Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezbenî!

 


Konê Reþ
 
Ezbenî! Carna tu neçar dibî dergehê mala xwe ji ber bahozê bigre, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe. Û tu bi aramî di mala xwe de razê. Û carana.. Pêwîste tu dergehê mala xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..
   Erê ezbenî!, Bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li hev xîne, bîranînên te tev bide. Û berê pencereyên mala te biguherîne..  Carna jî pêwîste ku tu bang li bahozê bike da ku berê asoyê nerînên te biguherîne.


   Raweste ezbenî! Te aghadar bikim. Gelek caran bahoz giring in, pêwîstiya mirov bi hin volqanên temirandî heye, ku careke din ew volqan gurr bibin..
   Ezbenî! Carna tebitbûn û bedengî, westandin û perîþaniye.. Ma tu ji lavlav û rawestandina di rêzê de ne westiyayî..? Ew rêz û sekinandina li hêviya Sultan.. Û Sultan te nas nakî.. Hayê wî ji rawestandina te, xuzkirina te.. Gilî û gazinên te nîne.. Reva te ji ber, bala wî nakþîne. Bi tenê jêre giringe ku piþta te lêbe û tu dûrî wî here.
   Ezbenî! Carna kursî ji rûniþtna rûniþtvanan diwestin! Çima kursî nameþin û ji xwe re li cihekî bilindtir nagerin..?! Xwezî kursî biaxifyana. Bawer nekin ez bê hêvî bibim, hêviyên min mezin in. Rojekê wê kursî biaxifin, lê ne bi zimanê ku îro em pê diaxifin..
   Ezbenî! Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeþe.. Hingî devê xwe bigre.. Ne bistirê û ne bike hawar.. Kî bi te dikene bela bikene..
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 05.9.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark