Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Her em hene, pêşmerge

 




Can kurd

Rojê ceng û têkoşînê,
Ger ji me kes tew nemînê,
Her li pêşin, mîna hercar,
…Her em hene,
Pêşmergene…


Wefadarê Barzanî ne,
Rêberê kes wek wî nîne,
Canfîdayî Kurdistan in,
…Her em hene
Pêşmergene…

Bo azadî, serfirazî,
Her li pêş in, mîna şêran
Keç û lawan, jin û mêran
…Her em hene,
Pêşmergene…

Bo welatê xwe azakin
Şerdikin em dij neyaran
Ger birîn bin, ger şehîd bin
Her em hene…
Pêşmergene…

Barzanî hilda duruşmek
”Kurdîstan e, yan neman e”
 Bo bi cîh bînin duruşmê
…Her em hene
Pêşmergene…

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark