Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Destê tenê li çepikan naxînê û fermana torfelaqî derman nake birînê

 


Mihemed Seyid Husên
 
   Gihame payîza temen hest û newaziyên evînê hêj li giyanê min dixuricin, bi dizî pelemarî raman, bîr û boçûnên min dibin, reha min neþê ye ku wan di xwe de bê nasname veþêrim, kurdistan lehenda þêran destegul destgirtiya minî. xwênero, sîmbola evîndaran, pirzika ser zimanan, lehenga kurteçîroka minî, bo wê zengilê dilê min bê rawestan û vewstan lêdixînî, eger ku dîrok tûjawiran li nexþeya wê vedî, ji temara derziyên mangê hiþyar bibî, ji nû ve bîneriya xwe li ser dîrokfiroþan bi têrutesel biparvekî, serboriyên min û zimanê yara evra kurdistan, bi pelge û çavkanî ji mirovaniyê re bibêje û li babikî.


*  *  *   
    Îro baþ hay bûme ku rûmet, payedarî û pêþiwarî birîn bûne, çete û çolaxên bedrewiþt destelatdariya biryarê dikin, çeqûber stukra mafnasînê û rewayê xaçebir zîvirandine, hemî yasayên mirovanî bi çewtebîrî helgavtine, herêm li evînê teng kirine, bi derziyên jehrê kûrbirîn derman kirine, ji wilo hîn bêtir nikarim tiþtekî din ji we re bibêjim, mirovek bi tena xwe tiþtekî tewaw nakî, di tara moxilê re ji bilî çavên xwe nabînî, êca heye ku li deverê ji serjimara 2 milyonan, tenha mirovekî destelatdar tenah û kamîran bijî.
*  *  *
    Tovê ku tu bi xakê werdikî demsaleke tê biçinî, lê hebxwe tenha dadgeha xwedê cezê belengazan bi derngî dixînî, êca ku dadgeriya wî dirust û yekpare negere, naxwe pêkerekî bê can afiriye û di rasteqîna ketîwarî de, dadgeriya liyanrew tenha dimîne ya jiyanê, li himêza xweristê mîna firokeya kertonî ku bê ta asoyan xûm dikî, ango dê sura bê wê ji nav lepê tayê xav birevînî. heye ku stirîdirkên daristanê wê biçirînî, mîna pira kaxetî wê di bin lingên rêwiyan de birûxînî, herweku hin ji kêfa devê wan gazekê vedibî, hin dîtirê çavên wan bilî hêsiran naherikînî.
*  *  *
    Saw û siya metirsînê dûre, bextê felekê fermana qederê çep û çûre, tavilîmana xwekujtinê di navbera mirin û jiyanê de, hetav, þîn û þahî, rikberiya raz û diyardeyan li ser awazên sirûda hawarê vemirîne, þîngirêdana dergûþê di tenaya miþextiyê de omîdan dibelqitînî, bîr û boçûnan xilamþ dikî, serê xampera þêwakar diperitînî.
*  *  *
    Ku tu li gupgupa dilê min guhdar bikî, li navkutka serpêhatiyên min meyze bikî, cil û bergê azar û îþkenceyên min li xwe bikî, ku tu tîþik û zîvarên min bi jiya duhêlan terz û nimûþ bikî, þikêrên hiþgêlî û kewdaniyê ji deverê rêþbikî, bîr û ramanên banenizim bilind bikî, rencepilanan û niyazên mebestpak ji hev cuda bikî, hinga sûcdar û gunehkar, altax û qelawiz, dê li ber gefên zîrekî, konevanî û dûrbîniya te, li hemî ziyan û zêdekariyên xwe mikur bên.
*  *  *
    Hin caran nêrgiza pesarên çiyan, li ber sura nermebayê buhariyane, di nava pêlên semawendê de, çep û rast xwe liba dikî, þêrîn gernejînan li mirovaniyê biparvedikî, carna jî hilm û bîna fêrmistê li destê sibehê çarmedor baweþî zindîwaran dikî, kêm caran bi tûjawiran ji guleyê tivingê bêtir dilê hejaran birîn dikî.
*  *  *
    Derya taristanê li ser rûhinarkên sipîdeyan, lixêvên ronahiyê diweþînî, erê padîþahê koçberiyê bi çavdanekê te mîna perwaneyê, li gel zîmarên çiyan, li ser milê asoyên xilamþ, li ser mijankên seravê, li gel kutkutandina nûpeldana bendemanê, selefên sawêrên helbestiyane dîsa li min xuya bûne.
    komara Çîk…19-11-2o14

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark