Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî .. Xelek 7

 


Heyder Omer
heyder52@hotmail.de

Berhemên Feqî yê Tîran
Destana Xanê Dimdim:
Tevî cefayan jî me nikanî ev destana, ku di wêjeya kurdî de navdar e, ne çapkirî û ne jî destnivîs, bi dest xista, lê hinek jêderên wêjeya kurdî, nemaze Ebdulreqîb Yûsif teqez dike, ku Feqî yê Tîran destanek bi navê destana Xanê Dimdim nivisandî, û destnivîsa wê, hema kêm be jî, li nav xelkê Kurdistanê bi dest dikeve(1).


Wek ku tê gotin: „Kesê dibhîse ne wek yê dibînê ye“. Feqî yê Tîran  hemdemê bûyerên cenga Keleha Dimdimê bû. Ev ceng di navbera Kurd û Eceman (Farisan) de, sala (1017 k) beramberî sala (1608 z) qewimî.
Mîr Xanê Biradostî keleha Dimdimê li rojhilatê Kurdistanê, başûrê bajarê Urmiyê,  ava kiriye, Eceman di serdema Şah Ebbas ê Sefewî de demek dirêj ev keleh dorpêç kirin, leşkerên wan bi bişt û sê caran ji hêza berevaniya kelehê bêtir bûn(2). Lê hêza berevaniyê her berxwe da, û keleh radestî Eceman nekirin, ta leşkerê wan di ser term û xwîna Kurd re derbas bûn û keleh bidest xistin.
Feqî yê Tîran, wek helbestvanekî hestnazik, dikeve ber bandora vê cengê, û awayên wêrekî û lehengiya Kurdan bi serpereştiya Mîr Xanê Yekdest li hember leşkerên Şahê Ecem, bi awayê xiroşanî (hemasî) di vê destanê de wêne dike(3).
Dêmek ev destan çîroka wan lehengan e, ewên ku di keleha Dimdimê de hatibûn dorpêçkirin, û li hember birçîbûn û tîbûnê berxwedane, û hatine kuştin, bê ku xwe û kelehê radestî dijminan bikin.
Hêjayî gotinê ye, ku Prof Dr. Qanatê Kurdo weha diçe, „ku beyta Dimdim dengbêj yan şayrekî Kurd din li hev aniye, ji ber xwe derxistiye û ew li axa Behdînan yan jî li Cizîra Botan belav buye û bi ser navê Feqê Teyran hatiye nivîsandinê“(4). Lê Ebdulreqîb yûsif weha diçe, ku „hinek kesên din jî destanaXanê Dimdim nivisîne, lê kesekî berî Feqî nenivîsiye“(5).
Qewlê hespê reş:
Ev berhem jî neket destên me, lê Dr. Bilêc Şêrko di pirtûka xwe de (Doza kurdî), wergera erebî û dîrokzan Mihemmed Emîn Zekî jî vê çîrokê di nav berhemên Feqî yê Tîran de bi cih dikin, bê ku naveroka wê diyar bikin(6). Ebdulreqîb Yûsiv xwe bi ser boçûna Mihemmed Emîn Zekî de pal dide, û ew jî bi carekê  nêzîk naverok û avakirina wê nabe. Bi vî awayî guman tê ser hebûna vê berhema Feqî yê Tîran, lê Prof Dr. Qanatê Kurdo ji ber Alîksender Jaba digre û dibêje, ku „…beytên Şêxê Senan û hespê reş û Bersîs nivîsarên“ Feqîyê Tîran in(7), lê ew jî xwe nêzîk naverok û avakirina vê berhemê nake.
Bersîsê perstvan:
Ev berhem jî neket destên me, lê Dr. Bilêc Şêrko û Mihemmed û Mihemed Emîn Zekî vê berhemê ji afrandinên Feqî yê Tîran dijmêrin. Her weha Prof Dr.Qanatê Kurdo naveroka vê berhemê ji ber Ebdulreqî Yûsif digre, û dide xuyakirin, ku ew çîroka perestvanekî ye, ku Iblîs ew jî rê xistiye(8).
Cenga Sîsebanê:
Ebdulreqîb Yûsiv weha diçe, ku „Ne dûr e, ku Qewlê Sîsebanê jî ji bal Feqî hatibe nivîsîn. Uslûba wê hîkayetê jî wek a Xanê Dimdim e“(9), û pê de dihere û naveroka wê diyar dike, ku ev berhem çîroka cengekê ji cengên talana misilmana ye, bûyrên wê li deverekê navê wê (Newala Sîseban) e, qewimîne. Nişteciyên vê deverê Kurd û Ermen bûn. Artêşa misilmanan di vê cengê de rastî berxwedaneke tund hat, û nikarîbû bi serkeve, lê piştî ku alîkarî bi serpereştiya Elî kurê Ebû Talib ji wan re tê, ewana bi serdikevin(10). Piştî legerîneke berfireh, E. Yûsif dighîne wê baweriyê, ku Sîseban navê bajarekî ye li Ermînya dikeve, û nişteciyên wî Kurd û Ermen in. Ev bajar, li gor Yaqût El-Hemewî, li hêla Eranê li Ermînyayê dikeve(11).
Ev cenga han, çi Elî kurê Ebû Talib tê de beşdar bû yan na, dide xuyakirin, ku ayîna îslamê,  ne wek ku tê gotin, bi hêsanî li welatê Kurdan hate pejirandin, belê riya xwe di ser gelek termên Kurdan re qelaşt û gelek xwîna wan herikand, û bi zora şûr û qirkirinê li Kurdistanê belav bû.
Şêxê Senan:
Ev berhem bi navê (Dota Gurca) jî tê naskirin, naveroka wê li derdora çîroka evîna Şêxekî xwedêtirs û keçeke Ermamî ya gundî digere. Şêx bi evîna wê sermest dibe, murûdên xwe dihêle, û ber bi Ermenistanê, an jî Gurcistanê de koç dibe, da dilber û xewrevîna xwe bibîne. Li wur ji ola xwe derdikeve û ola keça xiristiyanî werdigire, xaçê bi sîngê xwe ve dadileqîne, dibe şivanê berazên bavê keçikê, da xwe jê ve nêzîk bike, û bigihêje dilberê. Dilê murûdan pê dêşin, loma jî diçin ba wî, lava dikin, ku vegere, lê ew bi ya wan nake, û her di wê pergala şeydabûnê de dimîne, heya ku wê wek jin ji xwe re dibe. Li dawiya çîrokê Şêx hay dibe, vedigere ol û welatê xwe û keçik jî dibe misilman û dide pey wî, û her du li welatê wî li ser ola îslamê dimirin.
Ev çîrok di nav efsaneyên rojhilatê û paş Qefqasê de navdar e, sînorkirina dem û cîgehê, ku lê peyda bûye ne hêsan e, her weha diyarkirina rêveçûna wê jî zor e, tenê mirov dikare weha biçe, ku bûyerên vê çîrokê li devereke, ku zimanekî îranî lê bi kar dihate, û dema diyarbûna sofînîzmê de qewimîne.
Kevintirîn deqê folklorî yê vê çîrokê bi ser berhemên helbestvanê Farisan Ferîd El-Dîn El-Ettar ve tê jimartin. Her weha helbestvanê Azerbeycanê Husên Dizavîd (1882-1941z) jî ev çîrok bi awayê helbestê nivîsiye, lê Şêxê Senan di berhema wî de ne pîremêrekî şêst salî ye, belê wek xortekî xut xuya dibe, û di berhema wî de, ev evîna sofî ya rûhanî (giyanî), ku di deqê F. El-Ettar de diyar e, tune ye, ji dêvla wê  evîna mirovî, ku di navbera du evîndaran de ye, heye(12).  
El-Ebşîhî, lêgervanekî Ereb î kevin e, jî efsaneyeke wek a Şêxê Senan nîşan dike, lehengê wê jî pîremêrek e, nişteciyê Bexdê ye, navê wî Ebû Ebdulla El-Endelusî El-Bexdadî ye, şeyda yê keçikekê xiristiyanî ye, ji bo wê ayîna xwe ya îslamî der dide, dibe şivanê berazên bavê wê. Lê li dawî ji xwe hay dibe, vedigere ser ayîna xwe, û vedigere Bexda yê, keçik jî dide pey wî û dibe misilman jî(13).
Di kelepora kurdî de jî hin awayên vê efsaneyê, bi navê (Dota Gurca) hene. Mela yê Cizîrî, hemdemê Feqî yê Tîran, helbestek bi heyaman wê, ku 25 malikên wê hene, nivisandiye(14).
Heye Feqî yê Tîran jî awayek ji wan awayan biribe, û li gor wî awayî çîroka Şêx Senan bi awayê helbestê nivisandibe.
Di vê berhemê de 313 çarîn hene, her xêzek ji 7 an jî 8 kîtan (bergeh) peyda dibe. Destnivîseke wê di pirtûkxaneya gelêrî ya bajarê Sant Pêtres Burg (Lînîngirad), di keşkola Alîksender jaba de hebûye. Kurdnas M. B. Rodênko wê destnivîsê ditûjîne, û sala (1965)ê li Moskowayê çap dike.
Her weha destnivîseke vê berhemê, ku Xelîl Sasonî nivisandiye, ji sed û heştê çarînan peyda dibe, jî kete destên me, lê ne tûjandî dû.
Bi ser van berhemên jorîn de, Feqî yê Tîran gelek helbestên din jî bi şûn xwe de hêstine, piraniya wan hîna çap nebûne, an çap bûne lê nehatin tûjandin(15). Ji wan:
Gulbuhar: Lêgervan Aramê açan hinek helbestê Feqî yê Tîran dane ser hev, lê bê tûjandin sala (1957)ê, bi tîpên rûsî, li Yêrîvanê ap kirine.
Tenbûr: Dîsan Aramê açan hinek helbestên Feqî yê Tîran, dane ser hev, û bê tûjandin sala (1974)ê bi tîpên rûsî çap kirine, û sala (1976)ê bi tîpên latînî hatine li Stockolmê çap kirin. Ev berhem yekek ji jêderên vê lêkolîna me ye.
Di vê çapê de deqek bi sernavê (Dota Gurca) heye, ji 156 çarînan pêk hatiye, û tevayê berhevokê ji 129 rûpelên navend pêk hatiye.
Helbestine din: Her du lêgervanên hevbira Ordîxan û Celîlê Celîl, 33 helbestên wî û 28 perçên, ku her yek ji sê xêzên helbestî pêk tê, dane ser hev û di beşê duwem yê pirtûka xwe (Zargotina Kurda) de, li Moskovayê sala (1978)ê çap kirin(16).
Dîwana Feqê Teyran; beşê yekem: Sêzdeh helbestên wî di vî beşê dîwanê de hene, her du Lêgervanan Seîd Dêreş û Pêzanê Alîxan tûjandine û çap kirin. Rûpelê wê tev pêşgotinê û ferhengekê sed û heftê û şeş ên mezin hene.
                                   *****             ***          *****  
 Jêder û çavkanî:
(1)   Ebdulreqîb Yûsif: Şaîrên klasîk ên Kurd, rû 34.
(2)   Mihemmed Emîn Zekî: Dîroka Kurd û Kurdistan, werger ji kurdî: Mihemmed Elî Ewnî, rû 190.
(3)   Ebdulreqîb Yûsif: jêdera navborî, rû 34.
(4)   Prof Dr. Qanatê Kurdo: Tarîxa edebeyta kurdî, 1/71.
(5)   Ebdulreqîb Yûsif: jêdera navborî, rû 34.
(6)   Mihemmed Emîn Zekî: Jêdera navborî, rû 336.
(7)   Prof Dr. Qanatê Kurdo:Jêdera navborî, 1/71.
(8)   Jêdera navborî, 1/73.
(9)   Ebdulreqîb Yûsif: Jêdera Navborî, ru 34.
(10)   Heman jêder û heman rûpel.
(11)   Yaqût El-Hemewî: Mucem El-Buldan (Ferhenga welatan) bi zimanê erebî, 1/136 û 3/297.
(12)   Dr. M. B. Rudenko: Şêx Senan, forword, bi zimanê îngilîzî, p 14.
(13)   Şîhab El-Dîn bin Mihemmed El-Ebşîhî: El-Mustetref mîn kullî fennen Mustezref, bi zimanê erebî, tûjandin: Dr. Ebdulla Enîs El-Tebbai, rû 169, 170.
(14)   El-Zivingî: Dîwanan Melayê Cizîrî, 1/ 327-339.
(15)  Li guhê me ketiyê, ku lêgervan Seîd Dêreşî beşê duwem yê dîwana Feqî tûjandî û hatiye çapkirin, lê mixabin neketiye destên me.
(16)  Rûpel 53-81.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark