Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di 30 Saliya Koçkirina Seydayê Cegerxwîn de

 


Konê Reþ 
Qamiþlo, 21.10.2014 

  Tevî rewþa me kurdên Rojava a aloz, diltezîn û dijwar, me çend nivîskarên kurd; Derwêþ Xalib, Deham Hesen û ez, yên em pêwendîdarbûn bi Seydayê Cegerxwîn re li bajarê Qamiþlo, berî çûna wî a Swêd, me ji erkê xwe dît ku em nehêlin roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn derbas bibe bêyî ku em wî bibîr bînin.
Vêca me biryar standiye, ji bil ku em serdana gora wî bikin, em di roja 22.10.2014an de jî li Hola Mîr Celadet Bedirxan panalekê li dor bîranînên xwe bi seydayê Cegerxwîn re bînin ziman û ronahiyê berdin ser helbest û xebatên wî yên din, nemaze giringiya nivîsên wê di parastina zimanê kurdî û standardkirina zimanê Kurmancî, di nav kurmancîaxêfan de..


  Cegerxwînê dest zêrîn.. Cegerxwînê ku bi sedan þagirt bi saya afirandinên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn.. Cegerxwînê ku 60 salî, xebat û bizav bi berdewamî di ber zimanê Kurdî de kir.. 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê ne da alî.. Bi saya gel ew çêbû û bi saya wî þagirt çêbûn, di navbera vê hûnandinê de zimanê Kurdî pêþket û afiriandinê cihê xwe di nav berhemê me de dît...
  Erê, Cegerxwîn mîna semyanekî sembolîye ji ferheng û wejeya gelê Kurd re, ji mafê her zimanhez û kurdparêzekî ye ku, xwe bi navê wî paye û berz bike, di nav gelên cîhanê de.
Ji xwendina li ser kêla gora  Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamiþlo:

Meyger tu binê, ez li dinê her wekî fîl im 
Þûva ko me ajotiye, tovê xwe biçênin 
  
Xêzên me nivîsîne, bi xwe ayetê kurd in 
Dê piþt me re, ew di civatan de bixwênin 
  
Doza ko me kir ew bi xwe, Mûsa ne gihiþtî 
Kurdên me dizanin, bi xwe rêça me bibênin 
  
Ger ez bimrim, axa cebana me bixwî tev 
Mizgîn ji welat, bo me di gorê de biþênin 
  
Ma qey tu nizanî, ji kulan bûme Cegerxwîn 
Dermanê me ye serxwebiwîn, bo me werênin.

Cegerxwîn


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark