roj in ku li Þingalê tirajediyeke mezin rû daye, vê tirajediyê gelek pirsên bingehîn bi xwe re anîn. Pirsên weha giran ku girêdayî hebûn û nebûna gelê kurd in, ya di dîrokê de. Ji her alî ve hêzên tarî derûdora welatê Kurdan girtine û di çarçova þerekî demdirêj û dijwar de, ji Serê Kaniyê, Hesekê û Kobanî hetanî bi Kerkûk û Þingalê dane ber xwe.


Wisa xuya dike ku roj bi roj xeleka þerê li dijî hebûna gelê Kurd berfirehtir dibe. Ji hêlekê ve van rûdanên li Þingalê em xemgîn kirin û pêdiviya parastina deverên pîroz ên kurdan anîn holê, ji hêla din ve jî hevkariya bi sînor a di navbera hêzên çekdar ên Kurdan de li hember hêzên hovîtî û reþayiyê þabûneke mezin xiste dilê me û dilê hemû kurdan li Kurdistan û li seranserê cîhanê.
Li hember vê hevkariya dilxweþker, alavên ragihandinê yên girêdayî hêzên kurdan navber nedan þerê bê sûd û bê encam ê li dijî hev. Vê yekê tevliheviyeke mezin aniye meydanê û rê li ber gelek pirsên tirsnak vekiriye.
Ji ber vê, em di Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê de, bala hemû aliyên kurd dikþînin ser vê rastiyê ku, þerê îro ne þerekî weha ye ku dijî partiyeke kurdî yan aliyekî kurd e, lê belê þerekî dijî hemû kurdan e û rêlibergirtina bidestxistina mafê çarenûsî ye. Wisa jî dijmin hem li Rojava û hem li Baþûrê Kurdistanê yek e.
 Ji ber vê em hevrêzî û hevkariya hêzên kurdan ên çekdar wekî pêdiviyek e bi lez dibînin û bang li van hêzan dikin, "Hêzên Parastina Gel YPGe" û "Pêþmergeyên Kurdistanê", ku têkiliyên xwe yên bi hev re xurttir bikin û ji asta tektîkî ber bi asteke stratejîk û demdirêj ve bibin.
Her weha em bang li televizyon û alavên ragihandinê yên bi ser hemû aliyan ve dikin, da ku vî þerê zirarker û qirêj li hember hev bidin rawestandin û gotara xwe ya ragihandinê ber bi asoyên amadekirina zemîna hevkarî, hevrêzî û jihevnêzîkbûna hêz û aliyên kurd ve, bilind bikin.
Ev rê ya bi tenê ye li ber gelê me, ku karibe hem birînên Kobanî û Þingalê bilezûbezeke mezin derman bike û hem jî Kurd li ser xaka xwe serbestî, azadî û serxwebûna xwe bidestbixînin.
Hêviya me ji hemû aliyên kurd û bi taybetî ji cihên biryargirtinê ew e, ku guh bidin vê banga me ya ji dil; hem di qada þer de bêhtir ji hev nêzîk bibin û hem jî di qada çapemeniyê de bi sempatî û bi belavkirina çanda tifaq û lihevkirinê, tevbigerin.
Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)
07.08.2014
hevgirtin@rojava.net

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark