Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beriya Mêrdînê (Deþta Mêrdînê): Êzidiyên Cizîrê (Parêzgeha Hesekê)

 


Konê Reþ

   Wek ku diyar e; kurdên Êzidî di dewleta Sûriyê de li du parêzgehan jiyana xwe derbas dikin; Parêzgeha Helebê (Çiyayê Kurmênc) û parêzgeha Hesekê (Cizîrê) an Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelef Axa. Parêzgeha Hesekê: Ev parêzgeha ku li çar deverên wê Kurdên Êzîdî hene. Ev parêzgeha li herî bakur û rojhelatî dewleta sûriyê dikeve, ji rojhelat ve tixûbê dewleta îraqê ye, ji bakur ve çiyayê Toros û tixûbê tirkiyê ye û wiha ev parêzgeh dor 300 k.m di ber sînorê tirkiyê û çiyayê Toros re dirêj dibe. Ji Cizîra Botan û çemê Dicle ta bi Serê Kaniya Milan û rojavayî çemê Xabûr. Kalemêr dibêjin ku berê çemê Zerganê û Girê Mîr  wek sînor dihat naskirin di navbera Botan û Millan de.


   Ji sedê salan ve xelkên herêma Cizîrê, li gor civata xwe a koçeriyê, çûn û hatina zozanan û germiyanan, nav li zincîra Toros kirine wek: Çiyayê Mazî, Hilêliyê, Xursê, Mêrdînê, Bagokê (Torê) û çiyayê Spî û wiha jî ji baþûr ve Deþta Wêranþarê, deþta Mêrdînê, Deþta Xelef Axa û Deþta Hesinan û her wiha Cizîr li ser du beþan, ji bakur ber bi baþûr ve, hatiye parvekirin:
1 – Beriya Mêrdînê (Deþta Mêrdînê):
 Deþteke bi nav û deng e. Ev deþt ji bakur ve, ji çiyayê Mazî, hêrikên Wêranþarê, qelaçê Hilêliyê, çiyayê Xursê û çiyayê Mêrdînê destpêdike û ber bi baþûr ve dirêj dibe ta ku digihêje çiyayê Ebdulezîzê. Ji Rojhelat ve çemê Ceqceqe û ji rojava  ve çemê Xabûr e. Hem jî kalemêr dibêjin ku ji çemê Zirganê û Girê Mîr û bi rojava ve Beriya Wêranþarê.. Di Folklorê Kurdî de jî, gelek caran pesnê Beriya Mêrdînê hatiye dan.. Nexasim di destana Derwêþê Evdî de, ji ber ku bûyerên vê destine di vê deþtê de qewimîye, wek van gotinên li ser zimanê Edûla Zor Temir Paþa hatine gotin: Beriya Mêrdînê, bela biþewite berîk bi ripin e, sê konên reþ î erebî lê vegirtin e, yek jê ê Hemê Mûsê, yek jê ê Zor Temir Paþa, bavê min e, konê sisiyan ê kinik Derwêþê Evdî ye, kekê Fatma, siwarê Hedban, tirrad elgom, ew kilê herdu çavê min e… Dengbêjê Ermenî / Kurd Aramê Dîkran jî wiha pesnê beriya Mêrdînê daye; Beriya me berîke dûz e, pozê keleha Mêrdînê bi ser de xûz e, nav sing û berê xelka min zêrê altûz e… Û wek ku diyare ji sedên salan ve hêrikên Wêranþarê û qelaçê Hilêliyê, derdora Mêrdîn û Urfa yê cih û warê eþîra Dena, Sûaniya û Þerqiya  ye.
Konê Reþ, Qamiþlo, 19.08.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark