Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Parastin û Guhdana Kurdên Êzidî Serketin û Pêşketine ji Tev Kurdistaniyan re

 


Konê Reş
     
Roja îro, di navbera gelan û olan de cudahî û berberî hin bi hin kêm dibe.. Diyare ku ew jî ji ber zanîn, giyanê birayetiyê û wekheviyê ye. Pêwîste em baş bi qedir, qîmet û bihayê vê pêşveçûnê zanibin, xebat û bizavê di ber pêşxistina civata xwe de bikin, da ku em serbilind û serfiraz di şaristaniyek pêşketî de bijîn. Nexasim di vî heyamî de ku civata mirovahiyê bi lez û bez ber bi şaristaniyê ve diçe.. Bayê azadî, demokrasî û mafê mirovan li seranserî cîhanê belav dibe..


  Û wiha baweriya me pir mezine bi gelê me yê Êzidî ku wê zû ji vê kujtariya hovane rizgar bibin ş wê careke din li reseniya xwe, li Şengala xwe vegerin.. Careke din wê li dor Lalişa Nûranî kom bibin.. Careke din çiyayê Şengalê, bi darên hejîran bxemilînin.. Şengala Şewitî, Şengala berxwedanê...
   Pêwîste îro em mikur bên, ku em kurdên misilman ji gelek rexan ve deyndarên birayên xwe kurdên Êzidî ne.. Para me jî gelek caran di qirkirina vê ola me a dêrîn de hebû, ew jî ji encamên misilmantiya me.. Tevî ku piraniya me, bi koka xwe li vê olê vedigerin.. Pêwîste jî, ji niha û bi şûn de her yek ji me xelkên vê olê, bîrûbaweriyên wan biparêzin, Lalişa Nûranî û tev perestgeh û şûnwarên wan ji nû ve vejînin.. Alîkariya navend û saziyên wan bikin û keç û xortên wan bi xwendin bidin.. Belê di baweriya min de xwedîlêderketin, parastin, guhdan û pêşxistina xelkên me kurdên Êzidî û ola wan a dêrîn serketin û pêşketine ji tev Kurdistaniyan re.
Konê Reş
Qamişlo, 11.08.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark