Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de .. Xelek 23

 


Dr. Ehmed Xelîl

Werger: Heyder Omer

 
Dê çawa bîriya xwe ya netewî vegerînin?

 Bîriya netewî:

Bîriya netewî her tiştê, ku di hişyariya netewî komel de, di navbera hezarên salan de, tê gencînkirin e, çi bûyerên dîrokî bin, çi kesayetiyên berz bin, û çi jî erdnîgarî, efsan, Ol, nirx, helwest, zanînên gelemper, helbest, çîrok, pend, metelok, muzîk, kulam, cil û berg, nav, rêz û bawik bin.



Bîriya netewî ji bo her miletekî giring e, ji ber ku bi du delametên bingehîn radibe:
Yekem: Bîriya netewî pevgirêdana giyanî di nav nifşan û pêşiyan de pêk tîne. Pê re jî her tekekes, wek ku meteloka kurdî dibêje, xwe hest e, ku ne geyayên ser lat e, belê li gel miletekî navdar û rehên wî di dîrokê de kûr in, hevbest e. Ev hest kesayetiya wî ya netewî hêzdar dike, û wî ji radestiyê û dava xiniziyê û pişaftinê diparêze.
Duwem: Bîriya netewî lihevkirina hestewerî û ramanî û nirxî di nav tekekesên milet de pêk tîne. Ev lihevkirin ji bo her tiştên, ku di nav tekekesên milet de hevbeş e, bingeha herî xurt e, bi vê lihevkirinê cudahî û nakokiyên di nav wan de hene kêm dibin, û hevgihêştina niştimanî pêk tê, pê re jî nerîn û helwesta yekane, nemaze li hember metirsiyan, pêk tên.
Dêmek bîriya netewî ne tiştekî nirxnizm e, belê ew pêwîstiyên hebûna milet û berdewamiya wî ya hêzdar di cenga (nakokiya ji bo mandinê) de ye, pê re jî tê xuyakirin, ku jihevxistina bîriya netewî jihevxistina kesayetiya netewî, û kavilkirina hişyariya netewî ye.
Şêweyên valakirina bîriya netewî:
Dagîrkeran, li rojhilata navîn, ji bo valakirina bîriya gelan, û dagirtina wê ji nû ve li gor armancên xwe, zîrekiya susret hene, ewana pisporên vî karê dagîrkirinê ne, gelek şêweyên durû û dirinde dixebitînin, û em Kurd ji hemî gelan bêtir bi ber dava valakirina bîriya netewî ketine, û hîna jî bi ber wê davê dikevin.
Buhara sala (1974) min yekemîn pergala valakirina bîriya netewî nas kir, wê hingê ez li gundê Xûz yê kurdî, li bakurê Helebê, mamosteyê dibistana seretayî bûm, her roja pêncşemê, di riya vegera gundê me Kurzêl de ez di Helebê re derbas dibûn, û min riya xwe bi (pirtûkxaneya niştimanî) dixist, û hinek pirtûk dixwendin.
Carekê, wek ku nişkavî bû, min pirtûka “Xulaseya dîroka Kurd û Kurdistan” ya rehme lê be, Mihemmed Emîn Zekî, dît, û pir pê şa bûm. Ew yekemîn pirtûka dîroka kurdî bû, ku dibînim. Hema bi lez min ew pirtûk xwast, min hinekê xwend û ji nû ve vegerand. Du  pêncşeman li pey hev min ew pirtûk dixwend, lê pêncşema sisiyê ez bi nişkaviyê re rû bi rû bûm, min pirtûk nedît, gava lê pirsîm, karmendê pirtûkxanê gote min:
-Ew pirtûk tune ye.
-Pêncşema borî hebû, û min xwend, dixwazim xwendina wê bidomînim.
-Rast e hebû, lê nûka tune ye.
-awa tune ye?. Lava dikim birayê hêja, hewl bide, ku tu bibînî.
-Hema bi kurtahî, ew pirtûk qedexe ye.
Bi rastî, gotina „Pirtûk qeqxe ye“ wek ava sar bi ser min ve bû, û gelek pirs di hişê min de livandin. Ew pirsan destpêka şiyariya min a netewî bû, semta min a ramanî, ji binî de, serast kirin. Ev nimûneyek e ji nav gelek nimûneyan. Dagîrkeran, bi gelemperî, çar şêwe ji bo valakirina bîriya me ya netewî bi kar anîne:
Yekem. Paşguhkirin: Dagîrkeran her tiştê, ku nasnameya netewî tîne bîra me, paşguh kirin. Dîroka me (nivîsîn û kevneşop) paşguh kirin, pê re jî piraniya gelê me gîha sedsala bîst û yekê, bê ku tiştekî li ser pêşiyêm me ( Sobar, Îlam, Gotî, Lolo, Kaşo, Horî, Men-nay. Xaldî, Med, Kurdox) bizanibin, û kelepora me ya ayînî paşguh kirin, ta radeya, ku piraniya me Ezdahiyê û Mîsrahiyê û yên beriya wan nizanin, û navên hin deverên me jî (çiya, deşt, gund, bajar) paşguh kirin, şerê zimanê me kirin, û hewildan ku wî tune bikin, ta radeya, ku xwastin nave (Kurd û Kurdistan) jî ji holê rakin.
Duwem. Genîkirin: Eve jî şêweyekî din î durûtî ye. Farisan Ayîna me ya kevin; Ezdahî iblîs kirin, û evê yekê di serdemên îslamê de jî berdewam kir, û tevî ku iblîs di ayîna Ezdahî de tune ye jî, dagîrkeran Kurdên Ezdahî yên ayîna ezdahiyê parastine, bi (perestvanên iblîs) navandin. Her weha dagîrkeran kirin, ku em ji navên me yên niştimanî nefretkin, û navên xwe bi me dan hezkirin, û kirin ku em ji kelepora xwe ya ayînî kevin û pêşiyên xwe nefretkin, û li wan wek xwedanenas binerin, û kirin, ku em xwe bi wan kesan serbilind bibînin; ewên ku em talan kirin,  welatê me dagîr kirin, û xêr û bêra wî dizin, mêrên me kole kirin, zarok û jinên me dîl kirin.
Sêyem. Bêparkirin: Di dîroka me de, ji serdema kevirî ya nû de, gelek  destkeftiyên şaristanî giring û gelek kesayetiyên  zîrek hene, dagîrkeran ew destkeftiyan û ew kesayetiyan dizîn û tev li yên miletên xwe kirin, em jî jê bêpar hêştin. Farisan destkeftiyên Med dizîn, û gotin ew yên me ne. Di serdema nû de jî dagîrkeran destpêkên şaristaniyên welatê me tev li yên miletên xwe kirin, û ji dêvla Kurdistan, gotin: “Rojavayê Îranê, bakurê Îraqê, başûr-rojhilatê Tirkiyê û bakurê Sûriyê” da bidin xuyakirin, ku ew destkeftiyan farisî, erebî û tirkî bûn, ne kurdistanî bûn.
arem. Dagirtin: Piştî ku dagîrkeran bîriya me ya netewî vala kirin, tev gerîn, ku wê li gor armanc û daxwazên xwe, di riya ayîn û metodên (rêbaz) xwendinê re, ji nû ve dagirin, pê re jî gelek kesên Kurd bûn Faris û Tirk û Ereb, û xwe ji nasnameya kurdistanê vekşandin. Ger ne wusa ye, emê karmendiya malbata Sefewî ya Kurd ji bo Farisan,û karmendiya  Salih El-Se-idî ji ba-isiyên Îraqê re, û ya Îsmet Înono ji toraniyên Tirkan re bi çi awayî şirove bikin? Û emê pişaftin û dijmaniya bi Kurdan re bi çi awayî şirove bikin? Lîsteya karmendiya Kurdan ji bo wan yekeke dirêj e.
Emê çawa bîriya xwe ya netewî vegerînin?
Rast e, ku dagîrgeran di riya valakirina bîriya me re berhemên şîrîn, û me jî yên tehl (sernizmî, keysebazî, xinizî û pişaftin) wergirtin, lê rêzgirtin her tim ji bo raperîn û şoreşên me, ji bo cangoriyên me, ji bo dapîr û bavpîrên me, ji bo helbestvanên me yên gelêrî, ji bo çiyayên me, ji bo rista me ya êlîtî, ji bo paşvemayîna me, rêzgirtin ji bo van tiştan hemiyan, ji ber ku evan hemiyan vêkra parek ji bîriya me ya netewî parastin, û em wek ku em Kurd in, gîhandin sedsala bîst û yêkê, ne ji wan ba, emê bi tevayî bihatana pişaftin.
 Ey gelê me! Vegerandina bîriya me ya netewî pêdiviya me ya herî giring e, ger em wê venegerînin, hişyariya me ya netewî dê her lawaz bimîne, û em jî dê her di pergala bazdanê de bimînin, û gelê me dê her dagîrkirî bimîne. Ji bo vegerandina bîriya me ya netewî divê em van erkên jêrîn cîbecî bikin:
1.Divê em dîroka xwe ya netewî bi awayê zanistî, dûrî xerafetan û girkirinê û sextekirinê, nas bikin. Gelê ku dîroka xwe ya netewî nas neke, nikare nasnameya xwe rasteqîn nas bike.
2.Divê em erdnîgariya Kurdistana mezin (çiya, deşt, çem, bajar û gundan) nas bikin. Divê nexşeya Kurdistanê li ba her Kurdekî hebe, di mala xwe dalqîne, û car caran lê meyze bike.
3. Divê em zimanê xwe yê netewî bizanibin;  bi çi zaravê û bi çi awayê bilêvkirin dibe bila bibe, û divê em kampanya mezin li dar xînin, da zimanê kurdî, hema her carê çend gotin bin jî, bigihênin her malbata, ku ji ber nîrên taybet, hatiye erebkirin û fariskirin û tirk-kirin û ewropîkirin.
4.Divê em efsaneya kurdî binasin, ji ber ku efsane, di dîroka her miletekî de, pareke çanda pêkhatinê ye, û  gewhera wê nerîna gel ya gulobal û şirovekirina heyînê diderbirîne.
5.Divê em wêjeya kurdî ya gel (helbest, serpêhatin / çîrok, metelok û pend) û ya nû binasin. Giyanê milet û kesayetiya wî di wêje de xuya dibe.
6.Divê em guhdarên muzîk û kulamên kurdî, nemaze yên gel (kelepor) bin. Nirxên ciwanî û gewrebûnê di muzîka me ya keleporî de payebilind in, û rola wan ji bo avakirina kesayetiya netewî pir mezin e.
7.Divê em cil û bergên kurdî niştimanî werbigirin, ev awayê cilan beşekî çanda netewî ye, divê Kurd; jin û mêr, li kû derê hene, wan cilan, hema bi kêmanî di roj û heyamên netewî de, li xwe kin.
8.Divê em navên kurdî vejînin, û zarokên xwe pê binavînin, û ne tenê wusa, belê pêwîst e, ku em navên kurdî bixînin şûna navên biyanî, ku di serdemên dagîrkirinê de bi ser dîroka ve xistine.
Ey gelê me! Dagîrkeran ne tenê welatê me, lê bîriya me jî dagîr kirine, ev yeka jî metirsiya herî mezin e. Gelê ku bîriya wî hatiye valakirin, an sextekirin an jî pişaftin, dê çawa resen bimîne? Dê çawa nasnameya xwe ya rasteqîn binase? Kesayetiya wî dê çawa tendurist bimîne? Dê çawa bibe xwedî pirojeya rizgarî û şaristanî?
Vegerandina bîriya netewî pêwîstiya heyînî ye, erka rewa û pîroz e. Ew erka  her kesî ye, çi bav û dayik bin, çi perwerdekar, û rewşenbîr û medyakar, û hunermend bin; her yek li gor pisporiya xwe, û çi jî  serkirdeyên partiyan bin. Gelo, gava hin rewşenbîr û meyakar û serkirdeyên partiyên me guhên xwe nadin vê erkê, ev kira wan çiqas daxdar e?!.
   Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
         31. 08. 2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark