Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bang, ji rīsipī ū aqilmendźn Ezīdī re

 


Qado Žêrîn 

   Pižtî daxwiyaniyên fermanderê Pêžmergeyan li çiyayê Žingalê Qasim Žežo.
  Em bang li aqilmend û rîsipiyên Ezîdiyan dikin, daku ji xwe yan jî ji hemû pêkhatiyên gelê kurd ên bêlayane, komîteke serbixwe û azad damezirînin, daku ew komît li Žingal û Žêxan lêkolîn bike, û encama lêkolîn û rastiyan bileztirîn wext ji gelê kurd re ragihîne. Gelê kurd ji derew û helwest û daxwiyanî û kiryarên žaž xemsar û bê hêvî bûye.
  Qasim Žežo ji dezgehên ragihandinê re ragihandibû(Basnews-wek nimûne) ku divê ji bo rizgarkirina Žingalê žervanên Pyd û Pkk li vir nemînin.


Pižtî ku Hêzên Pêžmerge û Kurdên Êzdî rê ji bo rizgarkirina derbiderên çiyayê Žingalê vekirin, hêzeke Pkk û Pyd li wir bicîh bûn û tevgereke ciwanan pêkanîn.
  Her wiha Qasim Žežo ji BasNewsê re got: ‘’Çekdarên Pyd bi zorê ciwanên Kurdên Êzdî dibin nav rêzên xwe û herî dawî jî hewl dan ku rêya rizgarkirin û gehandina alîkariyê bo derbiderên ser çiyayê Žingalê bigrin.’‘ 
  Žežo da zanîn ku žervanên Pyd ala xwe li ser perestgeha Žerfedîn bilind kirine û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Žervanên Pyd gelek pirsgirêkan ji me re derdixin, loma em dixwazin ku ji bo rizgarkirina Žingal û derbideran, herwiha vegerandina rewža ewlekariyê ya deverê žervanên Pyd û Pkk li çiyayê Žingal û navçeyê nemînin. 
  Di wexta ku em dixwazin gelê kurd li hember hemû êrîžên dijminan yek be, daku karibe xwe biparêze, emê dozê li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li xwe û me derkevin, û helwest û gotara xwe ne tenê li hember dijminan, belê li hember hemû kiryarên žaž ên navxweyî bilind bikin û bêdeng nemînin.
  Di eynî wextê de, eger Ezîdî, bi taybetî yên li derveyî welêt(cemawer, rewženbîr, siyasetvan, dezgeh û komele, zikêž, žêx û rîsipî...), banga me pêkneynin û lêkolîn nekin, wê gelê kurd fam bike ku hemû daxwiyaniyên Qasim Žežo rast in, û bi dilê gelê me yê Ezîdî dibe, êdî bila gazinan ji Pêžmergeyan nekin û nebêjin hûn tižtekî ji me re nakin.
  Em bangê li Ezîdiyan dikin, ji ber bêtir xwediyên meselê ne, û bêlayane ne. Û ji mafê gelê kurd e rastiyê bizanibe.
  Serkeftin para we be...
 02/09/2014   

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark