Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: Žingal…Birīn ū Žīn

 




Lewend Dalînî

Ey tawûsî melek serek ê firîžtan,
Û cîgir ê yezdan li xak ê
Were ji asîman ê heftan peya be
Û li me temaže bike
Komkujîya heftê û çaremîn


Vaye li me pêktînin
Û
Koka Êzîdxan bi žûrê
ABA LEHEB,
Tê birîn
Kulîlkên Êzîdxanîyan li ber qefê
Hîm û tehtên çiyayê žingal ê
Û dežta Simoqîya di bin kel kela germa havîn ê de,
Di çilmisin
Giyan dispêrin û
Nema dilivin
Îro roja Tîrmiha sala 2014a ye
Gel ê Êzîdxan li dežt û kolanan
Koçber bû ye û,
Bi pîlan Cînosîd ê li wana
Bikar tînin!?
Ey Tawûsî melek
Îro ne roja cejna çaržemba yekemîn ji Nîsan ê ye
Ku hersal carek ê di wê rojê de
Tu peyadib ê xak ê,
Û Êzîdxan li dežtên rojhilat ê
Di pêžwazîya te de ye
Û xwe bi hatina te
Pîroz dik ê
Were binêre Melek ê min,
Vaye çete režan û rih drêjan,
Xaka te qirêj û gemar,
Kirine?! Yezdan pê agahdar bike?
Ne ava gola Simoqya û sabûna çiyayê Kurmênc,
Û ne jî kanîya Laležê nûranî
Di kare careke din wê paqij bike
Xemeke giran kûraya dilê min girtî ye û,
Qehrecanê min,
Nema di kare wê hilgire
Û di bin hêrza ser tewndina
Min de,
Xûz dibe
Tawûsî Melek:
Pir ji te žermezarin
Gelo bi çi rûw ê rež
Yan bi çi ziman ê çewt û lal
Em ê pêžwazî ya te bikin!? û
bersivên têkveçûna xwe,
Di rûbarî te de,
Bidim?!

Îro ordeka çemê Xêbûrê
Bi gepê gumgumokên çepel
Têne cûtin..
Wey lo…Wey loo
Ax û oxîn li vê tofan ê
Li vê dil êžan ê
Deng ê Edûl ê li Kewkebî Mila,
Nema digêje guh ê min
Xirqe û benik di gerdena êzîdîya dežta Simoqya de,
Vaye sorbûye ji xwîn ê
Tanî bi hêrikên çiyayê žingal ê jî
Rûçik ê xwe ji zarok û diyên me,
Di guherin!?
Kê di dîroka me de gotîye:
Kesek dost ê Kurdan tine ji bilî çiyayên wan
Ev çi xewna derewîne?

Žingala min….. tu ne bi ten ê ye?
Eger Amed dil ê Kurdistan ê be?
Ji xwe tû ceger ê wê ye
Žingal tu ne tenê di dîroka Tawûsî melek de,
Pîrozgeheke,
 Lê weke Lalež jî
Tu qublegeha Kurdan teva ye
Îro tu Helepça ye
Îro tu enfal e
Û li ser te îro
Fermana Aleqemž ê
Bi kar hatî ye
Xem û mereqa mexwe?
Tanî dilopek ji xwîn ê di damarê Kurdekî de bê jenîn, bê žik
Tê rizgarkirî be
Ger ew xwedîyê “INEMA AMWALÛHUM WE AWLADÛHÛM XENÎMETEN LEKÛM
Em xwedî yê xaka tavê ne
Û ên kû
Cara yekemîn di dîrok ê de,
Nan afirandine û
Sewal kedî kirine
Heger bi xwînê me bin ax bikin
Weke gulan emê žîn
Bibin
Me xeyde Žingala delal
Her zarokekî te Kevokek buhižtê ye
Her kalekî te firîžteke
Û her dayîkek te jî
Bûhižteke…..

3 ê Tîrmeh ê 2014
Beîrût - Lûbnan

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark